Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Binkeya Laleşê peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyama xwe de, Serok Barzanî tekez kir, Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye û kar ji bo parastina urf û edet û çanda gelê Kurdistanê kiriye.
Serok Barzanî îro 11ê Gulanê bi peyamke pîrozbahiyê bo damezrandina Binkeya Laleşê li serok, endamên desteya bilind, kadro û hemû welatiyên Êzidî kir.
Peyama Serok Barzanî wiha:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Binkeya Laleşê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û endamên Desteya Bilind û endam û kadroyên Bingehê Laleş û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim.
Binkeya Laleşê di salên borî de bi rêya karên berbiçav, konferans, proje û festîvalên dewlemend, çapkirina pirtûkan, alîkarîkirina hezaran rizgarbûyên ji destê DAIŞê kir û gelek karên çandî, ragihandinê û hunerî, xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan û parastina nerît û çanda gelê Kurdistanê kiriye.
Her bi vê boneyê, destxweşiyê li erk û keda Serok û endamên Desteya Bilind û endam û kadroyên Binkeya Laleşê dikim û hêviya berdewamiyê û pêşketinên zêdetir ji bo Binkeya Laleşê û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xwişk û birayên Êzidî dixwazim. (PK)