Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê nivîsa duh a Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, eger heta beriya Cejna Qurbanê maf û heqdestên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê neyên şandin, dê helwesteke wan a cidî hebe û dê helwestê jî eşkere bikin.
Polîtbûroya PDKê îro 29ê Gulanê di daxuyaniya xwe de got: “Em raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê agahdar dikin ku Hikûmeta Federal berdewam e li ser binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Binpêkirina dawî jî nivîsa duh a Wezareta Darayî ye ku li dijî destûr û bingehên rêkeftina pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina qûtê xelkê ye.”
Di daxuyaniyê de herwiha hate destnîşankirin: “Em ê vê mijarê di civîna bê ya Komîteya Navendî ya partiya xwe de di 2ê Hezîrana 2025an de, bixin ber behs û biryardanê. Eger heta beriya Cejna Qurbanê ya pîroz, maf û heqdestên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê neyên şandin, dê helwesteke me ya cidî hebe û em ê wê helwestê ragihînin.”
Her di vê derbarê de, Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sabrî jî îro pêştir ragihandibû, fraksiyonên Kurdistanî dê ji ber neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, yadeşteke nerazîbûnê pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bikin.
Wezareta Darayî ya Federal, bi awayekî gelek caran şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di dema diyarkirî de bipaş dixe. Hikûmeta Herêmê hincetên ku Wezareta Darayî pêşkêş dike, weke nerewa dibîne û wan weke hewldanên ji bo astengkirina dayîna heqdestên karmendan dinirxîne. (K24)