KURD-KAVê 26’emîn kongireya xwe ya asayî lidarxist -VIDEO

Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAVê piştgiriya xwe bo serkeftina pêvajoya çareseriyê radigihîne û dixwaze dewleta Tirkiyeyê çawa ku milyonan lîre pare alîkariya darayî li sazî û dezgehên xwe yên çandî dike piştî pêvajoyê alîkariya darayî li saziyên Kurdî jî bike. KURD-KAV herwiha armanca xwe heye zanîngeheke Kurdî ava bike.

Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAVê 26e mîn kongireya xwe ya asayî lidarxist. Di kongireyê de ji bilî kar û xebatên KURD-KAVê wekî li piraniya çalakî û berhevbûnên Kurdî li wir jî rojeva herî germ Pêvajoya Çareseriyê bû.

Serokê Weqfê di wê baweriyê de ye ku, piştî dawîbûna şerê PKKyê û dewleta Tirkiyeyê dê kar û xebatên sivîl û li ser çand û zimanê Kurdî pêşvetir biçin û ew hêvî dike, dewleta Tirkiyeyê çawa ku alîkariya darayî li saziyên xwe dike, alîkariya darayî li saziyên Kurdî jî bike.

Serokê KURD-KAVê Mihemed Celal Baykara ji K24ê re got: “Dewleta Tirkiyeyê alîlariya darayî li hezaran sazî û dezgehên xwe yên çandî dike lê ez hêvî dikim piştî encambûna pêvajoya çareseriyê av alîkariyên darayî li sazî û dezgehên Kurdî jî bike. Ez vê hêviyê ne bes ji bo KURD-KAVÊ dikim, ji bo hemû dezghên Kurdan dikim. Ji ber ku heke dewleta Tirkiyeyê li ser pêvajoyê jidil be, divê cûdakarî neke. Em jî piştgiriya pêvajoyê dikin daku kar û xebatên sivîl û çandî pêşvetir biçin.”

Rêvebirê KURD-KAVê Mazhar Kara jî eşkere dike ku, wan heta niha gelek çalakiyên cûrbecûr kirine û armanca wan a herî mezin avakirina zanîngeheke Kurdî ye.

KURD-KAV, bi navê Kurdî yekem weqf e û di sala 1992yê de hatiye avakirin.

Di pêvajoya yekem a çareseriyê de pirtûkên Kurdî zêdetir hatibûn firotin û çapkirin, qorsên Kurdî zêdetir bûbûn û xebat û çalakiyên li ser çand û zimanê Kurdî pêşvetir çûbûn. Di pêvajoya niha de jî hêviya geştirbûna van çalakiyan tê kirin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *