Îsraîlê gef li Ehmed Şer xwar: ‘Dê baceke mezin bide’

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef li Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer xwar û got, “Eger tu destûrê bidî ku hêzên dijminê Îsraîlê bikevine nava Sûriyeyê û metirsiyê bixin ser berjewendiyên ewlehiya Îsraîlê, tu dê bihayekî giran bidî.”

Şeva borî balafirên şer ên Îsraîlê Navenda Lêkolînên Zanstî ya li Şamê, balafirgehên Hema û T4 jî di nav de çend herêman li Sûriyeyê bombebaran kirin.

Di van demên dawî de tê îdiakirin ku Tirkiye dixwaze li Balafirgeha T4ê baregehek ava bike.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser êrişên li Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li ser balafirgehên leşkerî û jêrxaneyên Sûriyeyê yên duh hatin kirin, “ji bo paşerojê hişyariyek” bûn.

“Îsraîl dê destûr nede”

Katz her wiha got, “Îsraîl dê destûrê nede ku Sûriye bibe xeterek li hemberî gelê xwe û berjewendiyên xwe yên ewlehiyê.”

Wezîrê Parastinê bi navê Ebû Mihemed el-Colanî bangî Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer kir û got:

“Eger tu destûrê bidî hêzên dijminên Îsraîlê ku bikevin nava Sûriyeyê û metirsiyê bixin ser berjewendiyên ewlehiya Îsraîlê, tu dê bihayekî giran bidî.

Operasyonên Hêzên Esmanî yên duh li dijî balafirgehên T4 û Hamayê û li herêma Şamê peyamek zelal û hişyariyek ji bo paşerojê ye.

Em dê destûrê nedin ku ewlehiya Dewleta Îsraîlê zerer bibîne.”

Hêzên Esmanî yên Îsraîlê (IAF) êvarî doh ragihand ku wan li baregehên T4 û Hama “şiyanên leşkerî yên mayî” û her wiha “jêrxaneya leşkerî” ya nêzîkî Şama paytexta Sûriyeyê bomberan kirine.

Li gorî medyaya Sûriyeyê, Navenda Lêkolînên Zanistî ya Barzeyê ya nêzîkî Şamê hatiye bombebarankirin.

Di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê ya li ser herêmên cuda yên Sûriyeyê de herî kêm 13 kes mirine. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *