Konsulusê Amerîkayê behsa rola hêzên pêşmerge dike

Konsulê Amerîka li gel wezîrê pêşmerge civiya û got: “piştevanîya Amerîka bo hêzên pêşmerge berdewam dibe.

Îro pêncşem wezîrê pêşmerge pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steve Bittner û şandeke leşkerî ya Amerîkayê kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa herêma Kurdistanê û rewşa Îraq û rewşa deverê hate kirin û her du alî balkêşandine ser liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li wan deverên ku, boşatiya ewlekarî di wan de heye.

Her di vê civînê de nîqaş derbarê prosesa reformên nava wezareta pêşmerge de hate kirin û Konsulusê Amerîkayê rixmî dubare kirina piştîvaniya Amerîkayê bo reformên han û berdewamiya piştîvaniya Amerîkayê bo hêzên pêşmerge tekez li ser vê yekê jî kir ku, bo têk birina terorîstên DIŞIê û herwiha parastina aramiya deverê hêzên pêşmerge roleke gelek girîng û sereke lîstine.

KT

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *