Leila Molana-Allen: Wergira Xelata Şîfa Gerdiyê ya 2025an

Nûçegihana “PBS”yê Leila Molana-Allenê îsal Xelata Şîfa Gerdiya ya sala 2025an stand.

Leila Molana-Allenê di du salên borî de li Îsraîl û Filistînê karên pir baş ên rojnamegeriya lêkolînvanî kirine.

Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdiyê biryar da ku ji bo xebat û wêrekiya xwe îsal Leila Molana-Allen vê xelatê bistîne.

Leila Molana-Allen ji bo vê xelatê spasiya xwe pêşkêş kir û got:

“Spas ji bo vê şanaziya mezin. Ez spasiya dadweran dikim ji bo vê rêzgirtina li karê min. Her wiha spas ji bo hunermend Hemîd Nîkxa ku ev xelata ciwan û îlhambexş dîzayn kiriye.

Ez gelekî dilxweş im ku bûme wergira vê xelatê di bîranîna Şîfayê de û ez diçim rêza biraweyên din, ku rojnamegerên pêşeng ên qada ragihandina nakokiyan in û ez bi wan re gelekî sersam im û wan wekî hevkar û hevalên xwe dibînim.

Dixwazim spasiya nûçevanên xwe yên jêhatî yên di bernameya ‘News Hour’ de bikim. Ji wan, Sara Cest, berhemanîna min ku bi awayekî nehiştin kar dike da ku em karibin van çîrokên dijwar bigihinîn.

Her wiha Morgan Tell, nûçegihanê me yê derve yê bi hêz, ku bi sersextî berevaniyê û piştgiriyê ji rojnamegeran re dike; vîdeograferên me, Êrk O Koner, Jorgen Samso û Êlnthoxîno, ku ez gelekî dilxweş im bi karkirina bi wan re, her wiha hemû tîma me li Washington DCyê ku bêyî westan kar dikin da ku çîrokên me bên dîtin.

Ev karê ku em dikin, şanaziyeke mezin e lê di heman demê de dikare bi êş jî be lê ez gelekî bextewer im ku malbata min a taybet û hevalên min ên xweşik piştgiriya min dikin.

Wekî zarokeke ku di nav nebaşiyeke kûr de ji dayik bûme, ji dayikeke ku reviyayî destê şer e û welatê xwe yê delal winda kiriye, min ti carî û bi ti awayî li xelkên deverên şer bi çavekî din nenêrîye û min ew ji yên ku şans heye û di aştiyê de dijîn wekî cuda nedîtine. Ji ber vê ez vî karî dikim. Ragihandina nakokiyan, karekî bilez û bitalûke ye û zexteke mezin lê heye.

Lê girîngiya herî mezin ji min re her tim ew kes in ku dibin mijara sernavên me, her wisa dê bimîne jî da ku em soz û evîn û rêzê bidine wan, her wiha da ku di van demên tirsnak de, çi qasî ku em ji wan werdigirin, em zêdetir jî bidine wan.

Di vî karê me de, em bi xeterên mezin re rû bi rû dibin lê em gelekî dilxweş in ku dikarin bihesin û piştî çend hefte û mehan ji rêyên dûr vegerin mala xwe ya aram û germ.

Gelek ji wan kesên ku em li pey xwe dihêlin bi qasî me bi şans nînin, di nav wan de hevkarên me û berhênerên xwecihî yên di qada şer de ku karekî mezin dikin da ku mijarên me di asta herî baş de bin lê karê wan, her wiha jiyana wan a rojane ye.

Spas ji Xwedê re ku ev şerê hovane yê li Xezeyê ku bûye sedemê kuştina gelek hevkarên me yên Filistînî, naha rawestiyaye.

Divê em diayan bikin ku ev agirbest bibe aştiyeke her û her, lê hîn jî gelek ji wan kesên ku di qada me de kar dikin, di xeterê de ne. Ti carî bi qasî îro ne xeternak bû ku mirov rojnameger be. Em îro ji aliyê wan kesên ku bi ragihandinên me re ne hemfikir in ve tên armanckirin.

Yên ku di nav me de desthilat û cih hene, divê zextê li pîşeya me bikin da ku karekî baştir bike ji bo parastina hemû wan rojnamevanan ku di jîngeheke tundî de kar dikin, bi taybetî jî ew kesên ku serbixwe kar dikin û berhemên wan ên herî girîng û bihêz hene lê carinan dema ku mesele tê ser ewlehiyê, ew bi tenê tên hiştin.

Nabe ku perwerde, amûrên xweparastinê û ewlehî, tiştên hilbijartinê bin. Divê em di vî warî de karekî baştir bikin. Belkî carinan ev kar ji bo yên ku ne tê de ne, wekî tiştekî biriqok û balkêş be, hinek caran rast e wisa ye, lê di heman demê de westyayî, bitalûke û gelekî ne aram e.

Ji bo hemû wan ciwanan ku karê serbixwe dikin ku karekî mezin dikin lê serê wan tevlihev e ji bo dayîna kirê an jî qûtê rojên pêş xwe û ji xwe dipirsin ta kengî dikarin li ber xwe bidin, Ez dibêjim: Berdewam bikin. Biçin û li wî welatî bijîn. Fêrî zimanê wan bibin. Rewşa navxweyî bişopînin. Rojekê dê nûçegihanekî an dezgehekê bibînin ku berhema we bi qedirgirtinê dibîne û derfetê dide we ku hûn wî tiştê hûn dizanin, bikin û pêşkêş bikin.

Dema ku ev tişt biqewime, tiştê ku wê raporên we cuda û diyar bike, ew dê ew çend salên hewldanê, fêrbûnê û naskirina xelkên wan cihan bin ku we tê de kar kiriye. Wergir dê ferqê bizanibin û yên ku dibin mijara çîrokên we jî, bi heman rengî. Dest ji xwe bernedin.

Ne tenê metirsiyên ewlehiyê ne ku em niha rûbirûyê wan dibin lê belê metirsiyên exlaqî ne jî. Ji bo me wan ku ji ber baweriyên kûr ên bi mafên bingehîn ên wekheviya hemû mirovan vî karî dikin, ev bingeh bi awayekî hejiyan e ku heta niha mînaka wê tune bû.

Mafên mirovan û qanûna navneteweyî tenê dê bimînin dema ku em hemû pabendî wan bin û parastina wan bikin. Ew ji xwe ve çênabin. Pêşiyên me gelek kar kirin û êşa mezin dîtin da ku rêyê bidin cîhanê bigihîje astekê ku hemû mirov xwedî vê parastin û rêzgirtinê bin.

Ez û gelek kesên din, demeke dirêj e bawer dikin ku eger em bipejirînin ku qanûna navneteweyî tê binpêkirin, em dikarin van binpêkirinan rawestînin û sûcdaran berpirsiyar bigirin lê niha ev rastî rojane winda dibin.

Eger em berevaniyê li kesên ku mafên wan têne binpêkirin nekin, em hemû dê wê parastinê ji dest bidin. Mirovahiya me ya giştî ew tişt e ku me bi hev ve girê dide û hêzê dide me ku yên qels û êşkişandî biparêzin.

Her dema ku em wisa bifikirin ku kesek ji ber ku em pê re ne li hev in, kêmtir ji hinekên din layiqî parastin û rûmetê ye, ew çarçoveya ku me bi hev ve girê dide, dê ji holê rabe.

Ji bo parastina mafên bingehîn têbikoşin, ji bo wan ên ku deng û platformek tune, têbikoşin. Dengê xwe bi kar bînin û berevaniyê li wî tiştê ku hûn dizanin rast e bikin.

Ez xwedî jiyaneke taybet im di cîhaneke taybet de. Ez ji dil û can spasdar im ku tê de dijîm û rojane ji mirovên bihêz, wêrek û dilovan gelek tiştan fêr dibim ku di demên herî dijwar de destûrê didin min ku ez têkevim nav jiyana wan. Ev rûmetek e ku ez bi qîmet dibînim.”

Lê di dawiyê de şer ne tenê bi çek, bombe û dirêjahiya sîperan ve girêdayî ye lê belê bi mirovan û bi wê yekê ve girêdayî ye ku siyaset, pere û desthilat çi tînin serê wan mirovan ku ti kontrola wan li ser van hêzan nîne, jiyanê ku bi evînê ava kirine ji wan distînin û parçe parçe dikin lê di heman demê de, tevî ku şer aliyên herî tarî yên mirovahiyê nîşan didin.

Her wisa aliyên herî baş jî xuya dikin. Ev e ku baweriyê li ba min çêdike ku em zêdetir baş in ji ya ku em xirab bin. Her wiha tîne bîra min ku her tim hêvî heye. Ev e ku min han dide ku ez berdewam bibim û vî karî bikim, da ku ez cîhanê nîşan bidim ku tiştê ez pê bawer im, gelekî girîng e.

Gelekî spas ji bo vê rûmetê.”

(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *