Îbrahîm GUÇLU
Sed salî zêdetir e ku Neteweya Kurd ji bona ku neteweyekî parçebûyî û bindest û ji hemû mafên xwe bê par e; Kurdistan kolonî, parçeybûyî , hatiye dagirkirin-îlxak kirin di bin zilmeke mezin daye.
Ew zilma di demên taybet de zêderir dibe.
Qonaxa Cûntaya 12ê Ilona 1980yî, qonaxeke ku zilm li Kurdistanê zêdetir bû: Bi sed hezaran Kurd hatin binçavkirin û bi deh hazaran Kurd hatin hepis kirin û êşkence li wan hat kirin.
Komele û rêxistinên kurdan yên bi her awayî hatin qedexe kirin, berpirsiyar û damezrênêrên wan jî hatin hepis kirin û li wan êşkence hat kirin.
Li hemberî endam, damezrênêr, berpirsê rêxistin û partiyên Kurdistanê jî êrîşeke mezin û tasfiyekirina wan dest pê kir. Ew hatin darizandin û cizayê mezin bû para wan.
Gelek kurdperwer û kurdên sivîl jî hatin kuştin û şehîd kirin.
Li Kurdistanê hemû çîn û tebeqeyên civatê rû be rû yî girtin û êşkence bûn. Loma jî li Kurdistanê girtin û binçavkirinek û êşkence cizakirineke gelek girseyî û kîtlewî pêk hat.
Kurd mecbûr bûn ku koçber bin, biçin metropolên Tirkan û Ewrûpayê; bibin penaber; ji karên xwe dur, di şertên feqîrtiyê de jiyana xwe bidomînin.
Li Kurdistanê asîmîlasyon yanî Tirkkirin zêdetir bû û Tirkkirina Kurdan bi zorê hat domandin. Koçberî û permnaberî jî bû sedem ku zarok û malbatên Kurdistan ji welatê xwe dûr bikin, girêdayî ne daxwazên wan, ketin bin bandora Tirkkirinê.
Girtîgeha leşkerî ya li Diyarbekîrê jî, li dinyayê bi êşkence û kirinên xwe yên ne însanî, bi kuştin û bi êşkenceyên xw gelek bi navûdeng bû. Di Girtîgehê de gelek Kurdperwer hatin kuştin û şehîd kirin.
*****
Encama siyaseta Dewleta Dagirker û Kolonyalîst ya Tirkan di sala 1984-an di Meha Qanûna Paşîn de Necmeddîn Buyukkaya, Remzî Ayturk, Yilmaz Demîr hatin şehid kirin
Necmeddîn BUYUKKAYA, Sîwereqî ye. Ji malbat û eşîreteke mezin û bi navûdeng e. Navê eşîreta wan Karaxanî ye. Melbateke gelek xwendevanên wan heyî de hatiye dinyayê. Mamê wî Elî Kerexan yek ji 49 kesên Doza 49-an bû û ew bi xwe qadî bû û pişt re jî parêzerî kir. Pismamê wî Necatî Siyaxan, Celal û Şeyhmûs jî di salên 1969-an de di mav tevgera Kurd de kesên bi navûdeng bûn.
Ew li Stenbolê xwendevanê Zanîngeha Hiqûqê bû.
Necmedîn BUYUKKAYA, beriya DDKO ava bibe Kurdekî çep û radîqal bû. Di nav tevgera Şoreşgerî ya Stenbolê de naskirî bû. Dema DDKO ava bû jî, bû damezrênerê DDKO ye û di hemandem de di destpêkê de bû Serokê DDKO ya Stenbolê: Ew serokekî xebatkar û çalak bû.
Dema ku di sal Cotmeha 1970yî de derheqê DDKOyan de operasyonan dest pê kir, di derbarê wî de jî biryara hepsê hat dayin. Ew heta Cûntaya Leşikerî ya 12 ê Adara 1970yî kaçax ma û xebata xwe ya kurdperwerî meşand. Piştı Cûntayê jî çû Herêma Otonimaya Başûrê Kurdistanê.
Piştî bûyera dramatîk ya ku Seîd Elçî hat şehid kirin, ji Başûrê Kurdistanê çû Rojavayê Kurdistanê û pişt re jî di ser Çekoslovakyayê re çû li Swêdê cîwar bû.
Dema di sala 1974-an de Ef a Giştî li Tirkiyeyê derket, ji bona beşdarî Tevgera Kurdistanê bibe, hate welêt û di DDKD/KÎPê de jî bû endamê Komîteya Navendî.
Lê piştî demekê ji partiyê hat dur xistin. Wî xebat xwe pişt re zêdetir li Başurê Kurdistanê ji bo alikariya YNKê meşand. Dema şehîd jî bû, YNKê diyar kir ku ew ji endamê serokatiya wan e.
*****
Remzî Ayturk, ji Wan ê ye.
Di Bihara 3emîn ya Tevgera Kurdistanê de di ciwantiya xwe de din av Tevgera Kurdistanê cî girt. Xortekî çeleng û egit bû.
Di nav Tevgera Cıwanên Kurdperwerde beriya Cûntaya 1980yî gelek çalak bû.
Ew endamê Tevgera Komal-Rizgarî-Ala Rizgarî û ASDK-DERê bû.
Yilmaz Demîr, kurdperwerekî Anatoliya Navîn e. Ew li Kuluyê ji gûndê Enîceovayê ye.
Malbata wî û bi taybetî jî birayê wî yê mezin Fehmî Demîr endam û qadroyekî jêhatî yê Ozgırluk Yolu bû. Yilmaz jÎ di rêya biramezinê xwe de meşiya. Di civanntiya xwe di de di nav Ozgurluk Yolu de cî girt.
*****
Divê hemû kurdperwer, gelê me, rêxistinên Kurdistanê ev 3 şeîdan û hemû şehîdên Kurdistanê bîra nekin.
Ez jî bi rêz û bi giramî wan û hemû şehîdên Kurdistanê bîbîr tînim.
Diyarbekîr, 24. 01. 2025
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên Rûpela Nû nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)