Berpirsê Dêra Yekîtiya Xirîstiyanên Dêrikê Keşe Dr. Neîm Yûsif banga yekîtiyê li ENKS û PYNKyê kir.
Banga yekîtî û diyalogê li li Encûmena Niştimanî ya Kurda li Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) berdewam dikin.
Keşeyê Sûryanî Dr. Neîm Yûsif ban li ENKS û PYNKyê kir û got:
Ji ber ku ez berpirsiyariyê hest dikim, ez bang li her du aliyan dikim, di qonaxeke çarenivîsyê de hûn bibin yek û bi yek şandeyê biçin Şamê û mafên gelê me biparêzin.
Li hev bikin ji bo berjewendiya giştî, ev daxwazeke giştî ye ji bo hemûyan, da ku hûn hêzeke bi bandor bin di vê qonaxê de.
Divê rola we di avakirina nasnameya Sûriyeyê û dîroka Sûriyeya nû de hebe
Ez banga partiyên neteweyî yên gelê me dikim, da ku bibin yek û şandeyeke hevbeş çê bikin û daxwazên xelkê navçeyê bigihînin Şamê.
Kes mafê we weke diyarî pêşkêşî we nake, divê hûn bibin yek û daxwaza mafê xwe bikin.”
Dr. Neîm Yûsif bû mêvanê Bultena Rojavayê Kurdistanê û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Dr. Neîm Yûsif behsa Xirîstiyanên li Sûriyeyê kir û got:
“Ev 10 sal in, em li herêma Cizîrê li derveyî desthilata rejimê bûn.
Li seranserî Sûriyeyê niha rewşa Xirîstiyanan baş e lê hinek kiryarên takekesî yên xirab jî pêk tên.
“Divê ENKS û PYD tawîzan bidin û li hevdû bikin”
Keşeyê Sûryanî li ser diyaloga aliyên siyasî yên Kurd jî wiha got:
“Ji ber ku em di navbera ENKS û PYDyê de di heman mesafeyê de ne û em bi siyasetê re mijûl nabin, ew hemû hezkirî û dostên me ne.
Ji vê helwêstê ve, min bangek kir ji ber ku ez piraniya wan nas dikim û em hêvîdar in ku herdu alî tawîzan bidin.
Bê guman daxwazên her du aliyan hene lê hin mijar hene ku nayên bipaşxistin.
Ji ber ku em di Sûriyeyeke nû de bê taybetmendî ne û pêwîst e em taybetiyên Sûriyeya nû diyar bikin.”
“ENKS û PYNK divê li hevdû bikin”
Dr. Neîm Yûsif behsa girîngiya destûra nû ya Sûriyeyê jî kir û wiha got:
“Lihevkirina (Di navbera aliyan de) gelekî girîng e da ku her kes bibe hêzeke bibandor di avakirina nasnameya Sûriyeya nû de.
Nebûna lihevkirinê pirsgirêkek e û dema ku min bangewazî dinivîsand.
Ez li nakokiyên her dû aliyan fikirîm û ev her du hêzên serekî ne.
Divê em serê xwe bilind bikin û wêneyê giştî bibînin û berjewendiya giştî bibînin.
Dîrok ber bi pêş ve diçe û trên bi lez dimeşe û em nikarin vê qonaxê bipaşde bixin û hûrgiliyên ku ev çend sal in hatine bipaşxistin hene.
Ev her du alî bi hev re dikarin here Şamê û bibin hêzeke bibandor.”
Keşe Neîm Yûsif hêvî xwest ku her kes vê bangê bibihîze mafên xwe yên neteweyî û olî bi dest bixe.
Li gorî gotina Dr. Neîm Yûsif divê çi Kurd, çi Suryanî, Asûrî, Keldanî û Ermenî bin divê rola her kesî di komîteya diyaloga destûra nû de hebe.
Keşeyê Sûryanî di beşeke din ê axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku divê mafê zimanê Kurdî, Sûryanî divê di destûrê de bên parastin.
Rûdaw