Li Parka Neteweyî ya Munzura bajarê Dêrsimê beşdariya 300 kesî jîngeh hat paqijkirin
Li Parka Neteweyî ya Munzurê di çarçoveya “Roja Jîngehê ya Cîhanê” de bi beşdariya 300 kesî ji jîngehê gileş hatin komkirin.
Ji navenda bajêr 300 kes bi otomobîlan çûn devere Miskîsaxê ya parka neteweyî.
Piştî amadekariyan beşdar bi ser koman dabeş bûn û dest bi komkirina kîsik, lastîk, kaxiz û şûşeyan kirin.
Bermayikên ku xistin nava kîsan de ji aliyê ekîbên şaredariyê ve hatin hildan.
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu piştî çalakiyê anî ziman ku Parka Neteweyî ya Munzurê bi bedewiyên xwe hêjayî dîtinê ye.
Rûdaw