Ji bo bibîranîna Wedat Aydin û hemû leheng û têkoşerên doza netewî

Cano AMEDÎ

Dîroka me, jiyana me, derbasbûyina me, bi êş û birînên dîrokî ve hatîye daxandin. Roj tuneye ku, em ji wan birînên dijwar û salvegerên bi êş bêparbin.

Li seranserê welatê me, li erdnîgarîya wargeha reng û dengê me; şev û roj, meh û sal bûne pêlikên hewldan û berxwedana jiyana me!

Di navbera zivistan û havînên dijwar de, demsalên mirinê, jiyanê li me asê dike. Di demsalên mirinê de, di kûrahîya qûncikê zîndanê de dostanî û hevaltîya bîrdozîyê, germaya hevkarî û berxwedanê, biryardayîna têkoşîn û xebatê ne hêsane…

Di jiyana sîyasî de mirov gelek caran rastî kemîn û bêbextîyan tê. Mirov gava ku di rêgehên aloz de dimeşe, car caran dişemite û dişewite! Wexta ku ba û bahozên civakî rê li ber tevlîhevîyek reş vedike, pêlên têkoşînê geş dibe.  Têkoşer û pêşengên civatê dibin kelem di çavên dijmin de. Ji ber wê yekê gava rê û rêwî li hevkirîbin, rêwîtî dibe xwendina rûpelên dîrokê, dibe fêrbûna erdnîgarî û jiyanê!

Cîh heye weke sembola êş û xemgînîyê mirov diêşîne, cîh heye weke kanîya berxwedanê derdikeve hemberî mirov. Lê bele hinek herem hene gava tu di wir de derbas bibî ne mumkunê tu xemsar û bêhelwest bimînî! Mînak Qoçgirî, Dêrsim, Pîran, Agirî, Gelîyê Zîla, Şemzînan, Barzan, Mahabad, Halepçe, Germîyan, Qamişlo û Efrîn her yek jê bi sere xwe wargeha trajedîyekîyê ye, cîhê jenosayd û rêze komkujîyane. Hest û hişmendîya netewîtîyê di sêqolîya jiyanê de ye. Ev sêqolîya jiyanê, xwendina do, îro û sibê bi xwe ye. Başî û xirabîyên me, şaşî û kêmasîyên me, bersîvên çima, ji bo çi, li kuderê çewa bû di wê xwendinê derdikeve holê.

Li seranserê Kurdistanê, li hemû deşt û zozanan; li hemû çîya û berîyan; li qerexên hemû çem û rûbaran; di bin devî û daran de; di bin zinar û latan de; an jî di qozîyên pir û bircan de çîroka lehengekî Kurdistanê bi xwîna wan hatîye neqişandin û nivîsandin. Di dema rêwîtîyekê de gava mirov di wê heremê de derbas dibe, hemû rûdanên wê erdnîgarîyê bi hevra reng û navê lehengên xwe diqîrin, bi bîr tînin. Dar û daristan, kevir û lat, ava kanî û newalên heremê doza vexwandina rêz girtinê li me dikin!

Em roja 9.7.2024an de, weke şandek heval û dost çûbûn şîna xuşka hevalê xwe Rifat Sefali. Hevalê me ji Madenê (Eleziz) gundê Gezinê ye. Piştî vegera ji şînê, em li ser pira ku sînorê Elezîz û Dîyarbekirê ye  rawestîyan. Lewra ev Pir ji bo şanda me, ji bo hemû hevalan, cihekî girîng û balkêş bû. Lewra hêzên dewleta dagirker û xulamokên wan yên kûjer, heval û dostê me yê ezîz WEDAT AYDIN bi îşkenceyê qetil kiribûn û laşe wî avêtibûn bin wê pirê, alîyê Elezîzê… Termê Wedat Aydın roja 7.7.1991ê, li bin vê pirê hatibû dîtin. Paşê girsayek û konvoyek dirêj û mezin cenazeyê wî anîbûn Dîyarbekirê. Cenaze li Diyarbekirê ji alîyê bi dehhezaran Kurdistanîyan ve hatibû pêşvazî kirin. Piranîya hevalên ku em roja 09.07.2024ê em bi hev re çûbûn şînê beşdarên konvoya cenazeyê Wedat Aydin û şahidên wê roja reş bûn.

Dewleta dagirker û aparatên şer ji bo bingeha netewî di bendavên kontrolkirî de kedî bikin an jî bifetisînin starta kuştina welatparêzan û qetlîaman dabûn û xistibûn rojevê. Ji bo ku sînerjî û potansîyela netewî  di bendawên kontrol kirî de bêne dizayn kirin, bê kedî kirin û bê fetisandin, stratejîyeke entergasyon û pişavtinê ji alîyê mêtingehkaran ve hatibû amade kirin. Kuştina Wedat Aydin destpêka wê stratejîyê bû. Gava konvoy gihîşt bajarê Amedê, hêzên taybet li ser Bircê Amedê konvoya cenaze û girsaya pê re gulebaran kirin û bi dehan kuştî, bi sedan birîndar li pişt xwe hiştin. Ev qetlîam bû starta kuştina kesên welatparêz û pêvajoyeke nû. Weke Wedat Aydin û bi hezaran welatparêz û têkoşerên doza netewî di gêjgerînekên (labirent) kontrol kirîde bûn hedefên guleyan..

Gava ku mirov rûbirûyî bûyer, bîranîn an jî neheqîyeke civakî dibe, denge Ahmedê Xanî ji kûrahîya ezmên ve deng vedide. Qêrîn û awazên seydayê mezin, di gohê mirov de weke  şîrqa şîrqa brûskan, weke awaz û qêrînên dayîkan, weke dengê lehengên bîrdozîyê deng vedide. Bandorek erênî li ser hişmendîya min ya netewî dike. Xewn û xeyalên min, daxwaz û armancên min yên esasî, temen û çîroka jiyana min li dijberî pêlên ba û bahozan reş, li dijberî pêlên lehî û aşîtan; her dem li ser merga niştimanî, li qeraxê rûbarên netewî, li gorî şîret û hizrên seydayên kurdî, li gorî hêvî û daxwazên hişmendîya milletbûnê diherike.

Ji ber wê yekê ez dixwazim di kesayeta Wedat Aydin de, vê şîîra Ahmedê Xanî ji bo rêz girtin û bibîranîna şehîdên Kurdistanê parve dikim.

Fermo, werin em bi hevra bixwînin, bifikirin û şîrove bikin!

Ez mame di hîkmeta Xwedê da

Kurmanç di dewleta Dinê da

Aya bi çi weçhî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm

          *****

Ger dê hebûya me îttîfaqet

Vêk ra bikira me înqîyadek

Rûm û Ereb û Ecem temamî

Hemîyan ji me re dikir xulamî”

Belê,  Ahmedê Xanî ewha dibeje: Kerem bikin, em bi hevre, di bin sîwanek netewî de, dîlana Kurdî û hesreta dile Ahmedê Xanî geş bikin.   

Cano Amedî

11.07.2024/ Amed

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *