Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Albrecht Von Witke îro Duşemê di hevpeyvîneke ligel Kurdistan 24ê de tekezî li ser pabendbûna Almanya bo berferehkirina veberhênanê û zêdekirina hevkariyên bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê çandinî û sektorên din ên aborî de kir.
Witke amaje bi serdanên vê dawiyê yên berpirsên pilebilind ên Almanyayê, wek serdana Wezîrê Berevaniyê Boris Pistorius û Cîgirê Wezîrê Derve Tobias Lindner kir û got, ew wek belgeya niyeta Almanya ya ji bo kûrkirina peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re ye.
Hêvîdar in hikûmeta nû di demek nêzîk de bê avakirin
Konsulê Giştî yê Almanyayê got: Me hilbijartinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nêz ve şopand û baş bû ku ew bi awayekî ewle û profesyonel birêve çûn. Rêjeya mezin a beşdarbûnê, îradeya gelê Kurdistanê ji bo diyarkirina pêşeroja xwe ya siyasî nîşan dide. Di dema dawî de, hevdîtinên avakirina hikûmetê de pêşketin çêbûn. Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de hikûmeta nû bê avakirin.
Hêza yekgirtî ya Pêşmerge bo dabînkirina aramiya Kurdistan û navçeyê giring e
Witke tekez kir: Yekbûna hêzên Pêşmerge ji bo avakirina Herêma Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî pir girîng e. Em bi hevkarên xwe yên navdewletî re, beşdariyeke berçav kiriye di pêvajoya yekxistinê de kiriye. Piştgiriya me dê berdewam be ji ber ku hêza yekgirtî ya Pêşmerge, bo dabînkirina aramî û aştiya Herêma Kurdistanê û navçeyê giring e.
Almanya 3.4 milyar euro ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye
Witke got: Di hevkariya me ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, em bala xwe didin ser deverên ku ji bo geşepêdan û aramiya demdirêj krîtîk in, wek pêşkeftina aborî û civakî, cihêrengiya aborî, rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û hewlên bihêzkirina mafên mirovan. Ji sala 2014ê ve, Almanya zêdetirî 3.4 milyar euro wek alîkarîyên dualî û piralî ji bo piştgirîkirina aramî, avadankirin û geşepêdana mamnavend li Iraqê, di nav de jî Herêma Kurdistanê, terxan kiriye.
Zêdekirina pevguhartina bazirganî
Konsulê Giştî yê Almanyayê got: Egera zêdekirina bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de heye. Dema ku ez bi nûnerên karsazên Alman re dicivim, ji min re dibêjin ku em dixwazin li li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin. Almanya wek dost û hevbeşekî Iraqê, beşeke ji Koma Hevkariya Aborî ya Iraqê (IECG), ku pêbend e bi piştevaniya Iraqê Herêma Kurdistanê, di cîbicîkirina bernameyeke berfireh ji bo çaksaziya aborî de. Em pêşwaziyê li xebata li ser çaksaziya banka hikûmî û nûjenkirina sektora bankê dikin.
K24