Li gorî TUÎKê enflasyon ji sedî 49,38 e, li gorî ENAGê jî ji sedî 88,63 e

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên nû yên enflasyona meha Îlonê aşkere kirin.

TUÎKê ragihand ku rêjeya enflasyona salane bûye ji sedî 49,38. Lê li gorî ENAGê enflasyon ji sedî 88,63 e.

Li gorî Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) TUFE di meha îlonê de enflasyon ji sedî 2,97 zêde bûye û enflasyona salane jî daketiye ji sedî 49,38’ê.

ENAG ku ji akademîsyenên lêkolîner ên serbixwe pêk tê, daneyên enflasyonê eşkere kir.

Li gorî ENAG’ê; Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) di meha îlonê de ji sedî 5,34 û ya salane jî ji sedî 88,63 zêde bû. ENAG’ê di meha tebaxê de gotibû ku enflasyona mehane ji sedî 3,47 û ya salane jî ji sedî 90,35’ê zêde bûye.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *