Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê ji ber axaftina bi kurdî li Stenbolê hate qetil kirin; em wek PWK vê êrîşa nîjadperestan rûreş dikin

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Kurdekî ji  Başûrê Kurdistanê li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî hate qetil kirin; em vê êrîşa nîjadperestan rûreş dikin

Hekîm Loqmanê ku xelkê Navçeya Şêxan a bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bû, şeva 31.08.2024ê li gereka Aksaray a Stenbolê, ji ber ku bi kurdî diaxivî, tûşî êrîşa 12 kesên hov ên nîjadperestên tirk bû û bi kêran hate qetil kirin.

Bira û pismamekî Hekîm Loqmanî jî di vê êrîşê de birîndar bûne.Polîsan ev du kesên birîndar desteser kirine, lê paşê hatine berdan.

Ji êrîşkeran tu kes heta nuha nehatine girtin.

Ruhê Hekîm Loqman şad, cîhê wî biheşt be.

Em ji malbata Hekîm Loqman re sersaxîyê dixwazin.

Ev êrîşa hovane, ya nîjadperestên tirkan, berdewamîya sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê ne ku li ser dijayetîya kurdan, li ser dijayetîya zimanê kurdî tê meşandin.

Di van çend mehên dawî de gelek kurdên ku bi kurdî diaxivîn rû bi rûyî êrişên nîjadperestan bûne, gelek kes ji ber gotina stranên kurdî hatine girtin.

Li gelek bajaran walîtîyan nivîsên şaredarîyan yên weke ‘’Pêşî Peya’’, ‘’Hêdî Hêdî’’ reş kirin, xera kirin.

Ev kiryarên li dijî zimanê kurdî li ber çavên Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê hatine kirin. Ev encama sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ye ku li ser esasê dijatîya kurdan hatîye ava kirin.

Em vê êrişa nîjadperestên tirk rûreş dikin. Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku demildest êrîşkeran tesbît bikin û bigrin.

Em bangî Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rê li ber êrîşên li ser zimanê kurdî, êrîşên li ser kurdan bigrin.

Divê rayedarên Dewleta Tirkîyeyê bizanibin ku miletê kurd heta nuha di êrîş, qetlîam û jenosîdan de bi sedhezaran keç û lawên xwe şehîd daye. Dîrokê îspat kirîye ku tu qetlîam û jenosîdan nikarîbûye ku miletê kurd ji hole rake û nikarîbûye rê li ber têkoşîna doza azadîya Kurdistanê bigre.

Miletê kurd serê heta îro xwe netewandîyê û dê netewîne jî.

Em bangî Rêveberîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin da ku ji bo ku  ew 12 kesên hov demildest bêne girtin, bi helwesteke biryardar li gel rayedarên Dewleta Tirkîyeyê peywendîyan deynin.

Bijî Kurd

Bijî Kurdistan

01.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *