Kasim Ergûn: Yekrêziya Rojavayê Kurdistanê dê bandoreke erenî li perçeyên din jî bike -Video

Aliyên Rojavayê Kurdistanê roja 26ê Nîsanê di konferanseke netewî de tên ba hev û tê çaverêkirin ku yekrêzî û daxwazên xwe yên netewî yên ji Şamê rabigihînin. Siyasetmedar û kesayetên diyar ên bakurê Kurdistanê jî vê konferansê ji nêzik ve dişopînin û di wê baweriyê de ne ku pêşhatên li rojavayê Kurdistanê parçeyek in ji pêvajoya aşitiyê û herwiha yekrêziya Kurdên rojavayê Kurdistanê dê bandoreke bihêz a netewî li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. 

Dewleta Tirkiyeyê û PKK ji alîkî ve hewla aşitiya xwe didin, ji alîkî din ve jî PYD û ENKS bi hewlên Serok Barzanî û Mazlûm Abdî û bi çavdêrî û navbeynkariya Amerîkayê û Fransayê hewlên yekrêziya xwe didin daku di nivîsîna paşaroja Sûriyeyê de ji mafên xwe yên netewî bêpar nemînin.

Bo vê armancê gaveka stratejîk roja Şemiyê bi konferanseke netewî tê avêtin û tê çaverêkirin aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê yekbûn û daxwazên xwe yên ji Şamê rabigihînin.

Rêveberê PWKê Kasim Ergûn jî di wê baweriyê de ye, bandora bihêz a netewî ya vê gavê dê bi rojavayê Kurdistanê re sînordar nebe.

Pêvjoya nêzikbûna aliyên rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê di heman dem de bi rê ve diçin.

Şîrovekarê siyasî Ekrem Malbat vê lihevhatinê sûdfe nabîne û li gor wî hêzên navdewletî beramber egera alozbûna Şamê careke din, dixwazin Kurdan bikin yek û herêmeke ewle û aram ava bikin.

Kurdên rojavayê Kurdistanê ji sala 2012ê ve bi piştgiriya Serok Barzanî hewla yekrêziya xwe didin û piştî rûxana Beşar Esed û pêşwazîkirina Mazlûm Abdî ji aliyê Serok Barzanî ve aliyên rojavayê Kurdistanê nêziktirê hev bûbûn. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *