LAZIQIYE – Şer di navbera komeke çekdar û leşkerên Sûriyeyê de derket

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê, şer di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de derket û 19 kes hatin kuştin ku 16 leşker û 3 çekdar in.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku 16 kesên ku hatine kuştin endamên Birêvebiriya Asayîşa Giştî û Wezareta Parastinê ne ku piraniya wan xelkê Îdlibê ne.

Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman got:

“Ev êrişa herî bi xwîn û tund a li ser hêzên ewlehiyê yên piştî rûxandina rejîma berê ye.

Nûçe behsa hebûna kuştiyên din û windayan dikin ku şer li gundên Cebleyê berdewam e.”

Piştî bûyeran, li parêzgeha Himsê qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin.

Asayîşa parêzgeha Himsê di daxuyaniyekê de da zanîn ku ji bo ewlehiya welatiyan, Birêvebiriya Asayîşa Giştî qedexeya çûn û hatinê ragihandiye.

Qedexe ji saet 22:00an heta sibe saet 08:00an dê berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyeke SOHRê herî kêm 3 kes ji komên çekdar di şer û pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re de hatine kuştin.

Piştî ku şer û alozî derketin bangawaziya “cîhadê” ji mizgeftan hat kirin.

SOHRê her wiha diyar kir, hêzên ewlehiyê li gundên Herf El Sarî, Bebde, Duwêr Bebde, Daliye, Wadî El Qelê û Bêt Enayê rastî topbaran û êrişên mûşekî hatin ku “çavkaniya wan Koleja Deryayî ye ku baregeha operasyonên leşkerî tê de ye”.

SOHRê amaje bi wê jî kir ku helîkopteran gundê Bêt Enayê kiriye armanc û li herêmê digerin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *