Di van salên dawî Partiya Çep a Almanyayê ku piştgiriya dengdêran jê re kêm bû bi rêjeya ji sedî 8,77 64 kursî bi dest xist.
5 namzedên Kurd ji nav lîsteya Partiya Çep a Almanyayê bûn parlamenter.
Hevserokê Partiya Çep a Almanyayê Jan Van Aken ji Nûçegihana Rûdawê ya Almanyayê Ala Şaliyê re axivî û got, “Me wekî çepgir tim ev yek kiriye. Me her tim ev yek kiriye. Bêguman em dê li ser vê yekê bidomînin. Qedexekirina PKKyê divê li Almanyayê bi dawî bibe. Ev ne pirs e. Divê em Rêveberiya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin. Ev in ew tiştên ku em ji bo wan dixebitin.”
Siyasetmedarê Alman spasiya dengderên Kurd kir û got: “Ez kesek im ku pir bi vê kêfxweş im, ji ber ku ez 15 sal in berdewam serdana Kurdistanê dikim, ji hemû deverên cuda, ji Amedê heta Hewlêrê û Kobaniyê, li wir min piştgirî da tevgera Kurdî û bi wan re kiriye. Ev ku niha çend endamên me yên Kurd di fraksiyona parlamentoya federal de hene, bêguman tiştekî gelekî baş e. Ez bawer dikim ku ev têkiliya di navbera tevgera Kurdî û çepgiran li vir li Almanyayê xurttir dike.”
Hevpeyvîna Ala Şalî û Jan Van Aken wiha ye:
Rudaw: Birêz Van Aken, spas ku hûn bi me re ne. Hûn çawa nirxandinê ji bo encama hilbijartina xwe dikin, dengên we du qat zêde bûn. Sedemên vê yekê çi bûn?
Jan Van Aken: Me encameke pir mezin bi dest xist. Em hemû pir kêfxweş in. Ez bawer dikim ku sedem ew bû ku em wek çepgir tim pabendî mijarên civakî ne. Me tim gotiye ku tiştê herî girîng ji bo gelê Almanyayê destnîşankirina sînorekî ye ji bo kirêya xaniyan. Kirêyên xaniyan ewqas buha ne ku gelek kes nikarin bidin. Xelk ditirsin ku ji malên xwe bên derxistin û pêwîst e ku em baweriyê bidin wan. Ji bo vê jî, divê em sînorekî ji bo kirêya xaniyan destnîşan bikin. Bihayên kirêyan pir bilind in. Yanî, em hertim li ser pirsên civakî man, di demekê de ku partiyên din pir caran li pey qurbanî û sûcdaran geriyan di warê koçberiyê de. Em ti carî beşdarê vê yekê nebûn. Ez bawer dikim ku em li ser vê yekê zelal bûn û ev jî bû sedema ku gelek kesên bi paşxaneya koçberiyê dengê xwe dan me.
Rudaw: Kîjan mijar? Her wiha we çi kir ku bû sedem ku dengdêrên we teşwîq bikin ku dengê xwe bidin we?
Jan Van Aken: Ez bawer dikim tiştekî pir diyarker ji bo me ew bû ku ji bo cara yekem kampanyaya hilbijartinê ji jêr ber bi jor ve bû. Me serdana zêdetirî 630 hezar malên li Almanyayê kir û ji xelkê pirsî ka pirsgirêka wan çi ye. Li wir piraniya caran dihat gotin ku em êdî nikarin kirêya xanî bidin bihayên xaniyan pir bilind in. Me jî ev xist navenda kampanyaya xwe ya hilbijartinê. Yanî ev têkiliya rasterast bi dengderan re ez bawer dikim alîkariya me kir.
Rudaw: 5 namzedên partiya we Kurd in û niha diçin parlamentoya federal. Ev ji bo partiya we û ji bo Kurdan di heman demê de çiqas girîng e?
Jan Van Aken: Ez kesek im ku pir bi vê kêfxweş im, ji ber ku ez 15 sal in berdewam serdana Kurdistanê dikim, ji hemû deverên cuda, ji Amedê heta Hewlêrê û Kobaniyê, li wir min piştgirî da tevgera Kurdî û bi wan re kiriye. Ev ku niha çend endamên me yên Kurd di fraksiyona parlamentoya federal de hene, bêguman tiştekî gelekî baş e. Ez bawer dikim ku ev têkiliya di navbera tevgera Kurdî û çepgiran li vir li Almanyayê xurttir dike.
Rudaw: Gelo hûn wek partiya mixalefetê di Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) kar ji bo Pirsgirêka Kurd dixebitin?
Jam Van Aken: Me wekî çepgir tim ev yek kiriye. Me her tim ev yek kiriye. Bêguman em dê li ser vê yekê bidomînin. Qedexekirina PKKyê divê li Almanyayê bi dawî bibe. Ev ne pirs e. Divê em Rêveberiya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin. Ev in ew tiştên ku em ji bo wan dixebitin.
Rudaw: Pirsa sereke ya vê hilbijartinê pirsa koçberan bû, ev rast e? Partiya we çi dibêje?
Jan Van Aken: Me her tim bi zelalî gotiye, em beşdarî van êrişên li dijî koçberan nabin. Em bi hêz û bê qelsî li kêleka hemû kesan li vir li Almanyayê radiwestin, girîng nîne rengê çermê wan çi ye, girîng nîne pasaporta wan çi ye. Em her tim li pêş û li pişta wan radiwestin, di vê de ti dudilî nîne. Em wekî çepgir her tim parastina mafê penaberiyê dikin.
Rudaw: Baş e, bi sedema ku çendîn namzedên partiya we Kurd bûn, bêguman hejmareke zêde ya dengdêrên Kurd dengê xwe dan partiya we. Çi peyamek we heye ji bo wan dengdêran?
Jan Van Aken: Em wekî Partiya Çep a Almanyayê her tim li kêleka Kurdan sekinîne. Li vir li Almanyayê, her wiha li Herêma Kurdistanê jî. Ev jî dê berdewam bike. Belê, spas ji bo dengên wan.
Rudaw: Niha li Almanyayê bi taybetî li rojhilatê Almanyayê dengên Partiya Alternatîv (AfD) du caran zêde bûne. Plana we çi ye ji bo ku hejmara dengdêrên wê partiyê zêdetir nebe?
Jan Van Aken: Dibe ku baştrîn rê ji bo gihîştina dengdêrên AfDyê jî rêya pirsa civakî be. Ev niha di vê kampanyaya hilbijartinê ya kurt de ku tenê sê meh jî dom nekir, mixabin bi ser neket lê niha çar salên me hene ji bo çûna deverên rojhilatê Almanyayê, berdewam li wir bûn û şêwirmendiya civakî kirin û me nîşanî xelkê da ku em wek çepgir, têkoşînê ji bo daxwazên wan dikin, di demekê de ku AfD di rastiyê de partiya milyoner û milyarderan e. Ez bawer dikim ku eger çar salên me hebin, em dikarin li wir gelek tiştan biguherînin.
Rudaw: Pirsiyara min a dawî ev e, tiştê yekem ku hûn dixwazin li ser kar bikin di parlamentê de çi ye?
Jan Van Aken: Tişta yekem bêguman destnîşankirina sînorekî ye ji bo kirêya xaniyan e. Pêwîstiya me bi çavdêrikirina bihayan heye ji bo kirêya xaniyan. Em dê li ser şeqaman û di Parlamentoya Federal de xelkê rêxistin bikin. Ez bawer dikim ku niha ev girîngtirîn mijar e.
Rudaw: Gelek spas birêz Van Aken ku hûn bi me re bûn.
(Rûdaw)