Droneke artêşa Tirkiyeyê gundekî başûrê Kobanê bomberan kir, di encamê de zarokek şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn.
Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, droneke Tirkiyeyê îro 10ê Adarê gundê Geraf ê bajarê Sirînê yê li başûrê Kobanê bombebaran kir.
Diyar kir, di encama êrîşê de zarokê bi navê Fewaz Mistefa Îbrahîm yê 13 salî şehîd bû, 2 zarokên bi navên Ebdurehîm Mihemed Misto (13) û Ebdulnafih Mihemed Misto (9) jî birîndar bûn.
Hevdem jî, gundê Bîr Hiso yê gundewarê Kobanê bi çekên giran hat topbarankirin. (K24)