Kurdên Êzidî yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê Cejna Çarşema Sor (Cejna Serê Salê) pîroz kir.
Cejna Serê Salê yek ji cejnên herî diyar ên Kurdên Êzidî ye û her sal destpêka meha nîsanê Kurdên Êzidî li gorî çand û kevneşopiyên xwe pîroz dikin.
Ev sala duyemîn e ku Kurdên Ezidî yên li Efrînê Cejna Çarşema Sor bi stran û cilên gelêrî pîroz dikin.
Di sersala Êzidiyan de, hemû pêkhate û olên herêmê beşdar bûn.
Di vê sersalê de jî Êzidî hêvî dikin ku di salên bê de, aştî û aramî belav bibe û jiyana wan ewle bibe.
“Berê rihetî nebû lê niha rewÅŸ baÅŸ e”
Fewzî Hesen ku yek ji rûspiyên gundê Birc Ebdalo û Xezwê ye got:
“Gel bi giÅŸtî tê vê derê. Êzîdî, Misilman û hemû pêkhateyên deverê tên.
Ev 2 sal in em li vê derê çêdikin, berê hindik bû, hejmar hindik bû lê niha milet kêfxweş bû.
Bi taybet îro em hêvî dikin di demên pêş de çêtir be, berê rihetî nebû û rewÅŸ ne baÅŸ bû, lê niha rihetî wê çêbibe û em dê zêdetir pîroz bikin.”
Di Cejna Çarşema Sor de, derdor tê xemilandin û her kes cilên rengîn li xwe dike.
Tevî hemû astnegî û karesatên ku bi serê Êzidiyan de hatine jî ew hewl didin ku kevneşopî û kelepora xwe biparêzin.
“Åžahiyên me bi kêf û xweşî derbas dibin”
Diyala Cafer ku ji gundê Xezwê yê hatiye beşdarî şahiyên Çarşema Sor bûye wiha anî ziman:
“Åžahiyên me bi kêf û xweşî derbas dibin. Em bi hêvî ne her sal bi kêf û xweşî derbas bibin.
Em cilên folklorî li xwe dikin, keç û xort tev cilên Kurdî li xwe dikin û em bi kêf û xweşî em derbas dikin.
Ez îro pir kêfxweÅŸ im ku cejna me bi xweşî derbas bû.”
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 29 gundên Ezidî hene û hejmara niştecihê wan berî 2011an nêzîkî 50 hezar bû.
Ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê nêzî 15 hezar kes koçber bûn.
Her wiha dema komên çekdar Efrînê dagir kir, tenê nêzî 5 hezar Ezîdî li Efrîn û gundewarê wê man. (Rûdaw)