Kasim Ergûn: Em piştgiriya banga Ocalan dikin lê ev pêvajo pirsa Kurdî çareser nake -Video

Partî û kesayetên Kurdistanî yên li Tirkiyeyê piştgiriya banga Ocalanî ya dawîkirina PKKyê dikin û di wê baweriyê de ne ku heke PKK çekan deyne, dê rêyeke nû ya demokratîk bo çareserkirina pirsa Kurdî veke. Siyasetmedarekî Kurdistanî jî herçend piştgiriya danîna çekan bike jî, rexne li naveroka peyama Ocalanî digre û dibêje, Ocalan piştî şerê 41 salan çi tiştek bo Kurdan nexwestiye

Karvedanên banga Rêberê PKKyê yê zindanîkirî Abdullah Ocalanî ya ji bo danîna çekan û dawîkirina PKKyê berdewam e û piraniya kes û alî piştgiriya xwe radigihîn. Yek ji wan jî aliyên Kurdistanî ne û ew danîna çekan bo pêşketina siyaseta sivîl û demokratîk erenî dibînin û dixwazin PKK pabendê banga serokê xwe be.

Serokê berê yê Hak-Parê Latîf Epozdemîr ji K24ê re got: “PKK xwe fesih bike, ev ji bo çareserkirina pirsa Kurdî gelek girîng e. Ji ber ku hingê dê rêyeke gelek baştir veke. Duyem jî dê navê terorê li ser Kurdan rabe. Dê jiyan asayî bibe. Ya sê yem jî dê hevtêgehiştinek di nava civaka Kurdan û Tirkan de çêbe û bîr û raya Tirkan jî bo çareserkirina pirsa Kurdî biguhere. Ev mesele ber bi çareserkirinê ve here. Li cihê ku çek hebe axaftin jî nabe û pirs jî çareser nabin.”

Ocalan dema banga dawîkirina PKKyê kiribû, çi şert û mercek arasteyê dewleta Tirkiyeyê nekiribû, tenê bi tebiniyekê ragihandibû ku, danîna çekan pêwîstiya xwe bi naskirina hikûq û siyaseteka demokratîk heye.

Siyasetmedarekî Kurdistanî di wê baweriyê de ye ku, armanca vê têbiniyê çareserkirina pirsa Kurdî niye, armanc daxwaza çaksaziyeke yasayî ye bo radestbûna gerîlayên PKKyê.

Siyasetmedar Kasim Ergûn dibêje: “Em piştgiriya nameya Apoyî ya ji bo danîna çekan û dawîkirina PKKyê dikin. Ji ber ku ev zêdetir 20 sal in ev şer zerer dide Kurd û Kurdistanê. Lê ev pêvajo pirsa Kurdî çareser nake. Ji ber ku Ocalan bo Kurdan tiştek naxwaze. Ne dewletbûn, ne federalî, ne jî xweserî dixwaze. Heta li dijî mafên çandî yên Kurdan jî derdikeve Ocalan.”

PKK’yê di 1ê Adarê de banga Ocalanî qebûl kiribû û agirbest ragihandibû. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî bo banga Ocalanî gotibû, pêvajo gihitştiye konaxeke nû û Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî jî banga Ocalanî binirx û girîng nas kiribû.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *