Kemal TOLAN
Nivîskarê rêzdar kekê Wasfî Xana Êzdî Hekarî di vê pirtûka xwe* de dide xwanê û dibêje, “Gelek lêkolîn û nirxandinên civaknasiyê yên gerok û rojhilatnasên biyanî jî li ser gelê xwecihî yê Zagros û Torosan hene ku ew jî bi roniya hin lêkolîn û nirxandina hin berheman gihîştine hin encaman. 26 Anthony Kaldellis jî di vî derbarî de weha dibêje. Di sala 830’ê ya Zayînî de Komeke mezin ji Şervanên Xoramî (Horamî-Horeman) xwe spartin Împaratoriya Romayê. Encamên boyerê him di çavkaniyên romanî û him jî di çavkaniyên erebî de baş hatine belgekirin. Xoramiyên Çiyayî piranî Kurdên Azerbêcanê yên peyrewên baweriya Mezdekî bûn ku di dîrokekî pir pêş de ji Xoremana kevnar a “Kirmanşan û Xoremana Text ya Parêzgeha Kurdistana Rojhilat” Rojavayê Îranê hatine derbederkirin. Wan bi salan şerê Xîlafeta Ebasiyan kirin. Lê şkestin û berbi tunebûnê ve çûn. Vebijarka wan a herî baş ew bû ku xwe tevlî Artêşa Romayê bikin. Tê zanîn ku hêza Xoramiyan ji şervanan û penaberan pêkdihat. Tê zanîn ku koma yekemîn 14 hezar kes bûn. Bi hevalên xwe yên ku pişt re tevlîbûn, piştî demeke kurt hejmara wan gihîşte 30 hezarî. Împarator Theaphîlos (899-842) Xoramiyan di nav Artêşa Romayê de hildibijêre û di operasyonên leşkerî yên li dijî dijminên împaratoriyê yên li rojhilatê de balê dikşîne ser wan. Wan çend salan xizmeteke gelek baş ji wan re kirin, lê di dawiya padîşahiyê de Theopholîs ji wan guman kir. Wî serokê wan, ku bi navê Yewnanî Theophobas girt û biryar da ku wan li yekîneyên biçûk ên 2000 mêrî dabeş bike û wan belav bike, di nav mijarên ku ji hêla efserên Romayî ve têne fermankirin. Suryanî Mîkaîl dibêje dema ku hin Xoramî hatine Împaratoriyê, bi girseyî bûne mesîhî. Di vê xalê de wan dizanîbû ku saxbûna wana fîzîkî ji baweriya wan girîngtir e, ji ber ku piştî ku li rojhilat ji aliyê Ebasiyan ve hatin qetilkirin, li ber tunebûnê bûn. Zanyarên berê Thophobos bi General Narsê Xoremî naskiribûn lê Juan Sîgnes Codoner jî dibêje: Theobhobos Kurê General Narseh bû. 27
Rastiya wê çibe bila ew be, lê Îzady di pirtûka xwe ya lêkolînên li ser Kurdan de weha dibêje: Di wê serdemê dîroka Kurdistanê de jî lûtkeya tevgerên dînî yên ku bi navê Mezdek di dawiya serdema Sasaniyan de destpêkirine. Du pêşengên nû yên bi navê Babek û Narseh di bin navê “Xoremîyê” de pêşengiya tevgerê dikirin. Babek P.Z. di sala 817’ê de bi daxuyaniya xwe ya ku ew qasidê Xwedayî ye li Azerbêcanê destpêkir. Li dijî Xelîfeyên Ebasiyan serhildanek sedsalî destpêkirin. Bi rastî jî Babek tenê sernavek bû ku ji mirovekî şoreşger re hatibû dayîn, navê wî yê rast Hesen bû. Pir gengaze ku Babek guhertoya biçûk a bav e, ku tê wateya “qasidê Xwedayî” Ji ber wê yekê Babek bi îhtîmaleke mezin tê wateya “qasidê Xwedayî” yê biçûk, çawa ku dibe “Hesen” jê re bigota. Digel ku her tim teqez bû ku girêdanên dînî yên Babek wekî peyrewê êzdanîtiyê bû, îro jî eslê wî yê etnîkî diyar e. Di wê demê de, Azerbêcan qasî sêsed salan rawestgeha koçên Kurdan yên dijwar bû. Erdnîgar û dîroknasê misilman Yaqûbî di sala 891’ê zayînî de dinivîse ku serjimara Azerbêcanê ji du gelan pêktê. Herdu jî ji eslê xwe Îranîne, yek ji wan Azerî ye û yê din jî Cewanî yên ku desthilatdarên Bajêrê Badê yê ku berê Babek lê jiyaye. (Buldan, 48) Dîroknas Hawafî di berhema xwe ya bi navê Mucmal-î fasîhî, dora 1441’ê de temam bûye weha dibêje: Babek ji nav Cewandaniyan derket û serî hilda… Babek piştî mirina axayê xwe îdîa kir ruhê axayê xwe di vejîne û li der û dorê dest bi kiryarên xwe kir. Ji bilî eşîra Cewandan, Cewan Cafên îroyîn êşîrên Kurdan ên bi navê Belikan, Gerger û Badh bicih bûne. Li Çiyayên Sabalan ên Azerbêcana Rojhilat, Baladxorî-baladhurî, Futuh, 213. 1-8) Eşîrên Kurdan îro jî bi navên Belikan, “Baz û Bazaynî” hebûna xwe didomînin û Bad wekî paytexta Babek xizmet kir. Fermandarên Babek ku eslê wan ê êtnîkî bi berfirehî di çavkaniyên îslamî yên serdema navîn de hatiye diyarkirin, wekî Kurd hatine pênasekirin. Wekî mînak waliyê Merandê yê Azerbêcanê û yek ji fermandarên sereke yên Babek ji aliyê Yaqûbî ve wekî “Îsmayê Kurd.” dihat binavkirin.
Narseh, ji aliyê dîroknasê îslamî Mesûdî ve wekî “Nasirê Kurd” hatiye tomarkirin ku li Başûrê Kurdistanê navenda dînê Kurdî ya xwecihî yezdanîzmê ye, serî hilda. Wekî ku dîroknasê misilman Teberî diyarkiriye, artêşên xelîfeyê Ebasî di sala 833’yê zayînî de piştî ku şêst hezar şagirdên Narseh kuştin paşê karine Narseh têkbibin. Pişt re Narseh bi piraniya şagirdên xwe yên sax mayî re filitî û xwe spart axa Bîzansê, li wir yekîneya kurdan a artêşa Qeyser Theophîlus avakir. Artêşa Theophîlus di sala 838’ê Z. de ji bo alîkariya tevgera Babek ku ji hev belav dibû, di sala 838’ê de êrîşî axa xîlafeta Ebasiyên misilman kir (Rekaya 1974, Rosser 1974) Lê belê, destwerdana Theophîlus bêfêde bû, ji ber ku Babek di dawiyê de ji hêla Ebasiyan ve hat têkbirin. Bîzansan şoreşger Narsê û leşkerên wî li Pontosê li bakûrê Anatoliya navendî bicih kirin. Çavkaniyên Bîzansî diyar dikin ku ev herêm ji bo ku penaber karibin di nav gelê xwe de bi cih bibin hatiye hilbijartin (Bury 1912) Ji ber wê yekê, ji bo ku Bîzansî Narseh û koma wî ya ji başûrê Kurdistanê wekî gelê Pontosî bihesibînin, divê civaka kevnar a Kurd a li Pontos, heta nîveka sedsala 9’ê de tevî ku bûye xirîstiyanî jî nasnameya xwe ya kurdî bi têra xwe parastine. Lê belê piraniya delîlên berdest epîsodîk in ku destûr bidin encamên teqez li ser pirsa nasnameya etnîkî ya Pontosan di heyamek wisa dereng de. Di her rewşê de tê gotin ku Narseh bixwe jî bûye xirîstiyanî û navê Theophobus li xwe kiriye. Tevgera Yezdanî ya Babek û hebûna Kurdan a girseyî li Azerbêcanê rasterast bi qonaxeke pir berê ya tevgerên gelê Kurd ve girêdayî bû. Nêzîkî destpêka sed sala 4’an a zayînî, di encama koçkirina bi sedsalan a Kurdên Başûr û şert û mercên xweş ên civakî-aborî de, li bakûrê û rojavayê Kurdistanê li Anatolyayê, ketine serdemeke pir zêde ya serjimarê. Ku herikîna hozên (eşîr) Kurdan ber bakûrê, bakûr rojava rêjeya serjimarê aniye asteke wisa grêtîk ku guhertina herî biçûk di hêzên leşkerî yên organîze yên Împeratoriyên Sasaniyan û Bîzansan de, ku serjimara wan li rojhilat û rojava mabûn, wê bibe sedema seferberiyeke mezina mirovî. 28 Shahab Valî dibêje: 29 Li gor Madelung her çiqas çavkaniyên dema pêşî yên îslamê cih nedin tevgera mezdekî, ev civat di nav herêmên Îranê de belav bûne, civata herî xort li el-Cîbalê ango li çiyayên Zagrosê cihê xwe girtiye. Yek ji wan tevgeran, Ya Xoremdîn bû, ku bi serokê xwe Babekê navdar dihat naskirin. Babekê ku ji Meda’inê bû, ji aliyê Cavidan b. Sehl, serokê Xoremiyan ve hatiye ferqkirin, yê ku piştî demeke kurt miriye. Babek îdia kiriye ku ruhê Cavidan ketiye bedena wî û bi vî awayî alîgirên xwe zêde kiriye. Wî hêzeke nû û rêbazên şer ên taybet da wê tevgera dînî û civakî, ya ku beşeke ji mezdekîzmê ye. Wisa tê zanîn ku helwestên wî ji sala 816-17’ emîn a Z. ve dest pê kiriye. Li gorî çavkaniyan tevgera Babek heta Cîbalê belav bûye. Babekê Mejûsî şerê çekdarî 23 salan berdewam kiriye. Dawiya dawî hatiye girtin û ew şandine Semîrrayê 4’ê rêbendana 838’an gihîştiye wir. Xelîfe el-Mu’tesem bi awayekî tund ew darvekiriye. Laşê wî li sêdarekê aliqî maye û navê wî danîne ser taxeke bajêr.
Ev zevtkirin û darvekirina Babek dawiya tevgera Xoremiyan neanî. Tevger bi temamî winda nebû û bi navên din li Îranê xuya bû, bi taybetî li Zagrosê xuya bû ku îro civaka Yarsanan bi hejmareke mezin lê dijîn. Di nava hin çavkaniyan, de navê Babek wekî Babekê Mejûsî jî derbaz dibe. Mejûsî Kurdên rojparêz bûn. Peyrewên baweriya Ezdayî ya baweriya Xora Mezdekî bûn. Baweriya Mezdekî baweriya Xorra bû, ji Xoramêjda hatiye. Mejûsî, pir biaqil û zana bûn, li ser ezemet û ecêbiyên rojê û pergala asmanî pir mijûl bûne û peyrewên du’a-du’rozê bûne. Dema ku mirov li ser kevneşopiyên Kurdan lêkolînê dike, mirov dibîne ku sê parên dîroka Kurdan di mîtolojiya Kurdan de veşartiye. Parek ji wê jî Mejûsî ne Termîna Mejûsî-mêjûsî, yên ku bi hêza mejî tevdigerîn, li ser mêjûyê, pergala rojê û bi qewlên rojê ve têkildar bûn. Tê zanîn ku “Xoramêjde-Mêjdeha-Rojê” “Mêjûde ya Rojê” jî navê pirtûka wan a pîroz bû. Heke dîroka Kurdan di belgeyan de bi diristî nehatibe parastin jî, di mîtolojiya Kurdan de hatiye parastin. Wekî tê zanîn, mîtolojî yek ji hêmana herî girîng a çanda devkî ye. Ji ber wê jî bi qasî ku wek gotineke ku kes, bi kesî, nifş, bi nifşî hatiye veguhestin û derbazî nifşan bûye. 30”
26 Mehrdad R. İzady: 2013,170-171. Bir El Kitabı Kürtler. Doz Yayınevi Bayrampaşa İstanbul.
27 Anthony Kaldellîs: 2020,167-168-169-170-171-172. BÎZANS Roma Diyarında Etnisite ve İmparatorluk. Çeviri. Deniz Türker. Karakarga Yayınları Nişantaşı İstanbul.
28 Mehrdad R. İzady: 2013,170-171. Bir El Kitabı Kürtler. Doz Yayınevi Bayrampaşa İstanbul.
29 Anthony Kaldellîs: 2020,167-168-169-170-171-172. BÎZANS Roma Diyarında Etnisite ve İmparatorluk. Çeviri. Deniz Türker. Karakarga Yayınları Nişantaşı İstanbul.
30 Shahab Valî. 2011, r. 22. Kurdên Yarsan Dîrok û Mîtolojî Parîs. Wergera ji Fransî Sevda Orak Reşîtoglu. Weşanên Avesta.
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)