Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ku ji 7 kesan pêk tê hat avakirin lê ti endamên Kurd di nav komîteyê de nînin.
Berpirsekî Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku dê li hemberî vê yekê helwesta wan hebe.
Ev komîteye ku ji 7 endaman pêk tê 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hatiye avakirin û îro biryar bi fermî hat ragihandin.
Kurd di nav komîteyê de nînin
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ji Rûdawê re got:
“Endamekî komîteyê jî ne Kurd e û li ser vê yekê guftûgo bi me re nehatine kirin.”
Di nava wê komîteya ku Kurd û pêkhateyên din cih nagirin de, 5 zilam û 2 jin hene.
Navên endamên komîteyê ev in: Hesen Dexîm, Mahir Elûş, Mihemed Mistet, Mistefa Mûsa, Yûsif Hecir, Hind Qibwat (jin) û Huda Etasî (jin).
Berdevkê ENKSyê got “Em mijûlî nirxandina vê mijarê ne û dê helwesta me ya fermî li ser vê mijarê hebe.”
Karê vê komîteyê wekî qonaxa berî hilbijartinên Sûriyeyê, amadekirina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya aliyan e.
Li gorî vê biryarê, rêbaza navxwe ya komîteyê û pîvanên karkirinê hatine danîn û dema karkirina komîteyê dê bi belavkirina daxuyaniya dawî ya Kongreya Diyaloga Niştimanî bi dawî bibe. (Rûdaw)