Li Amedê Necmettîn Buyukaya dê bê bîbîr anîn

Li Amedê Necmettîn Buyukaya dê bê bîbîr anîn

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (ÎBV) dê gotûbêj û îmzeyeke li ser bîranîna Necmettîn Buyukkaya li Amedê li dar bixe.

Çalakî dê di roja 12.04.2025’an de, saet 14:00’an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya li Taxeya Amedê pêk were.

Nivîskar Kadîr Buyukkaya dê wek axêver beşdarî çalakiyê bibe û Mustafa Özer jî dê moderatoriya panelê bike.

Banga Kadîr Büyükkaya:
“Ez ê di çarçoveya çalakiya nasandinê ya pirtûka “Tanıklıklarla NECO Necmettin Büyükkaya” de, ku berhema xebateke demdirêj e û di meha Çileya sala borî de gihîştiye xwendevanan, di roja Şemiyê 12’ê Nîsanê de saet 14:00’an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Amedê bim. Ez dixwazim bibêjim ku ez ê kêfxweş bibim ku hemû dostên xwe yên dilnazik, hevalên xwe û kesên nêzîk di nav me de bibînim di vê gotûbêjê de ku tê de aliyên ne diyar ên têkoşîna birûmet a Necmettîn Büyükkaya wê bên axaftin. Ez ji niha ve gelek spasiya hemû dostên xwe dikim ku dê vê daxuyaniya çalakiyê bi derdora xwe re parve bikin û vê dilnazikiyê nîşan bidin.”

Di vê çalakiyê de, pirtûka “Tanıklıklarla NECO – Necmettîn Büyükkaya” dê were gengeşekirin û îmzekirin.

Navnîşana çalakiyê Yenişehîr/Diyarbakır, Lîse 5. Sok. Hacı Tahir Bey Apt. 4/A ye û ji bo agahiyên berfirehtir, telefona têkiliyê 0541 191 44 89 ye.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *