Civaka Durziyan a li parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyeyê dixwaze di pêvajoya destûra nû de mafên xwe yên dînî û çandî bên garantîkirin lê aloziya di navbera wan û hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de careke din veguherî pevçûnan.
Li taxa Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin û gelek kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.
Civaka Durziyan a li Sûriyeyê
Durzî ku nifûsa wan nêzîkî 700 hezar kesî ye, li Sûriyeyê bi taybetî li Siwêdayê kom bûne.
Ev civaka ku piraniya wan çekdar in, di pevçûnên rojên dawî yên li taxên Ceraman û Eşrefiyet Sehnayeyê yên Şamê de parastina xwe dike.
Baweriya Durziyan
Durziyan felsefeya Batinî ji xwe re dikin esas û gelek aliyên wan dişibin Elewiyan. Baweriya xwe bi yek Xwedayî re tîne.
Baweriya Durziyan li ser “Resaîl el-Hikmeyê” ku şiroveyeke Batinî ye, ava dibe. Li gorî Durziyan piştî mirinê ruh bedenê diguherîn.
Civaka wan xwedî çarçoveyeke girtî ye; ew tenê bi kesên ji nav xwe re dizewicin û tenê kesên ku wek “alim” tên hesibandin dikarin nivîsên pîroz bixwînin.
“Sîstema herî baş rêveberiya herêmî ye”
Durzî di nîqaşên destûra bingehîn ên li Sûriyeyê de têne kirin de, dixwazin ku mafên wan bên naskirin.
Ji ber vê yekê jî heta mafê xwe bi dest nexin red dikin ku çekên xwe deynin.
Rêberê Durziyan Şêx Hikmet Hicrî destpêka îsal got, “Em çekên xwe danaynin, heta ku destûr, dewlet û hikûmet were damezrandin,” û destnîşan kir ku ji bo Sûriyeyê sîstema herî baş adem-î merkeziyetçî ango rêveberiya herêmî ye.
Tomara deng û pevçûnên mezhebî
28ê Nîsanê nîqaşeke mezhebî ya ku li zanîngeheke li Himsê qewimî, tansiyon hîn zêdetir bilind kir.
Belavkirina qeydeke dengî ya ku heqaret li pêxemberê Îslamê dike li ser medyaya civakî û wekî xwediyê vê qeydê nîşandana Durziyekî, bû sedema destpêka qeyraneke nû li herêmê.
Her çi qasî piştre derket holê ku xwediyê wî dengê ne Durzî ye jî lê rewş hîn jî zêdetir aloz bû.
“Komên çekdar êrişî taxên Ceramana û Eşrefiyet Sehnayeyê kir”
Nûçegihanê Rûdawê yê li Şamê Dilxwaz Mihemed derbarê pevçûnên ku rû didin de wiha got:
“30ê Nîsanê komên çekdar êrişî taxên Ceramana û Eşrefiyet Sehnayeyê kir. Pevçûnan gihandin wê astê ku hatinûçûn sekinî.”
Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed ragihand, “Li başûrê Şamê 11 endamên Asayîşa Sûriyeyê hatin kuştin.”
Her wiha li gorî çavkaniyên fermî herî nêzîkî 30 kesî hatine kuştin.
Êrişî sivîlan tê kirin
Di civîna ku duh di navbera serkirdayetiya Durziyan û hikûmeta Sûriyeyê de hat lidarxistin de li ser rawestandina pevçûnan lihevkirin çêbû.
Lê tê gotin ku hin komên çekdar li vê lihevkirinê guhdarî nakin û êrişan li dijî sivîlan dikin.
Tê gotin ku bi taybetî dibe ku li taxa Eşrefiyet Sehnayeyê zerereke mezin a sivîlan çêbibe.
Rayedar dibêjin ku qeyda dengî ya ku bûye sedema bûyeran ji bo provokasyonê hatiye belavkirin û armanc zêdekririna aloziyê bi awayekî zanebûn e.
Dan û standinên di navbera hikûmet û civaka Durziyan de yên ji bo rawestandina pevçûnan didomin. (Rûdaw)