Konsulê Tirkiyeyê: Meseleya Balafirxaneya Silêmaniyê îdarî ye ne siyasî

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê red dike ku cezayê li ser Balafirxaneya Silêmaniyê binpeywendî bi meseleya siyasî ve hebe. Herwesa dibêje, “Em dê zêdetir hêsankariyan ji bo dana vîzeyan bikin.”

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Irman Topçu di daxuyaniyeke taybet de li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, serdanên geştiyaran, girtina asmanê Tirkiyê li ber geştên asmanî yên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê û çend mijarên din bersiva peyamnêrê Kurdistan24ê Azer Farûk da.

Rawestandina geştên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê

Irman Topçu li ser sedema daxistina asmanê Tirkiyeyê li ber geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê amaje da, “Silêmanî ji bo me bajarekî dîrokî yê pir girîng e. Me her tim bi Silêmaniyê re têkiliyên xwe hebûn. Ez dikarim bi awayekî pir eşkere bibêjim ku welatiyên Silêmaniyê birayên me ne. Ti helwesteke me ya neyînî li beranberî Silêmaniyê nîne. Em her tim di vê mijarê de zelal bûne.”

Konsulê Giştî yê Tirkiyê di pareke din a gotinên xwe de ron kir: “Sedema vê siyaseta Tirkiyeyê (li beranberî Balafirxaneya Silêmaniyê) pirsa nîgeraniyên ewlehiyê ye, ku ti eleqeya wê bi birayên me yên Silêmaniyê re tune ye. Ev meseleyeke îdarî ye. Tirkiye li benda çend tiştan e. Ger ev bendewarî bên bicihanîn û nîgeraniyên Tirkiyeyê bên çareserkirin, ez piştrast im ku dê li ser meseleya wê balafirxaneyê rêkxistinek bê kirin. Divê ev mijar neyê siyasîkirin, divê rewş bi rêkûpêkî bê nirxandin. Ez dubare jî dikim ku, me çi helwesteke neyînî li beranberî Silêmaniyê û welatiyên wê nebûye û me nabe jî.”

Peywendiyên Hewlêr û Enqereyê

Irman Topçu di derheqa têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re eşkere kir, “Têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re baş in, di asta serkirdetiyê de têkiliyek pir baş heye. Dema ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li destpêka vê salê serdana Tirkiyê kir, ji aliyê Serokkomar û Wezîrê Derve yê me ve hate pêşwazîkirin. Herwesa rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî serdanek kir. Di asta jorîn de, ew têkilî mezin dibin û gelek waran vedigire. Aborî yek ji wan e. Şîrketên Tirkiyeyê li destpêka vê salê kar kiriye.”

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê amaje jî da, “Ji aliyê avakirinê ve, Hewlêrê di van 40 salan de gelek pêş ketiye û gelek guhertin bi ser wê de hatine. Em dê bizavê bikin ku di çend salên pêş de têkiliyên xwe zêdetir bikin.”

Serdana Welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê

Topcu li ser serdana geştiyaran ji Iraq û Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê got, “Tirkiyeyê par 62 milyon geştyar pêşwazî kirin, di nav wan de jî nêzîkî milyonekê welatiyên Iraqî hebûn. Bê guman ev yek dost û birayên me yên ezîz ên li Herêma Kurdistanê jî vedigire. Iraq di nav rêzbendiya wan her 10 welatan de ye yên ku herî zêde welatiyên wan serdana Tirkiyeyê dikin.”

Li gorî konsulê wan, “Tirkiye di warê dana vîzeyan ji bo welatiyên Iraq û Kurdistanê de hêsankariyan dike. Wekî ku hûn dibînin, me vîze ji bo kesên di bin 15 saliyê de û di ser 50 saliyê de rakiriye. Welatên asayî jî dikarin serdana şîrketên girêdayî vîzeya Tirkiyeyê li Hewler, Silêmanî û Dihokê bikin û bi rêya bicihanîna şertan vîzeyên xwe di zûtirîn dem de werbigirin. Karmendên konsulxaneyê ji bo amadekirina vîzeyan bi şev û roj dixebitin. Armanca me ew e ku gelek welatî serdana Tirkiyeyê bikin.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *