Abdulselam Akinci
Înîsiyatîfa mamosteyên zimanê Kurdî û 17 weşanxaneyên Kurd ji bo xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine, kampanya bexşandina pirtûkên Kurdî dan destpêkirin.
Kampanya ku 17 weşanxaneyên Kurd bi awayekî hevgirtî beşdar dibin, di 21ê Sibatê de dest pê kir û dê heta 21ê Adarê berdewam bike.
Rêkxerên kampanya bexşandina pirtûkan, heta roja dawî ya kampanyayê, armanca berhevkirina 35 hezar pirtûkan daniye pêşiya xwe.
Welatiyên ku dixwazin ji xwendekarên Kurd re pirtûkan bibexşînin, dikarin bi rêya înternetê yan jî rasterast serî li van weşanxaneyan bidin û pirtûkan bibexşînin.
“Gelek zarok nikarin xwe bigihînin pirtûkên Kurdî”
Mamosteyê Zimanê Kurdî Emîn Ay got: “Ew zarokên ku dersa Kurdî hilbijartine, gelek ji wan nikarin xwe bigihînin pirtûkên Kurdî, ji ber ku pirsgirêkên wan ên aborî hene.
Armanca me ew e ku em piştgiriya wan bikin, kêfa wan xweş bikin, bila kêfa wan ji pirtûkan re were û bikaribin pirtûkan bixwînin.
Em dixwazin ku ev pirtûkên Kurdî bikevin her malekê û bigihîjin ber destê her xwendekarekî.”
Li gorî agahiyan, di rewşa heyî de li Mêrdîn, Amed, Şirnex, Colemêrg, Bilîs, Çewlîg, Riha, Wan, Êlih, Agirî, Sêrt, Xarpêt û Mêrsînê 35 hezar xwendekar dersa bijarte ya Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dibînin ku ev kampanya jî ji bo wan e.
“Em wekî 17 weşanxaneyên Kurd ji bo vê kampanyayê amade ne”
Koordînatorê Weşanên Darayê Bawer Berşev dibêje: “Kitêbên me bêhtir ji bo ku zarok hînî Kurdî bibin û li gorî pedagojiyê hatine amadekirin.
Em wekî 17 weşanxaneyên Kurd ji bo vê kampanyayê amade ne. Me 45 deste-pirtûk amade kiriye.
Mebesta van setan jî fêrkirina wan zarokan a Kurdî ye. Gelek weşanxaneyên me bi xwe malperên wan hene. Dikarin ji malperên wan bistînin.
Hinek ji wan jî malperên wan tune ne, lê bi rêya medyaya civakî xelk dikare xwe bigihîne wan, sparişên xwe bide û wan setan û materyalan bi dest bixe.”
Mamosteyên Kurdî û nûnerên weşanxaneyan bangî xêrxwaz û dilsozên Kurdî dikin ku piştgiriya kampanyayê bikin û hevnasîneke xurt a xwendekarên dersên Kurdî bi pirtûkên Kurdî pêk bînin.
“Di dawiya kampanyayê de dê pirtûk li xwendekaran bê dabeşkirin”
Xwediyê Payîz Pirtûkê Jîhat Rojhilat wiha anî ziman, “Tu li ser erdê xwe yî, li mala xwe yî, yek tê ji te re dibêje ‘weleh tu dikarî hefteyê du saetan vê dersê hilbijêrî’.
Îca tu dersê hildibijêrî mamoste tune ye, tu wê dersê hildibijêrî pirtûkên wê yên dersê tune ne, tu wê dersê hildibijêrî pirtûkên xwendinê tune ne, tu wê dersê hildibijêrî ji aliyê fermiyetê ve pirsgirêk derdikeve.
Ji ber vê yekê ev kampanya beşeke biçûk e ji vê behra mezin. Mesele pirtûkên bi vî rengî yên ku werin xwendin li dibistanan tune ne.
Ji ber vê yekê dema ku pirtûkên Kurdî bikevin dibistanan û bigihîjin ber destên zarokan, zarok dê wan bixwînin û ev jî dê fêdeyê bide zarokan û Kurdiya wan dê pêş bikeve.”
Di dawiya kampanyayê de pirtûkên ku hatine bexşandin, dê li dibistanên ku tê de dersên Kurdî tên dayîn, bên dabeşkirin. (Rûdaw)