Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo. Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li forumê axaftina xwe pêşkêş kir.
“Îraq dê bibe sedemeke dostaniyê”
Letîf Reşîd got, “Îraq di bin siya asayiş û aramî û saman û şiyanên mirovî de dê her sedemeke aramiyê be li herêmê.
Îraq dê bibe sedemeke dostaniyê di navbera gelan de û piştgiriyê dide bijardeyên wan gel û welatan ku çavên wan li jiyaneke azad û serfiraz e.”
Hemû axaftina Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd bi vî rengî ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Amadebûyên birêz,
Silava Xwedê li we be,
Cihê dilxweşiyê ye ku ez îro li gel we me ji bo guherîna bîr û rayan derbarê pêşhatên nû yên herêma Rojhilata Navîn û helwesta Îraqê di wan pêşhatên ku bandorê li Îraqê dikin.
Zêdetirî salekê ye herêma Rojhilata Navîn di tevgera siyasî, ewlehî û leşkerî ya berdewam de ye û ev tevger bandorê li nexşeya siyasî ya hinek welatên herêmê dike û hişyariya hereşeya ewlehî û civakî dide welatên din û Îraq jî ji vê yekê dûr nabe eger rêkarên lezgîn ên navxweyî ji bo çareserkirina bibiriyar a hinek pirsan neyên girtin, li gel çend rêkaran şêwirmendiyê yên li gel welatên cîran û herêmê.
Nêzîkî sal û nîvekê ye gelê Filistînê rûbirûyî êrişekê bûye ku ji Xezeyê dest pê kir û îro ber bi Şerîaya Rojava dirêj bûye û piraniya welatên cîhanê jî bê deng in. Ev bû sedema karesateke mirovî ya tirsnak bi kuştina jin û zarok û pîran û koçberkirina kesên bêçek. Ez li vir careke din tekeziyê li ser pêwîstiya berdewamiya agirbestê û hawarçûna ziyandar û mafê gelê Filistînê di diyarkirina çarenivîsa xwe û avakirina dewleta serbixwe li ser axa niştîmaniya xwe dikim.
Derbarê wan guherînên siyasî ku li Sûriyeyê pêk hatin, em pêşwaziyê li vebijêrkên demokratîk ên gelan û hewldanên wan ji bo guherîn û pêşketin ji bo avakirina rêveberiyeke baş dikin û hêvîdar in ku ev guherîn daxwazên gelê Sûriyeyê bi hemû neteweyên wan, pêkhate û mezhebên wan ve misoger bike û ji aliyê xwe ve em ê hewl bidin ku pêwendiyên dostane bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re damezrînin, li ser bingeha rêzgirtin û hevkariya dualî û destwernedana karûbarên navxweyî yên hev û Îraq amade ye ku alîkar be di lezkirina aramiya navxweyî ya Sûriyeya xwişk de û bidestxistina daxwazên gelê Sûriyeyê.
Teror gefeke li ser hemû cîhanê ye, bi taybetî Îraq û gelê me ku bûye armanca terora ku heta avahî, zanîngeh û herêmên şûnwarî, zana, kesayetiyên olî û xwediyên dîplomayên bilind jî kirine armanc û armanca wan valakirina welêt bû ji kesên şareza û jêhatî.
Eger fedakariya mezin a dezgehên ewlehiyê yên bi hemû cureyan û yekîtiya hewldanên gelê me yên bi hemû pêkhate, netewe û mezhebên xwe ve nebûya, Îraq ji vê dagirkeriyê rizgar nedibû.
Îraqiyan çîrokeke nû ya Îraqî li ser parastina welatê xwe û welatiyan tomar kir û piştî van hemû goriyên dayî, teror careke din vedigere û gefê li Îraq û welatên cîran dike û planeke nû heye ji bo bidestxistina armancên xwe û tolhildana ji wê şikesta ku xwariye.
Ji ber vê, em bawer dikin ku yekxistina dîtina siyasî û yekxistina hewlan û bidestanîna temamkariya niştimanî pêwîst e ji bo şikestpêkanîna bi wan planên dijminatiyê yên nû ku bi awayekî tund gefê ne tenê li Îraqê, belkî li welatên herêmê jî dikin.
Ji ber siyasetên rejîma dîktator û felsefa hikûma totalîtarî ya wê û qutkirina desthilatê û çewisandina azadiyan û nenaskirina mafên neteweyî yên Îraqiyan û destêwerdana di karûbarên navxweyî yên welatan û bi taybetî welatên cîran, gelê Îraqê rastî gelek nerehetiyan hat. Ev felsefe tenê malwêranî û tevlihevkirina pêwendiyan û jidestdana dost û birayan û dabirîna navneteweyî ji bo Îraqê anî.
Li vir em tekez dikin ku siyaseta îro ya Îraqê li ser bingeha hevkarî û temamkarî li gel welatên din û destêwernedana di karûbarên navxweyî yên welatan û rêzgirtina ji hilbijartinên gelan di avakirina sîstemên hikûmdariya xwe de hatiye damezirandin.
Îraqiyan piştî sala 2003yan sîstemeke siyasî ya nû ji bo xwe hilbijart li ser bingehên demokrasî, dadwerî, wekheviya civakî û cudahînekirina di navbera zarokên gel de li ser bingeha netewe, ol an mezheban. Her wiha li ser bingeha dabeşkirina desthilatê bi awayekî ku mafê hemû kesan misoger bike.
Ji ber vê yekê, pabendiya bi destûrê û xebatkirina ji bo çespandina bingehên dadweriya civakî û wekheviyê di navbera netewe û mezheban de pêwîst e ji bo parastina sîstema me ya demokratîk û ji bo ku gel bigihîje azadî, xweşguzaranî û aramiyê. Ti alternatîva vê yekê nîne.
Xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran de bi feyde ye ji bo hemûyan. Îraq bi gelê xwe û pirjimariya pêkhateyên netewe, civakî û etnîkî, dewlemend e. Her wiha bi saman û çavkaniyên xwezayî dewlemend e. Divê ev hemû ji bo başkirina aborî, zûkirina pêşveçûnê û arasteyîkirina samana Îraqê ber bi avakirinê, pêşkeftinê û xizmetkirina hemû parêzgehan ve bên bikaranîn.
Siyaseta nû ya Îraqê li ser bingehên rêzgirtina ji bo serweriya welatan, bijaretiyên gelan û pabendiya ji bo danîna têkiliyên dostane yên hevseng bi herkesî re û redkirina her destwerdan di karûbarên navxwe yên Îraqê de, hatiye damezrandin.
Îraq şiyana bersivdayîna hemû destwerdana û binpêkirina sînor û axa xwe heye lê em baweriyê bi çareseriyên dîplomatîk, diyaloga dostane û lihevtêgihiştinê tînin.
Ev yek, Xwedê neke, ne ji ber qelsiyê ye lê ji bo parastina têkiliyên dostane yên hevseng û parastina gelan ji malwêraniyên şer e.
Îro Îraq di rewşeke asayiş û aramiya civakî de dijî ku berê wisa nedîtibû û eger hewlên dezgehên ewlehiyê bi hemû cureyên wan nebin, ev asayiş pêk nedihat. Her wiha ew aramiya siyasî jî ku bandora xwe li ser rewşa ewlehiyê heye û em li ser berdewamî û xurtkirina wê piştrast in. Ji ber ku aramiya ewlehî û siyasî dergehê bidestxistina geşbûna aborî û rakirina veberhênan û geşepêdana berdewam dike.
Lê belê, li gel standartbûna bihayên petrolê û hevsengiya di navbera bihayê bermilek petrolê ya diyarkirî di bûdceya giştî de û bihayên serdest, temamnebûna peredayîna projeyên xizmetguzarî û veberhînana wezaretan û parêzgehan ji aliyê Wezareta Darayî ve girêkek e ku pêvajoya geşbûna aborî û avadaniya Îraqê dereng dixe.
Ev ne tenê di peredarnekirina projeyên veberhînan de ye, belkî hemû beşên bûdceya xebitandinê jî digire, ji bilî mûçeyan. Ev jî daxwaza helwesteke tund û gerîna li dû sedeman dike çimkî şefafî û rastgoyî di dan û standinan de, bi taybetî danûstandina darayî, ji bo dewleta demokratîk pêwîst in.
Di dawiyê de… Îraq di bin siya asayiş û aramî û saman û şiyanên mirovî de dê her sedemeke aramiyê be li herêmê. Dê bibe sedemeke dostaniyê di navbera gelan de û piştgiriyê dide bijardeyên wan gel û welatan ku çavên wan li jiyaneke azad û serfiraz e.
Silava Xwedê li we be.”