Li Parîsê Cejna Newrozê hat pîrozkirin -Video

Li Parîsa paytexta Fransayê bi boneya cejna neteweyî ya Newrozê, şahiyek hat lidarxistin.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Parîsê şahî organîze kir û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî beşdarî wê şahiyê bû.

Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Fransayê cara yekem li gel Şaredariya Parîsê li avahiya wê pîrozbahiyeke Newrozê li dar xist.

Alîkarê Serokê Şaredariya Parîsê Arnaud Ngatcha got, “Ji bo Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo û ji bo min jî jî gelekî girîng bû ku ji bo cara ewil cejneke taybet bi Newrozê were lidarxistin.

Ev cara yekem e ku em li vir merasîma Cejna Newrozê li dar dixin.

Lidarxistina cejna Newrozê li vir gelekî girîng e, ji ber ku peywendiya navbera Hewlêr û Parîsê gelekî bihêz e û em di rêxistina navdewletî ya AÎMFyê de hevpar in.

Parîsê peywendiyeke bihêz bi Hewlêrê re heye, civaka Kurd ji bo Parîsê gelekî girîng e, ji ber ku civaka Kurd beşek e ji Parîsê û em gelekî piştgiriya vê civakê dikin.”

Li gel senator û parlamenterên ji partiyên cuda, gotarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê hatin pêşkêşkirin.

Balyozê Parîsê yê Îraqê Wedîh Bitî jî got, “Destpêkê rê bide min bi rêya kamareya we bi boneya Newrozê ez pîrozbahî li gelê me yê Herêma Kurdistanê û Îraqê bikim.

Ez hêvî dikim her kes Newrozeke xweş derbas bike û saleke nû ya Kurdan tijî xweş dixwazim, ev derfeteke ji bo pêşandana çanda.

Wekî me dît, tevî axaftina, muzîk û folklora welat hat pêşandan, her wiha wekî revendên li derve ev bone derfet e ku bigihêjin hev û pêwendiyên xwe bi hêz bikin.”

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ku ji sala 2019êve peymana destexûşkî li gel Parîsê îmze kiriye beşdarî şahiyê bû.

“Li Parîsê dê cadeyek û parkeke bi navê Pêşmerge werin vekirin

Umêd Xoşnaw got, “Me spasiya Serokatiya Şaredariya Parîsê kir ji bo rêxweşkirina ji bo pêkanîna vê ahengê.

Her wiha me qala pêvajoya nûjenkirina Kelehaa Hewlêrê kir ku di pêvajoya dawî de ye.

Demeke nêzîk, di nav Keleha Hewlêrê de, Serokatiya Şaredariya Parîsê xaniyekê nûjen dike ku dê bibe mala Parîsê ya li Hewlêrê.

Her wiha li vir jî li Parîsê kolanek û parkek bi navê Pêşmerge dê bê vekirin ku hemû pêvajoyên wê hatine temamkirin.

Bi amadebûna berpirsên mezin ên her du welatan, Herêma Kurdistanê û Fransayê demeke nêzîk kolane dê vebe.”

Bi awazên kemanê yên Dilşad Seîd û jenîna piyanoyê, dawî li ahengê Newrozê hat. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *