Kovarên Kurdî yên kevn; HEVDEM

Ew hejmarȇn Hevdemȇ ku di destȇnmidene di salȇn 1993 ȗ 1994 de derketine. Kovar giranȋya xwe didȇ rewşa politȋkȋ ya Kurdistan, lewra piranȋya nivȋs ȗ berhemȇn di kovarȇnde nivȋsȇn(şȋrovekirin, maqale, hevpeyvȋn, analȋz ȗ her yȇn din) politȋkȋne ȗ ji xwe redaksȋyona kovarȇ ȗ hinek nivȋskar jȋ, vȇ rewşȇ ȗ armancȇ didine nasȋn ȗ ji bo xwendevanan ȋzahdikin bȇ bernama ȗ hedefa Hevdemȇ çȋye.

Bȇ goman beşȇ kulturȇ jȋ cȋhȇ xwe girtȋye, wek mȋnak em karin babet ȗ tema Mem ȗ Zȋna Ahmedȇ Xanȋ bidin. Ev tema di çend hejmarande bi awakȋ fereh hatȋye şȋrovekirin ȗ eve naveroka kovarȇ xweştir ȗ dewlemendtir dike. Helbest jȋ hene, got ȗ bȇj hene, nivȋsȇn din yȇ li ser kulturȇ hene; lȇ mȋna min li jor jȋ got kultur kȇme, balam ev ne kȇmasȋyeke; ji ber ku kovar kovareke politȋkȋye ȗ nivȋskar jȋ keda xwe yȋ granbeha didine politȋkayȇ. Divȇt ez vȇ jȋ bibȇjim ku piranȋya nivȋskaran li vir xwedȋ pȇnȗsȇn jȋr, jȇhatȋ ȗ di civaka kurdȋ de tȇn di nasȋn. Sewȋya/kalȋta nivȋsan bilinde ȗ gelek ji wan berheman xwedȋ naverokeke zanyarȋ ȗ akademȋkin jȋ.

Hinek ji temayȇn kovarȇ evanin: di tekoşȋna netew  de demeke nȗ, pirsa bakȗrȇ Kurdistanȇ di qada enternasyonalde, babeta demokrasȋyȇ li Rojhelata navȋn, rewşa grȗb ȗ organȋzasyonȇn kurdȋ li bakȗrȋ Kurdistan ȗ her yȇn mȋna van temayan pirrin di vȇ berhemȇde.  Noktekedin ku Hevdemȇ giring dȋtȋye, cȋnayetȇn faȋlȋ meçhȗlin. Di van salande/1990 an de gelek kurd hatine qetlkirin ȗ kovarȇ jȋ navȇn hinek ji van kurdan ȗ sȗretȇn wan di rȗpelȇn xwe de belavkirine, nalet li qatilan hatȋye kirin ȗ eve jȋ nȋşaneke/ȋspateke ku Hevdem xwedȋ rol ȗ bernameke neteweyȋyȇ ȗ ew bo xwe jȋ kirȋye armanc.

Her çiqas min got ku kovar berhemeke politȋkȋye,  lȇ dȋse jȋ ezȇ vȇ nivȋsa xwe bi gazȋyek/bangdanek anjȋ anonsek kulturȋ tewaw bikim. Ha divȇt ev nokte bȇt gotin/tekrarkirin ku car carna babetȇn politȋkȋ ȗ kulturȋ di analȋzȇn kurdȋde zahmete ku jev bȇn veqetandin. Ev nivȋsa

nivȋskarȇ me yȋ hȇja M. Emin Bozarslan minakeke wiloye. Çiye ev mȋnak? Ev mȋnak ewe ku di sala 1995 an de berhema feylezofȇ me yȋ nemir ya Ahmedȇ Xanȋ  ”Mem ȗ Zȋn” 300 salȋya xwe didagirt. Ȗ berrȇz Bozarslan hȇ dȗ sal berȋ ev berhem 300 salȋya xwe dagirȇ kar ȗ xebateke bi plan ȗ bi qȋmet kirȋye.Fermo bȇ ma mamostȇme Bozarslan çawa me agadardike ȗ bangȋ gelȇ xwe dike:

 ”JI HEMȊ VȆKXISTINȆN KURDȆN SȊYASȊ, ÇANDEYȊ Ȗ KOMELȊ RA NAMEYA VEKIRȊ: Serok ȗ kargȇr ȗ endamȇn berrȇz, wek ku tȇ zanȋn, destana Neteweyȋ ya kurdȋ ”MEM ȗ ZȊN” di sala 1995 an de 300 salȋya xwe dadigre. Hozanȇ nemir ȗ bȋrewerȇ gewre Ehmedȇ Xanȋ, nivȋsȋna vȇ destana rȗmetgiran di sala 1695 an de temam kirȋye….”(1) ȗ eve nivȋs her bi awakȋ tarȋxȋ ȗ zimanekȋ xweş berdewamdike ȗ di dȗ rȗpelȇn kovarȇde cȋhȇ xwe girtȋye.

2024.09.29

Çavkanȋ

 1). Hevdem/hejmar 3, sal 1993 ȗ rȗpelȇn 77-78.

 

Nuri Aldur

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *