Bendera Şehîd Recaiyê ya bajarê Bender Ebasê yê parêzgeha Huzmuzgana Îranê teqîneke mezin çêbû û hejmara birîndarên teqînê derket 516 kesan.
Di daxuyaniya Saziya Xizmetên Bilez ên Îranê de hat diyarkirin ku hejmara birîndarên teqînê derketiye 516 kesan.
Parêzgariya Hurmuzganê jî daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku gihîştina cihê bûyerê ji rêya deryayê ve tê kirin.
Hat destnîşankirin ku sedema teqînê hîn nayê zanîn lê dibe ku li cihê teqînê gelek madeyên kîmyayî hebin.
Her wiha hat diyarkirin ku piştî bidawîbûna xebatên rizgarkirinê û vemirandina agir, dê zanyariyên bûyerê bi awayekî kûr werin lêkolînkirin û eger îhmal were dîtin, dê dest bi kiryarên qanûnî were kirin.
“Egera sabotajê kêm e”
Berdevkê Birêvebiriya Krîzan a Îranê Husên Zaferî destnîşan kir, dibe ku teqîna li benderê ji madeyên kîmyayî yên di konteyneran de çêbûbe û got:
“Hişyariyên ku berê hatine kirin, egera sabotajê kêm dikin, ji ber ku ev hişyarî berê jî hatibûn kirin.”
Şirketa Neteweyî ya Berhemên Petrolê û Belavkirina Rafîneyan a Îranê jî di daxuyaniya ku piştî teqînê daye de destnîşan kir ku tesîsên petrolê yên li herêmê ji teqînê bi bandor nebûne û da zanîn:
“Tu pêwendiyên teqîn û agirê li Bendera Şehîd Recaiyê bi rafînerî, tankên sotemeniyê, kompleksên belavkirinê û boriyên petrolê ve nînin.”
Birîndar hene, hejmara miriyan nayê zanîn
Berpirsê Giştî yê Birêvebiriya Krîzan a Hurmuzganê Mêhrdad Hesenzade ragihand ku piştî teqînê gelek kes birîndar bûne.
Tîmên tenduristiyê yên ku gihîştin cihê teqînê birîndar birin nexweşxaneyên herêmê lê belê heta niha ti agahiyên fermî li ser hejmara miriyan nehatine dayîn.
Îsraîlê îdia red kirin
Li gorî medyaya Îsraîlê, rayedarên Îsraîlê radigihînin ku pêwendiya wan bi teqîna li Bender Ebasê ya li ser berava Kendava Besrayê nîne.
Li gorî nûçeya rojnameya Marîvê ya Îsraîlê, rayedarên artêşa Îsraîlê îdiayên ku pêwendiya wan bi teqînê re heye red dikin. (Rûdaw)