Nuri Aldur
Di çȇbȗn ȗ hebȗna ronakbȋrȋya kes ȗ netewande fonksȋyona edebȋyata nivȋsandȋ (pirtȗk, rojname, kovar, maqala, poesȋ ȗ her yȇn mȋna van berheman) cȋhekȋ xwe yȋ giring ȗ balkȇş heye. Ȗ eve mȋna bo hemȋ kesan, bo me kurdan jȋ wehaye ȗ belkȋ jȋ bo me hȇ pȇwȋstirbe, ji ber ku xezȋne ȗ materyalȇn edebȋ yȇn kurdȋ hȇ negihiştine dereceke pir bilind ȗ modern. Bȇ goman xebat ȗ tekoşȋneke xurt ȗ bi piralȋ di jȋyana kȗltȗra kurdȋ de heye (zȇdebȗna çapxanan, pirtȗkan, roman, novel, sempozyȗmȇn li ser poesȋ, forȗm ȗ vekirina bazaran bo pirtȗk ȗ edebȋyata kurdȋ her diçȇ zȇdetir ȗ pirtir dibin ȗ eve tiştekȋ dilxweşȋ ȗ serbilindayȋyȇye) balam hȇ negihiştȋya sewȋyeke mȋna zimanȇn/neteweyȇn xwedȋ dezgeh, enstȋtȗ ȗ wezaretȇn ȋlim ȗ kȗltȗrȋ ȗ eve jȋ hinekȋ derveyȋ qȗdret ȗ ȋrada me ye – ji ber ku dewleteke me bi navȇ Kurdistan hȇjȋ, bi daxewe/malesef, tȗneye.
Kovara Nȗdem ȇ di vȇ dem ȗ prosesȇde roleke xwe yȋ taybet heye (çima taybet? belȇ taybete, ji ber ku ewe demeke dirȇj ȗ bi awakȋ sȋstematȋk derdiket ȗ belav dibȗ) ȗ Nȗdem ȇ xwe mȋna enstȋtȗyeke kurdȋ anjȋ normeke neteweyȋ bo ronakbȋrȋya kurd ȗ Kurdistan da qabȗlkirin ȗ ewe bȗ mȋna çavkanȋyek bo edebȋyata kurdȋ ȗ ewȇ wȇ her weha jȋ bimȇnȇt.
Kovara Nȗdem, pel ȗ rȗpelȇn xwe bi babetȇn hemȗ disiplȋnȇn(beşȇn/şaxȇn ilmȋ) dinya akademȋk ȗ ya edebȋyata kurdȋ di xemilandin. Evan babetan, metodȇn cȗde cȗde li ser romannivȋsȇbȗn, li ser poesȋya kevn ȗ nȗbȗn, li ser felsefe ȗ rewşa zimanȇ kurdȋbȗn ȗ li ser hȇ gelek șax ȗ beşȇndin yȇn edebȋyatȇ bȗn. Di nava rȗpelȇn kovarȇde em rastȋ wergerandina berhemȇn nivȋskar ȗ feylezofȇn enternasyonal dibin, em rastȋ berhemȇn ȋkonȇn me yȋ edebȋyata kurdȋ; Ahmedȇ Xanȋ, Melayȇ Cizȋrȋ, Feqȋyȇ Teyran; ku ji zimanȇndin hatine wergerandin bo kurdȋ dibin.
Lȇ em rastȋ gelek șexsȋyet ȗ pȇnȗsȇn nȗ yȇn me kurdan, ku me berȇ ne dinasȋn jȋ dibin. Nȗdem li vir, ji gelek kesanre, bȗ mȋna derȋyekȋ nȗ ku dest bi kar ȗ xebata edebȋ dikirin ȗ ewan di van xebatȇn xwe de her berdewam jȋ kirin.
Ez van agadarȋyan didim anjȋ van rastȋyan dibȇjim ji ber ku niha di destȇn min de gelek hejmarȇn kovarȇ hene ȗ evan hejmaran di demeke dirȇjde/di çend salande hatine belavkirin. Lȇ, min bi xwe jȋ eve kovara ji nȇzȋk ve taqȋp kirȋye ȗ di çend hejmarande nivȋsȇn min jȋ belavbȗne.Bi van gotinan dixwazim vȇ bibȇjim ku ez ȗ bawerim gelek kesȇndin, mȋna min, kovar/berhema me Nȗdem ȇ baș dinasin, dizanin ȗ nemabȗna wȇ wek kȇmasȋyek di dinya kȗltȗra kurdȋde dibȋnin.
Ha ez berȋ vȇ nivȋsa xwe bi dawȋ bȇnim divȇt vȇ jȋ bibȇjim ku wȇ kȇmasȋyek be ȗ heta wȇ xeletȋ jȋ be ku eger ez; bi çend gotinan, qala xwedȋ ȗ berpirsȋyarȇ kovara Nȗdem ȇ nekim.
Çima wȇ kȇmasȋ anjȋ xeletȋ be?
Ji ber ku berrȇz Firat Cewerȋ eve proje; eve kar ȗ xebat, eve bername ȗ hedef, EVE BERHEM Ȗ XEZȊNE ji sifirȇ destpȇkir ȗ bi keda xwe, bi dewlemendȋya bawerȋ ȗ zanyarȋya xwe – LȆ BȆ GOMAN BI DILXWAZȊYA DȊYALOG Ȗ HEVKARȊYA XWE LI GEL HEMWELATȊYȆN XWE Ȗ BELKȊ JȊ LI GEL DEZGEH Ȗ ENSTȊTȖYȆN SWȆDȊ/AWRȖPȊ – bi ser ket ȗ xezȋneya kȗltȗra kurdȋ hem xemiland ȗ hemjȋ dewlemendtirkir.
Malȋ ava kek Firat.
Nuri Aldur