Koşka Spî li ser Sûriyeyê daxuyanî da

Koşka Spî da zanîn ku “Serok Joe Biden bûyerên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne” û diyar kir ku ew bi “şirîkên xwe yên herêmî” re bi berdewamî di pêwendiyê de ne.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Sean Savett li ser Xê derbarê şer û aloziyên li Sûriyeyê û rûxana rejîma Beşar Esed daxuyanî da.

Sean Savett diyar kir ku Biden û tîma xwe pêşhatên “awarte” yên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.

Savett di parvekirina xwe de her wiha anî ziman:

“Serok Biden û tîma xwe ji nêzîk ve pêşhatên awarte yên li Sûriyeyê dişopînin û bi şirîkên xwe yên herêmî re bi berdewamî di pêwendiyê de ne.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê bangî Sûriyeyiyên li derve kir û got:

“Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”

Serokê Tehrîr El Şamê Mihemed Ebû Colanî ragihand, “Heta ku desthilat bê radestkirin dê saziyên dewletê di kontrola Serokwezîr Mihemed Celalî de bimînin.”

Çi bûbû?

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Piştî kontrolkirina Humsê HTŞyê kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *