Ereb Şemo, di romana xwe ya Jîyana Bextewar de, bahsa bedewî, dewlemendî, xêr û bereketa welatê Kurdistan dike. Bi rêya eşîret, dîn û mezheban, gelê Kurd çawa ji hev hatîye perçekirin û biyanîkirin û li hember hev kirine dijmin dinivîse.
Behsa, eşîrên Kurd yê mîna, Sibka, Rojka, Rêdika, Dilxêra, Cemaldîna, Hesena û hemû Kurmancan dike ku beşekî wan bûne musluman û beşê din jî Êzîdî mane; lê bi sebeba vê cîhêtîyê, mirovên ji yek xwîn û ji yek kokê çawa serdestan ew kirine neyarê hev û heta beşekî mezin silava xwe jî ji hev birîne.
Di bin destê mêtinkarê hov, gelê Kurd bi xwîkîtî, talan û şêlandinê çawa tê eciqandin! Kula di ser kulan re ku hin axa û begên Kurd, li ser gelê kedkar, çawa bi wan re hevkarî û zordarîyê dikin, gel û welat çawa pêşkêşî wan zaliman dikin, bi zimanekî zelal dinivîse.
Ji bo ku bi zimanê serdestan nizanin, gelê Kurd çawa bi çûk tê dîtin û bi çûkxistin, tevlî ku li ser sifra wî nanê wî dixwe, hêjayî silavdanê jî nayê dîtin û bi çavekî mizawir û çavsorî çawa çav bera namûsa wan erz û eyalê wan dide, bi dilekî şewat û bi huner dinivîse.
Di Jîyana Bextewar de, Ereb Şemo, ji ber xwîkîtî, talan û zordarîya dewleta Osmanî û begên hevalbendên wan, hin êlên eşîretan çawa bi dizî mîna xwînîya, bi çi zahmetê terka welatê xwe dike û direve cem birayêd xwe yê di ben destê Rûsya de. Lê li alî Rûsan jî ji bacê, rêncberî û kedxwarin û zordarîya began xelas nabin. Li wir jî dikevin bin destê axa, beg û dewlemendên selefxur, dibin rêncber, hemal û pale.
Di roma xwe de çanda gelê Kurd jî bi berfirehî dide nasîn. Behsa huner û hunermenda, sitran û sitranbêja dike. Dilketin û mara xort û qîza, dawet û dîlan, tevger û têkilîya nav malê û pêwendîyên civata Kurd dide naskirin. Çanda cil û bergên wan; muzîk, awa û sitranên daweta û şêwazên dîlanên Kurmanca dide nasîn.
Kurd çawa debara xwe dikin, çawa kar dikin, şewata xwe çawa pêde dikin; çi dixun, çi vedixun; navê xwarina û pincarê çolê dinivîse.
Di dema şerê dewlet û talanan de, zuhayî û afatan de gel çawa di xelan de jar û birçî û perîşan dibe, ji birçîna dimire, mîna yekî ji gel û hemû derdên gel kişandîye dinivîse.
Behsa Şerê Cîhanê I. dike ku dewleta Rûs bi rêya hevalbendên xwe yên axa, beg û dewleta Osmanî jî bi rêya Alayên Hemîdî, çawa bi zorê mal, milk û perê gelê Kurd jê distîne û zarokê xizana jî dişîne şer, çêkirina rêya û birina xwarinê ji bo leşkerên ku şer dikin. Ku çawa dewleta Osmanî, welatê wan yê berê ku jê revîyabû xera kirine, Kurd û Ermenîyên wê deverê ya kuştine, yan jî ji warê wan qewirandine.
Ne tenê derdê Kurd û Ermenîya dinivîse; ji ber Şerê Cîhanê, birçîbûn û xela ku gelê Rûs jî ketîyê û amadebûna şoreşa Bolşewîk jî dinivîse. Behsa endamên partîya Bolşevîk yên Kurd, Ermenî û Rûs dike ku çawa xebat û rêxistinîya partîya Bolşevîk ya di nava karker, hejar û leşkerên Rûs dike.
Di dema şoreşa Oktoberê ya Rûs, belavbûn û ji nivde rêxistinbûna artêşa Rûs wek Artêşa Sor û ya Sipî, avabûna hukumet û hêza çekdar ya partîya Ermenî Taşnak, kuştin, talan, zordarî û xerabîyên wê, beraberhevdana gelê Ermen û Kurd ji alî sîxurê tirk û Taşnakan, beşdarbûna gel ya Bolşewîkan û Artêşa Sor bi zelalî radixe ber çavan.
Piştî şoreşa Bolşevîk 1918 ku hîna sînorê Turkîye û Sovyetê kifş nebûbû, sîxurên Tirk, ji bo ku gelê Ermenî û Kurd bera hev bide, çawa çalakî û qetlîaman dikin. Piştî Şoreşa Cotmehê ku artêşa Rûs difelişe, artêşa tirk berbe Qersê tê; êrîşî gundên Ermen û Kurda dikin, loma êlên Kurda nikarin xwe li hember leşkerê tirk biparêzin; berê xwe didin herêma Elegezê û li ba Kurdên wê derê bi cîh dibin. Lê leşkerên tirk wê herêmê jî dagîr dikin û dest bi qirkirin û talanê û dîlgirtina Kurdan dikin.
Ereb Şemo, mîna gundîyekî ji rêzê behsa sosyalîzmê dike: serdema hukumetên Osmanî, Şahîtî û Daşnaka û ya Sovyetê beramberî hev dike. Di bin nîrê wan îdaran de, ji gelê xizan çawa bac û xwîkîtî distendin, malê gel talan dikirin û zarokên wan bi darê zorê dibir leşkerîya neçar. Axa, beg û mîrên Kurd, çawa him ji dewletê mûçe didstend û him jî ji wan bêş û xwîkîtî distend. Ji bo ji wan re paletî, xulamî û şivanîyê bikin, ew bê zevî, xizan û birçî dihîştin. Lê helbet behsa axa û begê baş û welatperwer jî dike; lê serdest wan axa, beg û serokeşîrên baş jî bi destê yên xayin qels û tune kirine.
Piştî ku Şoreşa Sosyalîst ya Komarên Sovyetê li Gurcîstan û Ermenîstanê jî serwer bû, Kurdên ku ji ber zordarî û qirkirina dewleta Osmanî û Komara Tirk bazdabûn, koçberî van devera bûbûn û yên wek Kurd ji berê de li herêma Ermenîstan, Nahçiwan û Elegezê dijîyan, li van deveran jî di bin tade û xwîkîtîya axa û began de bûn, yên xizan, xulam û rêncber bûn beşdarî Partîya Bolşewîk, Artêşa Sor dibin, komîteyên xwe yê partîyê, yê yekîtîya gundîyan ava dikin û bi hemû hêza xwe beşdarî şoreşê dibin. Êdî zevî li gundîya tê belav kirin, yê ga, mekîne û tovê wan tune ye, Rêvebirîya Sovyetê, pere, zevî û tov dide wan.
Di destpêka şoreşê li Gurcîstanê dibistana Kurdî vedibe. Wer xwanêye ku wê demê Şêxên Ezîdîya jî hevaltîya axa û dewlemendên ku naxwazin gundîyên xizan zane bibin û pêşkevin, loma ji bo zarokên wan nexwîne, dibên “xwendin gune ye; wê ji dîn derkevin!” Zarokên Kurd jî bi zimanê xwe dest bi dibistana Kurdî dikin.
E. Şemo, piştî salên 1925an, xebata Kurdên Ermenîstanê ya li ser alfabeya latînî ji bo alfaba kurdî û alîkarîya Kurdzan Hovsêp Orbêlî û Mar dinivîse. Bi alîkarîya Mîxaîl Îvanovîç Kalînîn, di 1927an de, ji bo zarokên Kurdan, li bajarê Êrîvanê Akademîya Pedagojîyê û piştre Fakulta Karkerên Kurd vedikin. Li Lenîngradê vekirina Akademîya Kurdî û amadekirina kadirên Kurd ji bo pêşdexistina civata Kurd ya li derdora çîyayê Elegezê, mîna perçakî jîyana xwe dinivîse. Piştre jî bi hev re di 1930 de li gundên Kurda dest bi avakirina Kolhozan dikin û gundî bi hev re kar dikirin û her kes berhema keda xwe disitine.
Di bin îdareya Sovyetê de, ji bo gundîyê Kurd bi avakirina Kolhozan re, êdî gundî dibin xwedîyê zevî, pez û dewarên xwe û ji bo xwe dixebitin. Ji xwîkîtî û zordarîya împaratorîya, hevalbendê wan axa, beg û maldaran, ji bêş, xwîkîtî, talan û deyndarîya xilas bûbûn. Gundî êdî keda xwe ji bo xwe xerc dikin. Ji xwe re xanîyên nuh û xweş ava dikin, zarokên xwe dişînin dibistanê, bi zimanê xwe perwerde dibin û têr parîyek nan dixwin. Ew zaroyên Kurda ku dixwînin, piranî tên nav gelê xwe kar û xebata karmendîyê û partîya Komunîst dikin.
Bi kar û xebata gundîyên Kurd yên dibin endamê Kolhozan, roj bi roj rewşa wan ya aborî pêş dikeve; lê kesên axa û maldar ku bi Împaratorîyê re têkçûbûn û nema karîbûn keda gundîya bixun, heta salên 1935an hîna bela xwe li berpirsên partîyê û yên Kolhoza didin, yên jêhatî dikujin û kargeh û mekînên wan hildiweşînin.
Behsa salên 1940an, dorpêçkirina emperyalîstan ya li hember rejîma Sovyetê û êrîşên dewleta Japon, faşîstên Alman û Îtalî dike. Behsa Şerê Almanê Nazî û yê Artêşa Sor dike. Ku çawa artêşa Nazî gund û bajarên Sovyetê hildiweşîne, gelê wan deran didan ber gullehan dikujin û beşek jî hêsîr digirin, yan bi gazê kîmyayî difetisînin yan jî wek hêsîr bi wan kar dikirin. Li hember dagîrkirina Almanya Nazî, behsa mêrxasî û qahremantîya Kurdan dike.
*Têbinî: ji bo kesê ku vê pirtûkê wergerîne yan bixwîne û baştir tê de bigehîje, min ev ferhengok amade kir. Belkî hin gotin tam ne di wateya xwe de hatibi rêdan, ez doza lêborîn û rexnê we yê serastkirinê dikim.
FERHENGOK
A
Ahil: gehîştî, bi emir
Ananîmk: dek, dolab, hîle(karî)bazî
Alçax: (tr. alçak) namerd, rezîl, bêûjdan
Alif: êm
Altkirin: (tr. altetmek) têkbirin, binxistin
Apiltax: vêkre, bi carekê, tavilê
Apîsêr: ?
Arsawil: Xulam, qasid, peya
Arxalix: qutik
Arxayîn: piştrast, bawer, dilsoz, aram
Aşirme: rext
Awrû: awir, bal
Axil: guher, gova pez, mexel, axur
Ayik: ayin, axîn, guneh, heq, hiqûq
Axpîn: şûv, erd, zevî
B
Başqe: (tr başka) cuda, cîhê, wekî din
Başaxkirin: eşêf kirin
Belapêşk: şer, pevçûn, gengeşe
Beledî: rêberî
Bengz (tr beniz) gwîn, dêm, rengê rû
Berk: zexm, xurt
Bêşîk: dergûş, pêçek
Bethal: bêhal, sêkerat
Bêyol: (tr yolsuz) bê rê, bê ûjdan, bê însaf
Bihên: bihîstin, hisandin
Bikirçî: muşterî, canbaz, bazirgan
Binelî: niştecî, xwecîh
Bing: kok, reh
Bira: tuj
Bîr/bêr: bêrî (kirin)
Bistan: pêsîr, çiçik
Bobelisk: bablîsok, bahoz
Bol: zehf, pir, zêde, têr
Brîgad: pale, emele, karkir
C
Cab: (tr cevap) cewab, bersîv
Cemedan: Tûr, sindoq, qutî, çente
Cew: cihok, kanal
Cêv: (tr cêb) bêrîk
Conî: curn, hawan
Cûlet: culhet, wêrekî, mêrxasî
Ç
Çabêr: kozî
Çarinkal: çarnikal, çarhawîr, çarmedor
Çarşeb: çarşef
Çegîl: berevkirin, hevdan (a keviran)
Çêkirçî: karker, amele
Çel: çahl, kortal
Çerçinîn: awiqandin, weritandin
Çerez: fêkî, mêwe
Çerpdan: çirpandin, basik li hevdan
Çêle: çêre, mêrg
Çilape: çeng bûn
Çomax: (tr çomak) şiv, dar
D
Daraxac: (tr daragaç) sêpî, dardakirin, darvekirin
Debar: êm
Def/daf: mû
Degl: dexle, çavîya dolabê
Delak: berber, porbir
Delege: refik, çavî
Destetek: bi serê xwe
Dew: dawa, dawe, doz
Deya: vala, bedîhewa
Dereve: valakirin, dizîn
Dêre: kiras
Dibîb: sipî
Diha: (tr daha) bêtir, zêdetir
Dijon: gemar, qilêr, qirêj
Dike: dolab
Dilbend: wergêr
Dilûbandin: lorandin, bilbilandin
Dirgan: melhêv, çetele
Dizgîn: (tr dizgin) rişme
Dîlek: daxwaz, miraz
Dolebaş: şef, serek
E
Ebabet: lava, berger
Egle: (tr engel) awiqandin, pêşgirtin, dereng xistin
Ekîn: (tr ekin) çandinî û çinîn, cot
Elemetî: îşaret, agedarî
Emenî: ber
Erhede: ilhez,teqez, misoger
Ersewil: xulaam, peya, qasid
Etek: daw, rex
Eyan: aşkere, vekirî, xwanê
Eylê: Alîyê
Ê
Êgîn: xurt, qewin, jêhatî
Êmîş: (tr yemîş) xwarin, fêkî
Êpece (tr epeyce) tibabekî, qederekî , têra xwe
Êtî: nifir
Êtîm: (tr yetim) yetam, sêwî
F
Fesal: şîyar, baldar
Fêz: rex, kêlek, hember, pêşber,
Fêrm: çewlîk, cotkarî
Firxûn: ereba dewara
Fit: firset, destûr
G
Gewrê: qirn, cîl
Gilî: axaftin, peyivîn, xeberdan
Gilavî: karmend, wezîfedar
Galstûk: şal a dora stu
Guhdirêj: ker
H
Hahanga: zû zû
Haros: ?
Havijî: xwezî (pê anîn)
Hejmekar: minêkar
Hena: hema, derhal, vê re
Herge: warê, derbarê, heqê
Hevîjî: xwezî
Hêjka: niha, vêgavê
Hêsabûn: bêhndan, vêsan, tatîl
Hêvşandin: daxistin, şikenandin
Hêwisandin: redkirin
Hila: hîna
Hingor: temar, mirin, giran
Hub: hezkirin, evîn
Hucet: hêrs, qehr
Hukum: ferman
Î
Îdêy: îdeolojî, bawerî
Întam: îmtîhan, ezmûn
Îtîmaz: tika, rîca
J
Jêl: jêr
K
Kamavor: xwebexş
Kamre: çavî, hucre
Kaw(e) bedew, rind, xweşik
Kedxuda: malxwê, xwedî an rêvebirê malekê
Kela: keleh, qereqol, girtîgeh
Kelef: hewş, xewle
Kerm: bişkul
Kese: (tr kisa) qutbir, kin, kurt
Kewşen: zevî, erd
Kêlendî/kêlendîkêş: tirpan/tirpanvan
Kêm: nêm, elem
Kêran: stûn, beşt, kut
Kizîr: muxtar
Kotan: halet ê cot
Komek: alîkarî, fêde
Komekdar: alîkar, cîgir
Kombayn: mekîna çinînê, komîte
Kok: qelew, xurt
Kotel: şîn gerandin
Kevotk: kebok
Konfêt: şekirê zêrika
Koşkinî: (tr koşu) (pêş)bezê, pêşbirk
Kulzikî: poşman, dilxerab
Kurş: qeşa
Kûrsant: qursdar
L
Laçk: (tr leçek) laçik, xavik, kitan
Lap: tev, tûmî, hemû, giş, herî, serapeng
Lev: li hev
Ley: alî, hêl
Lozûng: regez, azîn, rêbaz
M
Menceniq: Sîxur, muxbir
Merg: meydan
Merûm: mahrûm, bêpar
Meşe: rêl, daristan, darberû
Mewicîn: gevizîn
Mexlûqat: mirov, gel, xelk
Midas: sol, bot
Misilet: niqaş, şêwir, gengeşe, nîrxandin
Mor: ode
Mozelan: garan
Muftexur: kedxur
N
Nan: zad, genim
Neçelik: serleşker, serdar,
Nehs: şûm, bêhawe
Nixaftin: nixumandin, nixwamtin
O
Olk: herêm
Olam: sefer, rêkirin, sewk
Oxilme: bela, tengasî
P
Pay: pesin(dan)
Pelew: (tr pilav) savar, birinc
Peltik: taq, refik
Pekî ela: (tr pekala) baş e, pir baş, belê, herê
Perçe: qumaş
Perekende: rêncber
Pesarî: serkul, sergîn
Pêşîkar: pîşekar, hunermend
Pêtek: kuçe, zikak
Pilt: perçe
Pilûl: tûm
Pirçû: hêrs, tengijî
Pirtî: pirt(ik)ek, piçek, çenek
Pizinî: peritî
Q
Qaçax: mahkûm, eşqîya
Qalçîçek: nêrgiz
Qanmes: xeşîm
Qayim: qewîn, saxlem
Qelfe: qefle, bir, beş
Qelin: qalûn
Qerawil: notirvan, nobetdar, qerwaş, navmalî, xizmetkar
Qertû: (tr karalti) reşayî, reşî
Qerewilî: natorî, çavdêrî, parêzvanî
Qeslî: qelsî
Qewarcix: (tr kivircik) kurîşk, xelekî, gongilî
Qewî: qewimî, eger
Qewîm: qewîn, xurt
Qeya: lat, taht
Qiç: ling ên paşî
Qijilîn: germ, tin
Qinayt: qenaet, girêdan, sedaqet
Qirçimok: qermîçek
Qirinte: pîr, sîxboz
Qol: (tr kol) mil, pîl, zend
Qoşkirin: (tr koşmak) bazdan, bezdan
Qûjîn: qîrîn, qajîn
Qûl: bende, kole, xizmetkar
Quloz: bilind, holbûn, rabûn
Quluxdar: Memûr, karmend, rêvebirê dewletê
Qulixî: (tr kulluk) xizmet, qûltî, koletî
Qurbetî: bi mane/wate
Qurimîş: (tr kurmuş) girêdan, avakirin, sazkirin
Qurût: qurûs, qulûs, av vexwarina heywên
R
Razîlix/razlixî: destûr, riza, bi dil, ji dil
Recû: alîkarî
Rihal: cil, kinc
Rikêvî: hêrîş, şûşbûn, berbe çûn
Ruşet: (tr ruşvet) bertîl, rişwet
S
Salixî: (tr sağlık) noş, nojdarî, cansaxî
Sapok: potîn
Sebeq: rist, rêz
Sebet: (tr sepet) selik
Sedr: serek, serok, rêvebir
Sel: selik
Selexane: (qesabxane) tiral, kislan
Seqirî: bêdeng, ker bû, aşbûn
Seyranmîş: seyrankirin, temaşe
Seyal: seh, kûçik
Serfinyaz: serbest, bêxem
Silq: sedaqet, dilsoz, rast
Sinet: (tr sanat) huner, senet
Sire: (tr sira) dor
Sîfet: wêne, foto, sûret
Soqaq: (tr sokak) zikak, kuçe
Stansîa: stasyon
Stêr: kulîn
Sûclû: sûçdar, tawanbar
Ş
Şiltaq: ixbar, lêdan, gilî, derew
Şiro: şîrove
Şov: şûv, cot, erd rakirin
Şênlik: (tr şenlik) kêf û şahî/şadî
Şabdar: girîng, mûhîm
T
Tab: tebat
Tamane: temene
Tanga: texma
Terbet: perwerde
Tecbûr: keşifdar
Teklîfî: vexwendî, dawetkirî
Teletel: bi dizî, xafil
Telê: kemîn, daf
Tem: tahm, çêj
Temazlix: (tr damizlik) dermale
Temûl: tahamul, sebir, sebat, hedan
Teselî: serdan, saxtî, kontrol
Telîya: tel bû, tewîya, xwarbû, veket, ramedîya
Tesfûl: liav, temene
Tewqe: hêvî birîn
Teyamîş: (tr dayanma) berxwedan, xwe ragirtin
Têtrak: defter, dosya
Tirê: li gorî, werê dihat
Topayî: vexwendin, dîyarî
Tolme: dolme, pelê pêçanê
Torin: maqûl, esilzade
Tunsiz: (tr tuysuz) rût, tazî, bê mû
Turiş: cesaret, wêrekî
Tut: tû
U
Uzv: (tr uzuv) aza, endam
V
Vakzal: meydan, qad
W
Wekilandin: tesdîq, erê, peyitandin
Werîyabûn: weşandin, ketin
Wetan: (tr vatan) welat, niştîman
Wetanvan: welatî, hemwelatî
Wedelî (tr vadeli): demî
Welgerîn: wergerîn, guhertin, bişaftin
X
Xalifî: şaş bû, dagerîya, wenda bû
Xeyset: kesayet,ehlaq, taybetî
Xêlekê: demekê, wextekê, navbênekê
Ximbapêt: çete
Xolor: hala mirinê
Xudan: Xûdan, xwêdan
Xurom: qevd, kom
Xwezla: xwezî, xwezîka
Y
Yaşa (tr): bijî
Yeqîn: (tr yakin) nêz
Z
Zad: nan
Zavot: kargeh, karxane
Zerdele: zerdalî, mişmiş, çêr
Zêm: avzêm, şil, nedawî
Zêrandin: zêvirandin, zivêr, aciz kirin, îşkence kirin.
Zimêr: qût, xwarin, debar
Zopa: (tr sopa) dar, çoyan
Zox: elem
Zûrbûn: zîfirî, fitilî, sûrîya
Zûrî: zîro, kurmê xwîn dimije
Zurpe: zupe, sîpe
Zût: nav, hundir