Konsulê Koreya Başûr: Çavên Kurdan zindî ne û li tiştekî digerin -Video

Nîşan Konsulê Koreya Başûr Seungcheol Lim Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr Tîma Zeytûnê
A+A-

GUHDARÃŽ BIKE

Konsulê GiÅŸtî yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê dibêje, Kurd “çavên wan zindî ne” û “li tiÅŸtekî digerin”.

Konsulê GiÅŸtî yê Koreya Başûr ê Hewlêrê Seungcheol Lim di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku projeyeke wî ya aborî ji bo Herêma Kurdistanê heye. “Du keyz îko” navnîşana projeya min e. Di zimanê Kurdî û zimanê Koreyî de ji hejmara (2) re her du tê gotin. (K) jî tê wateya Koreya û Kurdistanê. ÃŽko jî tê wateya aborî. Bi min xweÅŸ e ku bala min li ser aboriyê be, loma min nav lê kir ‘Du keyz îko’. ‘ÃŽko’ her wisa tê wateya dengvedanê jî. Merem ji vê ew bû ku bila em dengvedana hevdî bin, bila em wekîî hev bin.”

Konsulê Koreya Başûr dixwaze beÅŸekê ji ezmûna aborî û birêvebirina Koreya Başûr veguhêze Herêma Kurdistanê û wiha dibêjê: “Ez dixwazim xelkê Kurdistanê peymangeha xwe bo geÅŸedana Kurdistanê hebe. Ji bo vê mebestê jî min xwest ezmûna Koreyê pêşkêş bikim.”

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Mihemed Şêx Fatîh bersivandin:

Rûdaw: Tu bi xêr hatî Rûdawê.

Seungcheol Lim: Spas. Şanaziyê dikim ku li vir im, ligel we me û li Rûdawê me. Ev tora medyayî pir navdar û bawerpêkirî ye. Loma ez pir kêfxweş im ku îro li vir bi we re me.

Rûdaw: Gelo tu qet hînî zimanê Kurdî bûyî? Bi min xweş e tu bi Kurdî silavekê bikî?

Seungcheol Lim: Erê, hîn bûme. Dikarim bibêjim navroja we baş.

Rûdaw: Navroj baş!

Seungcheol Lim: Carinan jî ez tenê dibêjim (Silav).

Rûdaw: Eha.

Seungcheol Lim: Heger kesek li dengûbasê min bipirse, dikarim di bersivê de bêjim: (Hemû tişt baş e).

Rûdaw: Heger destûr hebe, dixwazim bipirsim (Seungcheol Lim) tê çi wateyê?

Seungcheol Lim: Pirseke xweş e. Wateya wê wisa ye: (Seung) ango (Têkiliyê çêbike). (Cheol) ango (Paqij, pir paqij) û (Lim) jî ango (Daristan). Ango wateya navê min wiha ye (Girêdana bi paqijiya daristanê re).

Rûdaw: Ez ji navên welatên başûrrojhilatê Asyayê pir hez dikim. Navên watedar in û pir ji xwezayê hatine wergirtin. Loma min xwest bizanim wateya navê te çi ye. Navê te pir xweş e.

Seungcheol Lim: Spas.

Rûdaw: Birêz Lim, berî çend rojan ji ber wergirtina xelata Stevie, te pîrozbahî li Rûdawê kir. Dixwazim bizanim li nik te çi qîmetê van xelatan heye? Tu rola Rûdawê wekî saziyeke medyayî çawa dinirxînî?Seungcheol Lim: Ez pîrozbahiya wan xelatan li we dikim. Hîseke min a gelekî baş beramber Tvya we heye. Min ev ji gelek xelkê Kurdistanê bihîstiye. Belgefîlma we zor baş e. Gava çûm hin şirketan, gotin ji ber wê belgefîlma baş a Rûdawê, em dikarin vî karî çê bikin. Ji xêncê wê mînakê, kar û çalakiyên we yên dîtir jî hêja ne xelatên wekîî yên Stevie bigirin. Pîroz be.

Ez wisa hîs dikim baweriyek bo te çêbûye ku bi baweriya te Kurd zîrek in û kesên jêhatî ne. Piştî ku Rûdaw ew xelat wergirt, gelo te ewqasî din bawerî bi wê yekê kir ku Kurd rastî jî zîrek in?

Seungcheol Lim: Belê zîrek in, dikarim bêjim ku hûn gelekî zîrek in. Ji çavê we hîs dikim hûn zîrek in. Her ku ez kesekî Kurd dibînim, şaş dimînim ku çavê wan ji xelkên dî yên cîhanê cihê ye.

Rûdaw: Çawa?

Seungcheol Lim: Çavên wan sax in. Her cara çavê xelkê Kurd dibînim, dixwazin tiştekî bêjin. Dixwazin giftûgoyê bikin, ne çavê çavlixew in. Timî sax in. Li tiştekî digerin. Loma jî li internêtê geriyam bibînim belgeya zîrekiya xelkê Kurd çi ye. Min gelek belge dîtin. Hûn di zanist, teknolojî û warê bijîjkî de pir baş in. Her wisa qehremana we ya şetrencê heye ku 13 salî ye. Keçek ku xelata yekem bi dest xistiye. Şirketên we yên pir baş hene. Herwiha doktor û bîrkarên we yên baş û pisporên we yên esmanî hene ku li NASA dixebitin. Bazirganên we yên jêhatî hene ku niha xwedî şirketên pir mezin in. Ango belgeyên zêde bo zîrekiya we hene.

Rûdaw: Niha ji çavên min diyar e ku ez wekî kesekî zîrek im?

Seungcheol Lim: Belê, tu pir zîrek î. Bi rastî çavên te saxlem in.

Rûdaw: Me berê behsa çavan di mijara helbest û evînê de bihîstiye û behs kiriye lê vêga behsa xwendina zîrekiyê ji çavan tiştekî nû bû ku bi min xweş bû te qal kir.

Seungcheol Lim: Ev yekem car e ez behsa çav di edeba we de dibihîzim ku bi we xweş e wesifa çav bikin. Ev tiştekî xweş bû ji bo min. Hewl didim wan şîîr û romanan bixwînim ku wesifê çav tê de heye.

Rûdaw: Ji bilî pîvana çav, gelo ti pîvaneke din heye wê baweriyê ji te re dirust bike ku Kurd gelekî zîrek in?

Seungcheol Lim: Belê, pirseke gelekî baş e. Ev ezmûna min e, min di ziman de dîtiye. Berî çend hefteyan ligel zanîngeha Selahedîn me dest bi xuleke zimanê Koreyî kir û min ji pêşî ve beşdarî di wê dewreyê de kiriye heta niha. Dibînim ku gelek xwendekar bi lez hînî zimanê Koreyî bûn. Pir bi hêsanî dengan bilêv dikin. Çavê min bi hin kesên Kurd ketiye ku dixwazin hînî Koreyî bibin û min jî hinek fêr kirine. Pir bi lez fêr bûn. Ev zîrekî girêdayî pirrengiyê ye çimkî çanda we pirreng e. Hûn pir hêsan bi hemû zimanan re adet digirin. Hûn pir bi lez çandên din hildimijin. Ev belgeyeke din a zîrekiya we ye.

Rûdaw: Rêzdar Lim, nêzî salekê ye ku tu wekî Konsulê Giştî yê Koreya Başûr hatî Herêma Kurdistanê – cardin bixêr hatî Kurdistanê – dema te derbas kir çawa bû? Xweş e yan ne? Karmendên Kurd ên ku li gel te ne, gelo kesên rijd in û tu bi wan re rehet î?

Seungcheol Lim: Dikarim li ser vê pirsê 2 tiştan bêjim: yekem, min 10 xislet li civak û xelkê we de dîtiye ku pir dilsoz û xweragir in. Her wisa zîrek û mêvandost in, birêz in, pirreng in û liberxwedêr in. Merema min ew e ku berxwedan di çanda we de heye. Tiştekî din ew e ku ew dualîyî di civaka we de heye. Min ev 10 xislet li civaka we dîtine. Min salekê li ser wê ya kar kiriye ku şiyana siyaseta giştî baştir bikim û niha dikarim hin encaman bibînim. Di plana min de ye ez vê çêtir bikim û di civaka we de paşxana siyaseteke giştî ya çê dirust bikim.

Rûdaw: Gava ji te re gotin ku karê te yê nû ew e ku tu li Herêma Kurdistanê dibî Konsulê Giştî, hesta te çawa bû? Te çi pêşbînî dikir? Berê zanyariyên te li ser Herêma Kurdistanê hebûn?

Seungcheol Lim: Pirseke baş e. Piştî ku ez giham vir, li gor niha ez hînî gelek tiştan bûme. Wêneya Kurdistanê wêneya cengawer bû di xeyala min de çimkî we pir bi lehengî civaka xwe ji DAIŞê diparast. Loma di wêneyê min de xelkê Kurdistanê cengawer bûn. Her wisa li vir hest bi heman tiştî dikim lê wekî min got min tiştên pir zêdetir dîtin ji wan her 10 xisletan. Gelek tiştên baş di civaka we de hene.

Rûdaw: Birêz Lim, te lêkolînek amade kiriye ku tiştek pir baş e û ji hêla aborî ve behsa biwêja 2K2 dikî. Merema te ji vê çi ye? Di wê lêkolînê de tu qala çîroka mancî dikî ku pir ji min re balkêş bû. Gelo tu dikarî vê çîrokê ji bînerên me re bêjî?

Seungcheol Lim: Gelekî baş e, 2 Keys Îko navê projeya min e. Di her du zimanên Kurdî û Koreyî de jî ji hejmara 2 re dibêjin du. Kê jî tê wateya Koreya û Kurdistanê. Îko jî tê wateya aboriyê. Bi min xweş e bala min li ser aboriyê be loma min navê wê kir 2 Keyz Îko. Îko her wisa tê wateya dengvedanê jî. Merem jê ew bû ku bila em dengvedana hevdî bin, bila em wekî hev bin. Armanca vê projeyê ew e ku bila stratejiya xelkê Kurdistanê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve were çêkirin û ji bo xelkê Kurdistanê be. Ango bila markeya Kurdistanê ji bo geşedana stratejî ya aboriya Kurdistanê bê bikaranîn. Ev armanca vê projeya min e. 

Carinan min behsa Mancêyî kiriye. Manceyî berpirsê peymangeha lêkolîna Koreya bû ku em jê re dibêjin KDI ango peymangeha geşedana Koreyê. Manceyî berpirsê vê peymangehê bû. Gava bû berpirsê vê peymangehê 37 salî bû û pir jêhatî bû û aborîzanekî zîrek bû. Ji aliyê sê cihan ve bawerpêkirî bû. Ji aliyê serokê welat ve ku rêberê welêt e, ji aliyê qada akademîk ve û her wisa ji aliyê biyaniyan ve jî. Van her sê aliyan bawerî pê kir û bi vê baweriyê karî karê xwe zaf baş bike. Wî ji aboriyê hez dikir û xwe ji bo giringîdana bi hevkarên xwe terxan kiribû.

Rûdaw: Dixwazim bipirsim: gelo ti cudahiyek heye li navbera wan navendên lêkolînê û kesên ku şêwirmend in û şêwirê didin hikûmet û saziyan?

Seungcheol Lim: Şêwirmend! Ez gelek şêwirmendan li ofîsa serokwezîr û ofîsa cîgirê serokwezîr dibînim. Ev şêwirmend zaf jîr û zîrek in lê arîşe ew e heger ew nebin, heger dev ji karê xwe berdin, çi zanyarî hebe namîne û ev zanyarî li ofîsan namînin û zanyariyên xwe bi xwe re dibin mal lê heger peymangeha me ya lêkolînê hebe, ev peymangeh dikare zanyariyên wan kesên şehreza hilgire. Tewra heger ew pispor dev ji karê xwe berdin û biçine peymangeheke din jî li her cihekî din, zanyarî dîsa di peymangehê de dimîne. Ev sîstem e û wê demê em dikarin van zanyariyan bi kar bînin da ku em siyaseteke din çêbikin.

Rûdaw: Gelo em dikarin bêjin Manceyî wekî Godfather an bavê ruhî yê Koreya Başûrê tê dîtin?

Seungcheol Lim: Heta radeyekê em dikarin bêjin wekî Godfather e çimkî kesek e xwe terxan dike bo parastina civaka xwe, em dikarin navê Godfather lê bînin. Îcar Manceyî xwe terxan kiribû da ku wisa bike Koreya ji hêla aborî ve geş bibe. Loma em dikarin jê re bêjin Godfather.

Rûdaw: Em çawa bikarin li Herêma Kurdistanê jî çîroka serketina Mancê dubare bikin? Pêwîstiya me bi çi heye?

Seungcheol Lim: Bi rastî ez dixwazim xelkê Kurdistanê peymangeha xwe ya geşedana Kurdistanê hebin. Ji bo vê meremê jî bi min xweş bû ez ezmûna Koreya nîşan bidim. Hin beşên behsa çîroka Manceyî ye û hin beş jî çîroka serketî ya navenda hizra me ye ku peymangeha me ya lêkolînê ye. Her wisa ez xelata destkeftên akademî yên zankoyan jî dikim, loma bi min xweş bû çîroka Koreya bidim nasîn.

Rûdaw: Em wekî Herêma Kurdistanê pir ji Koriyan hez dikin. Xizmetguzariyên we zaf in. Bêtirî 3/1ê erebeyên ser cadeyên Kurdistanê Koreyî ne. Piraniya telefonlb me Koreyî ne. Niha jî em pir ji tîma Zeytûnê hez dikin. We kitêbxaneya giştî ya Hewlêrê ava kir. Dixwazim yek ji karên te yên cidî avakirina navendeke lêkolînê li Kurdistanê be. Çima Konsulxaneya Koreya Başûr ji qada siyasî bêhtir guh dide aliyê aborî? Ti sedemeke vê ya diyarkirî heye?

Seungcheol Lim: Hin sedem hene. Piştî ku ez giham vir, piştî heyvekê ez lê fikirîm ku gelo dikarim bi çi awayî piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bikim. Pirsa min ev bû. Êdî piştî mehekê min ji bo cara ewil biryar da aboriyê hilbijêrim, çimkî bi dîtina min qada siyasî tijî aliyên gelek e. Gelek aliyên navdewletî û navxweyî hene û tewra hinek aliyên xelkê jî bi giştî bi awayekî di partiyan de endam in. Loma gelek aliyên siyasî li meydanê ne. Îcar min jî dev ji wê meydanê berda û min li meydana aborî dest bi kar kir. Piştî ku min di qada aborî de tiştek bi dest xist, wê demê ez ê vegerim qada siyasî lê halê hazir bala min li ser aborî ye.

Rûdaw: Berî demekê te peyva bixwebaweriyê bi kar anî û te got li nav Kurdan ji çavên wan dizanim ku zîrek in. Gelo tu ji çavên wan dizanî ku baweriya wan bi xwe heye yan na? Bi nêrîna min, çiqas girîng e mirov zîrek be ewqasî jî giring e bi xwe bawer be. Çima bi te wisa ye ku bawerbixwebûn pir giring e? Li cihên din jî tu vê peyvê gelek caran dubare dikî.

Seungcheol Lim: Di vî warî de dikarim 3 tiştan bêjim, yekem ew e çima pêdiviya me bi baweriyê heye? Di nêrîna min de bawerî sedema geşbûna aborî ye û hin bîrmendên pir navdar jî wisa dibêjin. Francis Fokoyama ku hizrvanekî pir navdar e, dibêje ku bêbawerî û nebûna baweriyê corek ji xerciya zêde ye ji bo civakê. Heger baweriya te bi cînarên te nebe, divê tu pir tiştan bidî da ku tu piştrast bî ku kesekî bawerpêkirî ye yan na. Ev bi serê xwe xerciyan zêde dike lê heger baweriya we bi hevdî hebe, pêwîstiya te pê nîne tu xerciyên wisa bikî. Ev ya yekem e, herwisa ji bo geşbûna aborî pêdiviya te bi 3 tiştan heye. Yek ji wan pere ne ku jê re dibêjin sermayeya aborî. Ya din çavkaniya mirovî ye ku dibe sermayeya mirovî. Ya din jî sermayeya civakî ye ku merema min jê bawerî ye. 

Heger baweriya te nebe, çiqas çavkaniya te ya darayî û mirovî jî hebe, ev her du çavkanî diçin derveyî welêt. Heger baweriya te bi vê civakê hebe, wê çaxê ev her du çavkanî di civaka te de dimînin. Heger bawerî nebe, hemû sermayeya te diçe derve û her kesekî elît jî dixwaze li welatekî din be û ne li welatê xwe be. Loma sêyem sedem bawerî ye. Loma divê hikûmet û civak pir hewl bidin da ku civakeke bawerpêkirî çêbikin. Loma di hûrkariyê de hizirîna li baweriyê girîng e. Heger bawerî nebe, tu nikarî hemû civakê yekgirtî bikî.

Rûdaw: Bi nêrîna te çêkirina bawerî û xwebaweriyê ji malbat, dibistan û perwerdeyê dest pê dike? Gelo hûn wekî Koreyî pir bixwe bawer in?

Seungcheol Lim: Rêkar wisa ye. Min got navenda lêkolînê giring e. Navenda lêkolîna Koreya karê xwe dikin û di salên borî de karên xwe kirine. Ev navend sala 1971ê hat damezrandin gava me aboriya xwe bi pêş xist, roleke vê navendê ya pir giring hebû. Gava em dixwazin baweriyê çêbikin, divê hikûmet 2 tiştan dike, yekem ew e siyaseteke baş darêje û duyem wê siyaset baş bi cih bîne, ev her du tişt pêwîst in.

Yekem tişt ew e pêdiviya me bi siyasetekê heye ku bi başî hatibe danîn û ji bo çêkirina siyaseteke baş jî pêdiviya me bi navenda lêkolînê ye. Çima? Çimkî hikûmet pir mijûl e û dema wan a pêdivî ji bo hizrîna kûr nîne û kesên akademî zîrek in û dema wan a zêde ji bo hizrînê heye lê kêşe ew e ku haya wan ji cîhana rastîn nîne. Loma li navbera dinyaya rastîn û dinyaya xeyalî pêdiviya me bi navenda lêkolînê heye ku hevdem haya wan ji dinyaya rastîn û akademî heye. Paşê li vê navendê heger em siyasetê deynin, ev siyaset bi belge hatiye selmandin û xelk dikare pê bawer bikin.

Rûdaw: Birêz Lim, tu pir xweş behsa peymangeha geşedana Koreya (KDI) dikî, daxwazekê ji te dikim ku karê te yê sereke li vir ew bû ku tu KDI-iyeke din bi navê KDI+ ava bikî. Bi min, pir pêdiviya me pê heye û em ê jî li Rûdawê bibin alîkar. Tu sozê didî?

Seungcheol Lim: Ev propozolek e baş e ji aliyê Kak Mihemed ve. Belê, ev ew tişt e hêviyê jê re dixwazim ku li vir bikim û bo salekê ye min hewl daye vê mijarê ligel berpirsên bilind û siyasiyan û hin akademiyan û navenda lêkolînên Rûdawê û saziyên zanistî yên din behs bikim. Ev raman bi dilê piraniya wan e û van nêzîkan jî min hin razîbûn ji ofîsa çend berpirsên bilind wergirt ku nikarim navê wan bêjim lê ofîsên serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û cîgirê serokwezîr bi vê ramanê razî ne loma pir baweriya min heye ku em vê navendê çêbikin. Heger ji aliyê Rûdawê ve jî hin alîkarî hebe, wê demê em dikarin vê proseyê bêtir pîşeyî bikin û hêsan bikin.

Rûdaw: Tu pir xweş qala tiştan dikî. Hîs dikim tu xweşxwer bî jî. Min bihîstiye ku tu penîrxwerekî ecêb î, rast e?

Seungcheol Lim: Belê, her sibeh ji xwarinçêker re dibêjim ji min re hêkerûn bi penîr çêbike. Ez her sibeh çêjê ji penîrê we dibînim. Pir bitehm e.

Rûdaw: Tu ji kjkan penîrî hez dikî û çawa dixwî?

Seungcheol Lim: Ez ji wî core penîr hez dikim ku gava bi kêrê hêkerûnê dibirim, hêka wê hêsan were birîn lê penîr hêsan neyê birîn. Ez pir ji vî penîrî hez dikim. Her tim penîr ji bo min xwe hêsan nade dest û hişk e lê gava cara duyem kêrê lê didim teslîm dibe. Ez ji vî penîrî hez dikim.

Rûdaw: Ew penîr penîrê çi welatekî ye û tu ji çi corî hez dikî?

Seungcheol Lim: Hêvîdar im ev penîr li Kurdistanê bê çêkirin, bi essehî nizanim penîrê kû ye.

Rûdaw: Hîs dikim te heya vêga penîrê Kurdistanê tehm nekiriye.

Seungcheol Lim: Carekê ku min serdana şirketekê kirk u penîr berhem dianî ku şirketeke şîremenî bû, hin penîr dan min ku tehm bikim. Min li wir tehm kir, pir xweş bû, min jê hez kir.

Rûdaw: Înşela tê penîrê pir taybet ê Kurdistanê tehm bikî. Bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê bi navdariya taştê navê wê ketiye Kitêba Guinnessê Loma pêwîst e tu penîrê kurdî bixwî.

Seungcheol Lim: Baş e. Bêguman di siberojeke nêz de hewl didim.

Rûdaw: Birêz Lim, Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê, pir kêfxweş bûm ku min gotûbêj li gel te kir. Hêvîdar im di heyvên bê de şûna tiliya te li ser aboriya Kurdistanê bibînim. Ez pir bi vê gotûbêjê dilxweş bim, heman hesta te jî hebû?

Seungcheol Lim: Pir kêfxweş bûm ku min ev raman li gel medyayeke pir birêz nîşan dan ku berî demekê sê xelat wergirtine. Pir kêfxweş im. Zor spas.

Rûdaw: Zor spas. Tu bi xêr hatî.

Seungcheol Lim: Zor spas.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *