Sıddık BOZARSLAN
Nuqteyeka balkêş ew e ku berîya îlankirina seferberlixê, li Dîyarbekir û li hin herêmên dî yên kurdan propaganda şer hatîye kirin ku kurd beşdarî şer bibin. Mîsal, Padîşahê Osmanî Sultan Reşad, bi sîfeta Xelîfeyê Îslamê di 14yê çirîya paşîn 1914an da ”Banga Cîhad- i Ekber” dike ku hemî musulmanên di bin rêberîya osmanî da dijîn, beşdarî şer bikin. Lê walîyê Dîyarbekrê Hamit Beg, hê di 3yê çirîya paşîn 1914an da girseya gel li meydanê dicivîne û ji wan ra li ser navê dîn û îmanê, îslamê û wd. gazîyê xelkê dike da ku xwe amade bikin û herin şer. Digel wê nutqa walî beg, fermandar Ahmet Îzzet Paşa jî vala nasekine. Eskerên ku di bin fermandarîya wî da ne û orduya duyemîn pêktînin jî li sukên Dîyarbekrê meşên eskerkî dikin û bi tekbîr û selawatan xelkê vedixwînin enîya şer û xelk jî bi tekbîran piştgirîya eskeran dikin û sond dixwin ku ew hemî dê herin şer. Di vê çarçoveya propaganda dînî da ku di serê xelkê da bixwînin û hestên wan ên dînî îstîsmar bikin û wan hemîyan bikin qurbanî û genocide bînin serê neteweyê kurd, rêvebirên Îttîhatê bi piralî xebitîne. Şêx Hezretê Bedlîsî dihere li Pasinlerê waaz dide jibo şerkirinê; Heci Yusuf Efendîyê Nakşîbendî jî dihere Hunusê; bi gotina rastirîn ew tên rêkirin jibo bi rîya waazê çavê xelkê girêdin û wan rêkin mirinê. Sed mixabin ku encam jî weha bûye. (12)
Propagandeyek jî di derbarê rus û ermenan da hatîye kirin. Di wê çarçoveyê da propaganda çêbûye ku orduya rusî ji bakur ve ketine hundur û digel hêzên ermenan gelên musulman kuştine. Li gora wê propagandayê hema bêje her kes wê herin şer. Hêzên milîs ku hatine çêkirin, ew di enîya Kafkasyayê da ketine şer. Esker û fermandarên kurd ku ketine nav orduya osmanî jî hem di enîya Kafkasyayê da û hem di enîyên Hîcazê û Surîyeyê da beşdarîya şer kirine.
Ev resma jorîn ku di 1914an da em li Dîyarbekrê dibînin, ez pêwist dibînim ku dema min bi çend hevokan behsa wê resmê kir; ez gelegirî bûm, her du çavên min tije hêstir bûn, ji ber ku 70 sal paşê li Amedê li Derê Çîyê ez rastê resmeke weha bi zindî hatibûm û loma wek şerîda sînemayê min wan her du resman da ber hev. Di navberê da 70 sal derbas jî bibe, her du resim wek kopyayên hev bûn. Di resma min a zindî da hemî hêzên dewleta dagirker, digel def û zurneyan hestên dînî yên xelkê Dîyarbekrê rakiribûn ser pîyan û bi sloganên ”Allah û Ekber” û ”Kibrîsa me musulmanan em nahêlin kafir lê bijîn! Kibrîs ya me ye û divê em herin wê derê bi şer bistînin! û wd..” Di bin sîya wan slogan û propaganda dînî da careka dî xelkê Dîyarbekir rabûbû ser pîyan û digotin ew amade ne jibo mirinê herin şer da ku ”Kibrîsê ji destên kafiran rizgar bikin!”
Wek em di naveroka resmên jorîn da û di du resmên nivîsarên çûyîn da dibînin; civata kurdî bi sedsalan bûye bindestê hukmê osmanî û di pratikê da gotina bapîrên me xwe têxistîye jîyanê ku civata kurdî, bûye mehkûmê jîyana man û nemanê. Ev gotina pêşîyan weha ye: ”Tu nanê kê bixwî, tê şûrê wî bikşînî” Ev, ne tenê jibo civata kurdî li welêt, her weha li seranserê cîhanê jibo her civatî rastîyeke heyatî ye ku muhra xwe li jîyanê dixe. Loma pêwistî pê heye ku di çend resmên dî da ez li ser wê rawestim.
- Emîn Zekî Beg, jibo kurdên ku di orduya osmanî da beşdarî kirine, weha dibêje:
”Gelê kurd, du ordu rêkir nav agirê şerê dijwar. Yekemîn, Kolorduya11.emîn e ku li Karargaha Ma´muretu´l-azîz çêbûye; Kolorduya 12.emîn e ku li Karargaha Musulê bûye. Ji orduya Cîgir jî boluga 135an ya siwarî, yanî çar takim û sancakek rêkiribû. Digel wan, hêzên ku hin sînoran diparastin û elemanên ewlekarîyê û hemî alayên cendirme jî jibo şer hatibûn şandin. Gelek erat û zabitên Kolorduya 9.yemîn ya li Erzirumê û Kolorduya 10.wemîn li Sêwasê jî rêkiribûn şer…Bi jimareyeka zêde hêzên milîsî yên eşîran, hem li erdên osmanîyan û hem li Bakurêrojhilatê Îranê beşdarî şer kirin.” (13)
Kurdên ku li dijî şer bûne û beşdarî nekirine
Wek me di çend resmên çûyî da bi kurtayî dît, ji bêneçarîyê be jî piranîya kurdan beşdarîya şer kirine û li herêma Sarîqamîşê derdora 100 hezar kurd mirine. Lê wek jimare hindik bin jî kurdên ku di çarçoveya neteweyî da fikirîne û beşdarîya şer nekirine, hebûne û ketine nav hin hewildanan ku neteweyê kurd beşdarîya şer nebin. Lê ji ber ku jimareya wan kurdevînan hindik bûne, zêde li ser civata kurdî tesîr nekirine da ku kurd beşdarîya şer nekin û nebin qurbanîya şerê ku ne ya wan bûye..
Di pêvajoya şer da li ser navê ”seferberlik”ê hew qas kurd civandine û birine mirinê ku êdî di devê her kurdî da gotina ”seferberlik”ê cî girtîye û ev adeta bûye wek gotineka kurdî. Loma di vî derbarî da tespîtên Kemal Mazhar Ahmed jî balkêş in:
”Di herêmên kurdan da civandina kurdan jibo şer ji alîyê berpirsên osmanî ve bi serfîrazî pêk hatîye. Ev pêvajo li ser kurdên gundî û tebeqeyên dî hew qas tesîrên neyênî hiştîye ku gotina ”seferberlik”ê ku ketîye nav kurdî û hê jî di maneya bêyomî û bêtalihîyê da tê bikaranîn ku rêwîtîya ku çûyîn heye lê veger tune ye, dide îfadekirin… Ev tê merhaleyek ku gelek eşîrên kurd êdî acizîya xwe nîşan dane li hemberî komkirina kurdan bo şer ji alîyê Îttîhat Terakkîyê ve ku gotinên ”cîhad”ê û ”nivîsîna eskerîyê” dixebitandin. Êdî wan eşîran jî bersîvên neyênî didan hukumetê û ewil tek û tek û paşê bi girseyî hewildanên fîrarîyê qewimîn…” (14)
Wek numûne mirov dikare li jêr hewildanên Abdurrazak Bedirxan û Yusuf Kamil Bedirxan nîşan bide û pêşkêşî we nifşên nû bike ku ji wan kirinan ders werin girtin