Li dijî Platforma Ciwanên Serbixwe çima operasyona emniyetê û çima sibê zû?

Îbrahîm Guçlu

Platforma Ciwanên Serbixwe, ji grûbek Kurdên kurdperwer pêk hatiye. Ji bona mafên neteweyî yên neteweya Kurd tevdigerin. Bi taybetî jî di xebata wan ya neteweyî de xebata zimanê kurdî ciyekî gelek girîng digre.

Beriya demekê beşekî endamên Platforma Ciwanên Serbixwe biryar dan û sond xwarin ku di jiyana xwe ya civakî, siyasî, aborî, xebata xwe ya tevgera neteweyî de bes kurdî qise bikin; bi tirkî qise nekin.

Şik tune ye ku avabûna Platforma Ciwanên Serbixwe di peyam û deglerasyonên wan de jî gelek diyar e ku bi vê armancê hatiye ava kirin.

Platforma Ciwanên Kurdistanê, şik tune ye ku ji bona ku ev helwesta xwe di nav hemû kurdan de û di nav rêxistin û malbatên Kurdistanê de, di bajar û bajerok û gûndên Kurdistanê de, di bazarê de di nav esnafan de, di kirrîn û fırotinê de jî bibe helwestek, daxwazkar in. Loma jî vekirî tevdigerin û çalakiyan li dar dixin.

 Ev helwesta şik tune ye helwestek xwezayî ye. Lewra zimanê neteweya kurd, kurdî ye. Wek her neteweyekî divê kurd jî bi zimanê xwe qise bikin. Qisekirina kurdan bi kurdî jî gelek xwezayî ye.

Hezar mixabin li Dewleta Tirk a Kolonyalîst de axivtina kurdan kurdî ne xwewezayî ye. Lewra dema Kemalîstan Dewleta xwe ava kirin, neteweya kurd tune qebûl kirin.  Neteweya Kurd, wek Tirk qebûl kirin. Ji bona ku Kurdan bikin Tirk, Zimanê kurdî axevtin ji bona kurdan qedexe kirin. Stratejiyeke nîjadperest ya hişk ya asîmîlekirina kurdan wek îdeolojî û felsefeya dewletê pejirandin.

Dema kurdekî jî bi kurdî axaftin kir bi hepis û bi peran ciza kirin. Loma bi hezaran kurd ji bona bi kurdî qise kirin, hatin ciza kirin.

Dikarim bibêjim ku ji bona bi kurdî qise kirin, têkoşîna neteweyî bi qetlîaman encam dan. Lewra yek sedema serhildanên şoreşên  netreweyî yên li Bakurê Kurdistanê jî qedexekirin û cizakirina zimanê kurdî bû.

Loma jî Platforma Ciwanên Kurdistanê jî têkoşîna ku ev sed sal e ku kurd û rêxistinên Kurdistanê ji bona zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî û fermî û ji bo kurdî ji bin xeteriya asîmîlasyonê derkeve, vê xebata ji bona xwe jî kirine armanç.

Platforma Ciwanên Serbixwe, ji bona ku armanca xwe pêk bınin semîneran li dar dixin. Li Bajar û bajerokan qempenyayê axivtina zimanê kurdî  dimeşînin. 

Ez jî û gelek kurdperwer jî  di xebatên wan de, ji wan re piştgir in. Ez jî beşdarî Nerwroza wan ya li Bazîdê û qempayaya ziman ya bajarê Diyarbekîrê bûm.

Xebata wan gelek aşkere û şeffaf e. Ew ji armanc û xebata xwe re bi awayekî gelek rewa û demokratîk û aşîtiyane xwedî derdikevin.

Karên dikin karekî gelek xwezayî, gor hiqûqa navneteweyî ye. Di pratîkê de jî di Dewleta Tirk de jî ne qedexe ye.

Wek tê zanîn,  li gelek zanîngehan di beşa ziman û edebiyatê de kurdî azad e.

Di hilbijartinan de bi kurdî qempanyaya siyasî meşandin serbest e.

Çapemeniya kurdî û telewîzyonên kurdî û di perwerda dersên hilbijartî yên kurdî serbest in.

 Li Dewleta Tirkiyê 24 seatan di telewîzyona kurdî TRT KURDÎ de bernameyên bi kurdî tên meşandin.

Loma operasyona li dijî Platforma Ciwanên Serbixwe, ji aliye hiqûqa xwezayî, hiqûqa demokratik û mafparêz, gor jiyana pratik jî ne di cî de ye.

Ev operasyona encama hişmendiya nîjadperest û dijkurdbûnê û zimanê kurdî û hemû nirxên neteweyî yên neteweya kurd in. 

Ev operasyona nabe sedem ku di derbarê Platforma Ciwanên Serbixwe de doz vebe. Doz vebe jî, encam vala ye.

Ji aliye din de girtina endamên Platforma Ciwanên Serbixwe, wan natirsîne. Lewra ew li pişt gotin û peyam û çalakiyên xwe ne. Li her derê amade ne ku armanca xwe, çalakiyên xwe, qempenyayên xwe biparêzin.

Di heman dem de jî gelek bi awayekî lehengî diparêzin

Armanca dewlet û emniyetê ew e ku kurdpereweran û gel bitirsînin. Ceribandina neteweya Kurd jî nişan dide ku gel jî û kurdperwer jî natirsin. Dê li zimanê xwe û ji hemû hêjayî û nirxên xwe yên neteweyî re xwedî derkevin.

Platforma Ciwanên Serbixwe di heman dem de ji bona ku ew çalakiyên xwe û armanca xwe diparêzin, dema ji wan bê xwestin her deme dikarin bên nêrînên xwe pêşkêşî berpirsên dewletê, polîsan, dozgeran bikin.

Lewra her karekî  wan aşkere û şefaffe jî.

Delîlekî ji holê rakin jî tune ye. 

Loma binçavkirina endamên Platforma Ciwanên Serbixwe keyfı ye û ne hiqûqî ye. Li dijî qanûnên merî ya Dewleta Tirk e jî.

Bi taybetî sibê zû operasyon pêk anîn, ji bona çavtirsandinê ye. Lê endamên Platformê jî û kurdperwer jî ji vê yekê natirsin. Dîroka Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê jî vê yekê aşkere û diyar dikin.

Wek tê zanîn û aşkere bûye ku ji bona ku Dewleta Tirk ya Kolonyalîst fahm kir ku kurdperwer natirsin, Loma PKKê wek rêxistineke operasyonel derxistin pêş kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê û gele kurd.

Tetwan, 10. 07. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *