Li Diyarbekirê cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

Li Diyarbekirê cejna Paskalyayê ya mesihîyan li dêra Ermenan Surp Giragos hat pîrozkirin. 

Merasîm li dêra Ermenan Surp Giragos di demjimêrên sibê de ji aliyê wezîfedarên olî yên ku ji aliyê Patrîkxaneya Ermeniyan a Tirkiyeyê ve hatine wezîfedarkirin ve hat kirin.

Di merasîmê de, dua hatin kirin, îlahî hatin xwendin û mûm hatin pêxistin.

Gelek welatiyên misilman û biyanî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Ji aliyê din ve bi stranên ermenî û kurdî pirozbahî bidawî hat.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *