Ji Hêvîya Serxwbûna Kurdistanê ber bi Metirsîya ji Destdayina Destketinên Kurdistanê ve

Ji hêvîya avakirina Dewleta Kurdî ber bi ji destdayina destketinên Kurdistanî

Tevî demajoya Avakirina Kurdistanê ku ji sala 1991 ê ve li ser bingehê têkoşîna şoreşên herêmî yên Kurdistanê ku seranserê sedsala buhurî rûdan û bi taybet jî Şoreşa 11 yê Îlona 1961 û serketina Otonomîya 11 yê adara 1970 yî û demajoya şoreşa piştî lihevkirina Cezayir tevî xweşî û nexweşîyên xweve bi taybet jî piştî hilweşandina rejîma mêtinkara hov ya BAAS î gav bi gav ber bi geşbûn avadanîyek mezin ve çû.

Tevî hemî alozî û tevlihevîyên derdorê, tevî dorpêçkirin û dijminahîya dewletên mêtinkar jî Kurdistan di hemî warên civakî, siyasî, aborî, dîplomasî û avadanî de bi lez û bez pêşket.

Bêguman di vê avabûnîya dewleta nû de gelek kêmasî û çewtî û gendelî pêkdihatin. Lê tevî vê jî rewşa aborî ya welatîyan gelek pêşket. Bi sedan Şîrketên navdewletî yên navdar sermayayên xwe hanîn Kurdistanê bi hawekî gelek vekirî rewş û rûçikê Kurdistanê guherî. Vê yekê bala hemî cîhanê û bêguman bala dijminan û nehezên Kurdistanê jî dikişand.

Tevî vê rewşa xweş, di warê rêvebirinîyê de kêmasî û çewtîyên pir balkêş jî hebû ku îro bûne astengê herî mezin li pêşîya avakirina Dewleta Kurdistanê!

Hêza pêşmerge, parastin û ewlekarîyê nehat yekkirin û her du alî ma!
Aborî û Rêvebirinîya Silêmanîyê her xweser ma!
YNK Navenda xwe nebir Hewlêrê her weha piştî cudabûna Goran jî Navenda xwe nebir Hewlêrê!
Her mêvanek dîplomaîk ku serdana Kurdistanê dikir mecbûr dihat hîştin ku wek paytextek cuda serdana Slêmanîyêjî bikin!
Di hilbijartinên Parlamentoyê de Rêvebirên xwedî bandor di nav YNK û Goranê de xwe kandît nekirin û li derveyî Parlamentoya Kurdidtanê man! Ev jî dibû egerê lawazbûnî bêbandorîya Parlamentoyê!
Ev jî dibû egerê ku her biryar li derveyî Parlamentoyê di navbera Partîyan de bi lihevkirinê bên sendin û piştre Parlamento erê bike!

Tevî van hemuyan jî rewşa aborî xweş, kalîteya jîyana civakê her diçû bilintir dibû. Avadanîya bi hawek lez pêşdiket, hê kurdistanîyan bilind dibûn! Iraq di nav şewat û şer û tunebûnîyê de digevizî, lê li Kurdistan di nav ewlekarîyek xweş de dibû qada şîrket û Sermaye û qada xebat û ticaretê!

Alozîyên bi Bexdayê re û alozîyên navbera Ereban xwe bi xwe, kuştin û hovîtî û gendelîyên navbera wan gengeşekirina serxwebûna Kurdistanê jî geş dikir. Ji xwe Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Kak Mesûd jî li her deverî xwesteka xwe ya ji bona Serxwebûna Kurdistanê vekirî dihanî ziman!

Piştî êrîşên DÎIŞê diyarbûnîya gendelîya desthilatdarên Iraqê û bêşer teslîmkirina ewçend çek û alavên leşkerî tevayîya pereyên Bankan yên herêma Mûsilê alozîya Iraqê dijwartir kir.

Êrîşên DÎIŞê bi ser Kurdistanê ve û berxwedana Pêşmergeyên Qehreman lêpêşîgirtina DIÎŞê di ser de li hevkirina bi hêzên navdewletî rewşa Kurdistanê bêtir derxist pêş û bala cîhanê kişand ser Kurdistanê!

Serok Berzanî tevî têkilîyên xwe yên dîplomatîk ve daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir doza Serxwebûnê pêşkêşî gel bikin. Vê rewşê geşbînîyek mezin di dilê her kurdek welathez de çêkir. Raya Kurdistanî û navneteweyî bi haweyek erênî piştgêrîya vê demajoyê kir.

Bêguman nahezên Serxwebûna Kurdistanê ji vê rewşê gelek dilteng bûn!

Bexdayê butçeya Kurdistanê birî, lê butçeya deverên bindestê DÎIŞê bê kêmanî domand!
Buhayê petrolê li cîhanê daket!
Ji ber şer û êrîşên DÎIŞê li do du milyonî kes koçberî Kurdistanê kirin!
Vê rewşa, aborîya Kurdistanê serûbin kir, şîrketên navdewletî karên xwe dan rawestandin, ticaret rawestîya, bazar têkçû, şer girantir bû, wê xweşîya civakê şûnda ket.

Goran, YNK, Yekgirtûya Îslamî û Hevgirtina Îslamî bi hev re pirsgirêka Serokatîya Herêma Kurdistanê derxistin pêş û gengeşîyek nû destpêkir. Van her çar partîyan wek bloqek tevgerîyan PDK wek bingehê hemî alozî û têkçûna rewşa aborî û qeyranê nîşan dan.

Vê alozîyê her ku çû wê hêvîya avakirina Dewleta Kurdistanê ber bi şikandinê ve bir!
Li silêmanîyê û derdora wê bi egerê nedayina mûçeyan ku bi mehan dereng dimîne xwepêşandan destpêkirin. Lê vê dawîyê weka ku ew blok a çaralî li Hukumetê nebe û egerê vê nedana mûçeyan û têkçûna aborî û alozîya sîyasî PDK be, êrîş ser baregehên PDK li Slêmanîyê û derdora wê hatin kirin! Li gor ajansan û videoyên wan alîkarên PKK ê jî beşdarên van êrîşan dibin!

Niha Goran ji Hukumeta Kurdistana Federal vekişîyan!

Wê YNK çawa tevbigere nexwîya ye, ji ber vê rewşê niha li şûna wê hêvî Avakirina Dewleta Kurdistanê metirsîya perçebûnîya Herêma Kurdistanê û ji destçûyina bidestketinên heyî me girtîye!

Divê em kurd li hember vê metirsîyê dengê xwe bilindbikin, yekîtî û yekrêzîya Kurdistanîya biparêzin! Li hember van êrîşkarîyên li ser baregehên partîyên sîyasî derkevin!

Em rê nedin van bidestketinên heyî jî ji dest herin!
11-10-2015
B Baran

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *