KONFERANSA TEVGERA NETEWEYİ YA KURDİSTANÊ YA 1925-AN HAT LI DAR XISTIN….

Îbrahîm Guçlu

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 14ê Sibata 2025-an de konferans li dar xistin.

Di konferansê de Şêx Kasim FIRAT (Serokê Komelaya Şêx Seîd Efendî), Seîd VEROJ (Nivîskar û Lêkolîner), Tahsîn SEVER (Nivîskar), Cîhgirê Serokê Giştî yê PWK Mehmed Can AZBAY, Serokê Giştî Yê PSKê Bayram BOZYEL axevtevan bûn.

Bayram BOZYEL, ji bona ku pismamê wî jiyana xwe ji dest da bû, nikarî beşdarî konferansê bibe. Ez ji bona wî û malbata BOZYELAN sersaxî û sebirê dixwazim.

Piştî axevtevanan, min, Osman KARAVÎL, Hesen BEKSEK, Elî ONCU, Mîrza AKAR, Evîn Azad, Behram BÎLGÎN jî nêrîn û pirsên xwe pêşkêş kirin. Axevtevanan jî bersîv dan.

Bi vesîleyê  konferansê ez dîsa Serokê Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ya 1925-an Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî û hemû heval û şervanên tevgerê bi giramî û bi rêz bibîr tinîm,

Dewleta Tirk a Kolonyalîst, di encamê de ji bona qetlîam pêk anî, serok û bi sedan pêşêngên tevgerê darve kirin laned û şermezar dikim.

Ez baweriya xwe ya ku Dewleta Tirk, li Kurdistanê qetlîam pêk aniye û zûlma 100 sale ku didomîne, darizandina Dewleta Tirk carek din diyar dikim.

Diyarbekîr, 15. 02. 2025

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *