Îsraîlê êrişî Îranê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wan ên şer çend baregehên leşkerî yên Îranê ku di nava wan de Tehrana paytext jî heye bombebaran kiriye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser êrişa Îsraîlê ya li baregehên leşkerî yên nava Îranê ku Tehrana paytext jî di nav de ye daxuyaniyek da.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di daxuyaniya xwe de got:

“Di bersiva çend mehan a êrişên berdewam ên rejîma Îranê ya li dijî dewleta Îsraîlê de, hêzên parastina Îsraîlê li nava Îranê êrişeke asmanî ya hûr li armancên leşkerî pêk anîn.”

Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku dengê teqînên mezin li çend herêmên Îranê ku di nava wan de Tehrana paytext jî heye hatine bihîstin.

Êrişa Îsraîlê piştî wê hat ku Îranê 1ê Çiriya Pêşînê nêzîkî 200 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê.

Îranê ragihandibû ku wan ji bo tolhildana kuştina generalê xwe, Serokê berê yê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û Serokê Hizbulahê Hesen Nasralah ew êrişa encam daye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari her wiha anî ziman:

“Rejîma Îranê û hêzên wê yên bi wekalet ên li herêmê ji 7ê Çiriya Pêşînê ve ji heft aliyan ve bê rawestan êrişî Îsraîlê dikin ku di nava wan de êrişa rasterast a ji Îranê jî heye.

Dewleta Îsraîlê, wekî her welatekî xwedî serwerî yê cîhanê, maf û erkê bersivdayînê heye.

Hêza me ya parastin û êrişê bi temamî hatiye bicihanîn.

Ji bo parastina dewleta Îsraîlê û gelê Îsraîlê çi pêwîst be em dê bikin.”

Koşka Spî ragihand ku Amerîka êrişa Îsraîlê ya li Îranê wekî “xweparastinê” dinirxîne û Pentagon beşdarî êrişê nebûye.

Êriş bi dawî hat

Rayedarên Amerîkayê diyar kir ku Îsraîlê bi saetan beriya êrişê rêveberiya Biden agahdar kiriye.

Artêşa Îsraîlê piştî êrişê ragihand ku bombebarana baregehên leşkerî û kargehên mûşekan ên Îranê bi dawî hatiye û balafirên şer vegeriyane baregehên xwe.

Artêşa Îsraîlê her wiha da zanîn:

“Me êrişî gelek sîstemên parastinê Îranê kir. Eger Îran xeletiyekê bike û aloziyan zêde bike em jî dê neçar bibin ku bersivê bidin.”

Li gorî medyaya fermî ya Îranê yek ji hedefên êriş û bombebaranê rojavayê Tehranê bûye û sîstema asmanî ya parastinê bersiv daye.

Piştî êrişan, ajansa nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku “rewşa Tehranê asayî ye”.

Her wiha Îsraîl berî ku êrişî Îranê bike bi balafirên şer êrişî Şama paytexta Sûriyeyê jî kir.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku dengê teqîneke mezin li nêzîkî Şamê hatiye bihîstin.

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *