Li Efrînê nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser penaberên li Tirkiyeyê didomin

 

 Êrişa li ser penaberên Sûrî li bajarê Qeserî yê Tirkiyeyê û vekirina deriyekê di navbera herêmên opozîsyon û rêjîmê de, gelek karvedan li Efrînê û seranserî bajar û bajarokên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên di destê opozîsyonê de li pey xwe anîne, xelk nerazîbûna xwe nîşan dan û alên Tirkiyeyê li ser deriyên sînorî û navendên sereke hatin rakirin û şewitandin.

Li bajarê Efrînê rewş aloztir e ku xwepêşanderan êrişî ofîsa Waliyê Tirkiyeyê kirin û şerê bi çekên sivik di navbera wan û hêzên Tirkiyeyê de derket, di encamê de 6 kes kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Xwepêşanderek dibêje: “Em ji bo êrişa Qeyserî ya li dijî birayên me yên penaber derketine, bi awayekî berdewam binpêkirin di derheqê penaberên Sûrî li Tirkiyeyê çê dibin, bela bizanibin em gelê Sûriyeyê jî xwedî maf in.”

Xwepêşanderekî din jî got: “Zirîpoşên xwe li dijî me derxistin, em birîndar kirin, derdora 9 xwepêşander birîndar bûne, ev bi tenê li Efrînê, li Etarib jî birîndar hene, daxwaza me ew e ku Tirkiye ji tevahiya xaka me vekişe.”

Da ku ew xwepêşandan berfirehtir nebin û êriş li dijî navend û hêzên wê zêde nebin, Tirkiyeyê hêzeke taybet şandiye navçeyên ku alozî li wan heye, herwiha tora Internetê li bajarê Efrînê û gundewarê Helebê birî.

Xwepêşanderekî din got: “Ji ber ku em ji bo penaberên xwe yên ku rastî binpêkirinan tên derketine, artêşa Tirkiyeyê derket û gule berdan me, şehîdê me hene, birîndarê me hene, me di hundirê xaka me de dikin armanc.”

Li gorî zanyariyan, Tirkiyeyê hemû deriyên sînorî yên bi navçeyên bakurê rojavayê Sûriyeyê re, heta demeke nediyar girt, nemaze ku li hin ji wan deriyan şer rû dabû herwiha li deriyên sînorî yên li parêzgeha Helebê, barhilgirên Tirkiyeyê rastî êrişan hatin. Ji aliyê xwe ve, Desteya Tehrîr El-Şam çekdarên xwe xistine amadebaşiyê, da ku êriş li dijî deriyên sînorî û bingehên Tirkiyreyê dubare nebin.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *