KAMPA HOLÊ – Suriye û Rêveberiya Xweser li ser derxistina malbatan li hev ki – Video

Serokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Desteya Kar û Barên Civakî yê Rêveveriya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku dê malbatên Sûriyeyê ji Holê bên derxistin.

Şêxmûs Ehmed eşkere kir ku bi hikumeta veguhêz a Şamê re lihevkirin hatiye kirin ku mekanîzmeyeke hevbeş were dayîn da ku malbatên Sûriyeyî ji Kampa Holê werin derxistin û li herêmên xwe yên resen vegerin.

 Li gorî gotina Şêxmûs Ehmed civîneke sê alî di navbera şandeyeke Hikumeta Sûriyêyê Koalisyona Navneteweyî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdsistanê li li Kampa Holê hat lidarxistin.

Serokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Desteya Kar û Barên Civakî yê Rêveveriya Xweser da zanîn ku di civînê de mekanîzmayeke hevbeş ji bo derxistina malbatên Sûriyeyî ji Kampa Holê û vegera wan a ber bi herêmên wan ên resen ve hate dayîn da ku zehmetiyên malbatan bidawî bibin û ji kampê werin derxistin.

Şêxmûs tekez kir ku Rêveberiya Xweser dê alîkariyê pêşkêşî her kesê ku dixwaze bi dildarî vegere herêma xwe ya resen bike û Rêveberiya Xweser pirsgirêka mirovî li ser hemû nêrînên siyasî re der dixe pêş çavan.

Kampa Holê

Kampa Holê li parêzgeha Hisîça ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li vê kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevî DAIŞê bûne.

Li gorî zanyariyan Li Kampa Holê 20 hezar Îraqî hene ku temenê wan ji 18 salan biçûktir e.

Kampa Holê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *