Endamê Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê li ser sîstema dewletê got, “Li ser birêvebiriya nenavendî gotûbêj dikin ne ku ya siyasî. Federasyon nehatiye pêşniyarkirin.”
Li ser pênasekirina Kurdan a di destûrê de jî Xelfan got, “Dê wekhevî di navbera Sûriyeyiyan de mutleq be bê ti cudahiyê, ne li ser bingeha nijad û ne jî li ser bingeha ol û ne jî li ser bingeha dîn. `Sûriyeyî` yan `welatiyên Sûriyeyî` bêyî ti cudahîyek di navbera wan de ku hemû di mafan de wekhev bin.”
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo amadekirina reşnivîsa destûra Sûriyeyê komîteyek ava kiribû û Kurd wekî Kurd nehatibûn vexwendin.
Îsmaîl El-Xelfan li ser vê yekê got, “Di nav endamên komîteyê de, endameke komîteyê ji pêkhateya Kurd heye û ew Xanim Doktor Behiye Mardînî ye, li gorî agahiyên min.”
Endamê Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê Îsmaîl El-Xelfan li ser amadekirina destûrê, mafên Kurdan sîstema dewletê û mijarên din pirsên Nalîn Hesenê besivandin.
Rûdaw: Li gorî derencamên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê, Komîteya Ragihandina Destûrî hat avakirin û dê erkê amadekirana reşnivîsa ragihandina destûrî ku dê qonaxa derbasbûnê rêxistin bike, bigire ser xwe. Ji bo axaftina li ser karê vê komîteyê, ji parêzgeha Helebê,dr. Îsmaîl El-Xelfan, endamê Komîteya Amadekirana Reşnivîsa Ragihandina Destûrî ya Sûriyeyê ye mêvan me ye. Dr. Îsmaîl El-Xelfan tu bi xêr hatî ser ekrana Rûdawê.
Îsmaîl El-Xelfan: Gelek Spas, hûn jî bi xêr bin.
Rûdaw: bi xêr hatî, karê komîteya amadekirana reşnivîsa ragihandina destûrî gihiştiye kû derê?
Îsmaîl El-Xelfan: Komîte hîn di qonaxa guftûgoyên di navbera endamên xwe de ye li ser bendên vê ragihandina destûrî, û rêyeke baş biriye. Ji ber ku ji roja yekem a avakirina wê ve guftûgoyên berfireh di navbera endamên komîteyê de hene. Niha komîteyê rêyeke baş biriye di van guftûgoyan de û xebata xwe didomîne. Helbet guftûgo bi bingehîn di navbera endamên komîteyê de ne û endamên komîteyê her wiha guh didin şîretên nasên xwe û kesên din, pispor û şareza yên di warên qanûnî û destûrî de.
Rûdaw: Heta niha we li ser çend madeyan guftûgo kiriye?
Îsmaîl El-Xelfan: Me li ser gelek maddyan guftûgo kiriye. Em nikarin hejmara wan eşkere bikin lê hejmareke baş ji maddeyan e.
Rûdaw: Doktor, bingehên karê vê komîteyê çi ne?
Îsmaîl El-Xelfan: Ev komîte rewatiya xwe ji biryara derketî ya Serokê welêt a ji bo avakirina wê werdigire û pişta xwe dide lêkolîna li ser destûrên berê, ji ber ku hemû endamên wê pispor û doktorên qanûnê ne. Ew li destûrên berê yên ku li Sûriyeyê dihatin bicihkirin lê digere, li gel ezmûnên ragihandina destûrî yên ku li dewletên din çêbûne û li hemû van ezmûnên destûrî dinêre da ku hewl bide bigihîje formula herî baş a pêkan a ji bo ragihandina destûrî bi awayekî ku li asta hêviyên gelê Sûriyeyê be.
Rûdaw: Wate, erkê vê komîteyê bi taybetî çi ye?
Îsmaîl El-Xelfan: Erkê komîteyê amadekirina ragihandina destûrî ji bo qonaxa derbasbûnê ya li Sûriyeyê ye. Dema ku ev komîte karê xwe bi dawî bike, ew dê vê reşnivîsê radestî Serokkomarî bike da ku ev ragihandina destûrî derbixe. Û li cem komîteyê garantî hene ku desthilatên endamên wê, desthilatên mutleq in bêyî destwerdana di karê wan de. Ew di nav xwe de guftûgo dikin, şêwirê dikin, nakokî dikin, piştre li ser formula her baş a bendiya pêkan a madeyan li hev dikin. Dema ku komîte karê xwe bi dawî bike, ew dê tiştê ku amade kiriye radestî Serok bike û ew dê derbixe.
Rûdaw: Anku dê ev reşnivîs ji aliyê Serok ve were pejirandin?
Îsmaîl El-Xelfan: Erê, bi temamî.
Rûdaw: Wê kengê ev reşnivîs were ragihandin?
Îsmaîl El-Xelfan: Bi rastî, em nikarin demeke diyarkirî bidin lê ez texmîn nakim ku ev mijar dê dirêj bike, ji ber ku endamên komîteyê ji roja yekem ketin nava guftûgoyan û demeke dirêj di gotûbêjan de di navbera xwe de li ser madeyên vê ragihandinê derbas kirin. Wekî min ji we re got, wan rêyeke mezin biriye. Ez texmîn dikim çend roj belkî karê xwe bi destpêkî bi dawî bikin, piştre ew vegerin ser guftûgoyan li ser xal bi xal ji ber hestyariya vê mijarê û girîngiya wê di qonaxa nû ya Sûriyeyê de. Piştre ew dê radestî Serokkomar bikin ji bo pejirandin û derxistinê. Ez texmîn nakim ku mijar dê dirêj bibe, lê berê min gotibû hefteyekê di hevpeyvîneke din de, lê xuya dike ku mijar zêdetir dem distîne, yanî dê ne mijareke dirêj be, lê ez nikarim demeke diyarkirî bidim.
Rûdaw: Gelo wê derbas bike?
Îsmaîl El-Xelfan: Dibe ku hefteyek, deh roj bi qasî ji niha ve.
Rûdaw: Ev ragihandina destûrî dê çawa be? Ma dê wekî destûreke demkî be?
Îsmaîl El-Xelfan: Erê, ev ragihandina destûrî wekî destûreke demkî ye ji bo Sûriyeyê di nav qonaxa derbasbûnê de.
Rûdaw: Û gelo hûn dê dema qonaxa derbasbûnê di vê reşnivîsê de diyar bikin?
Îsmaîl El-Xelfan: Erê, dê dema qonaxa derbasbûnê di vê reşnivîsê de were diyarkirin, ji ber ku ne guncav e ku bê diyarkirin were hiştin.
Rûdaw: Û dê dem çi qas be? Guftûgo li ser vê mijarê li ser çi digerin?
Îsmaîl El-Xelfan: Bi rastî, guftûgo li ser navbera sê heta pênc salan digerin, lê em tercîh dikin ku dem were diyarkirin da ku qonaxa derbasbûnê bê diyarkirin nemîne.
Rûdaw: Dr. Îsmaîl ma hemû endamên komîteya we ji pêkhateyên Ereban in?
Îsmaîl El-Xelfan: Di nav endamên komîteyê de, endameke komîteyê ji pêkhateya Kurd heye û ew Xanim Doktor Behiye Mardînî ye, li gorî agahiyên min.
Rûdaw: Hûn di vê ragihandinê de sîstema dewletê çawa diyar dikin?
Îsmaîl El-Xelfan: Sîstema dewletê di vê ragihandinê de dê ji ya berê bi derneketibe, dewleta Sûriyeyê dewleteke yekgirtî, serbixwe û xwedî serweriyeke temam li ser axa xwe ye.
Rûdaw: Ma federalî li cem we wekî pergala dewletê hatiye pêşniyarkirin?
Îsmaîl El-Xelfan: Bi rastî, heta niha na, nehatiye pêşniyarkirin.
Rûdaw: Ma hûn li gel parastina sîstema navendî li Sûriyeyê ne?
Îsmaîl El-Xelfan: Mamoste mebesta te sîstema serokatiyê ye.
Rûdaw: Sîstema navendî ji bo dewletê…
Îsmaîl El-Xelfan: Sîstema navendî wekî şiklê dewletê, erê. Heta niha em li gel parastina sîstema navendî û mayîna Sûriyeyê bi yekgirtî ne.
Rûdaw: Ma hemû endamên komîteyê di navbera xwe de li ser sîsetema navendî li hev dikin?
Îsmaîl El-Xelfan: Erê, li ser vê xalê hevnerînek di navbera endamên komîteyê de heye.
Rûdaw: Wekî ku hûn dizanin, Kurd li Sûriyeyeyê duyemîn neteweya herî mezin in û ew jî bi sedan salan li ser axa xwe dijîn. Hûn dê bi çi awayî tevî mafên neteweyî û rêveberiyê yên Kurdan bikin?
Îsmaîl El-Xelfan: Em dê li ser misogerkirina mafên hemû Sûriyeyiyan kar bikin û Kurd wekî ku we destnîşan kir pêkhateyeke bingehîn in ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Em dê di vê ragihandina destûrî de kar bikin ne tenê bi teorî wekî ku rejîma rûxyayî dikir, lê bi teorî û praktîkî li ser misogerkirina wekheviyê di navbera hemû Sûriyeyiyan de di mafên wan û erkên wan de bê cudahiya di navbera Ereb û Kurd an jî di navbera Misilman û ne-Misilman de. Dê wekhevî di navbera Sûriyeyiyan de mutleq be bê ti cudahiyê, ne li ser bingeha nijad û ne jî li ser bingeha ol û ne jî li ser bingeha dîn, ev mijar xema me û girîngiya me ye û em soz didin Sûriyeyiyan bi vê yekê bi îzna Xwedê.
Rûdaw: Lê çawa doktor Îsmaîl?
Îsmaîl El-Xelfan: Em dê vê deqê deynin û piştre dê mekanîzmayên ji bo çavdêriya bicihkirinê hebin û garantiyên ji aliyê serokatiya welêt ve hene ku her tiştê di vê ragihandina destûrî de were nivîsandin dê were bicihkirin û dê bibe cihê şopandin û bicihkirinê.
Rûdaw: Û hûn dê çawa tevgerên bi Durziyan, Elewiyan, Mesîhiyan, û Kurdên Êzidî yên li Sûriyeyê di destûra nû yan ragihandina destûrî de bikin?
Îsmaîl El-Xelfan: Wekî ku hûn dizanin, Sûriye bi rastî welatekî pirreng e, welatekî pirreng e ku tê de mezhebên cuda, nijadên cuda, û olên cuda hene. Wekî min ji we re got, yek made dema ku were bicihkirin dê mafên hemû Sûriyeyiyan misoger bike û ew e ku em li wan navê “welatî” bikin, hemû welatî di mafan de wekhev in bêyî ti cudahîya di navbera wan de. Dema ku em vê deqê bicih bikin, em nahêlin cudahîyek li ser bingeha nijadî, dînî, an mezhebî çêbe. Em jî tercîh nakin ku em bi navên wan amaje bi wan bikin.
Rûdaw: Çima?
Îsmaîl El-Xelfan: Ji ber ku ez dibînim ku amajekirina bi navên wan cureyekî cudahîyê di nav xwe de dihewîne. Lê ez dibêjim “Sûriyeyî” yan “welatiyên Sûriyeyî” bêyî ti cudahîyek di navbera wan de ku hemû di mafan de wekhev bin.
Rûdaw: Lê Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewropayê jî berdewam daxwazê ji desthilata nû ya Sûriyeyê dikin ku mafên neteweyî û rêvebiriyê yên gelê Kurd biparêze. Ma ev xal tiştekî ku pêwîstiya xwe bi guhdanê ji aliyê komîteya we ve nake da ku karê we piştgiriya civaka navdewletî jî bi dest bixe?
Îsmaîl El-Xelfan: Bi rastî, em destûrê ji hemû Sûriyeyiyan re çêdikin û em Kurdan wekî pêkhateyeke bingehîn a ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê dibînin. Belkî Neteweyên Yekbûyî sedemên xwe hene dema ku ev daxwazê dike lê em ti sedemê nabînin ji bo tekezîkirina li ser deqeke taybet a ji pêkhateya Kurd re lê em tekeziyê dikin ku Kurd welatiyên Sûriyeyî ne û çi mafê wan heye û çi erka li ser wan heye wekî hev e bi Ereban re û wek hemû pêkhateyên Sûriyeyê.
Rûdaw: Lê li ser mafên wan ên neteweyî û rêvebiriyê û çandî çi ye? Zimanekî taybet ê wan heye, çandeke taybet a wan heye?
Îsmaîl El-Xelfan: Bi rastî ev mijar hîn jî cihê guftûgoyê ye lê em her wiha li ser parastina pêkhateyên çandî yên gelê Sûriyeyê li ser hemû curbicuriyên wan kar dikin.
Rûdaw: Wek ku hûn dizanin, mijara “Kembera Erebî” li herêma Cizîrê yan Kurdistana Sûriyeyê heye. Ma dê zerer û bandorên Kembera Erebî û proseya erebkirina Kurdistana Sûriyeyê ji rêya reşnivîsa we ya destûrî yan ragihandina destûrî were rakirin?
Îsmaîl El-Xelfan: Ev mijar heta niha qet nehatiye behskirin.
Rûdaw: Û derbarê welatînameyê de? Ma mekanîzmeke zelal di reşnivîsa ragihandina destûrî de heye ji bo misogerkirina vegerandina welatînameyê ji bo wan Kurdên ku di serdema rejîma rûxyayî de ji welatînameyê hatibûn bêparkirin?
Îsmaîl El-Xelfan: Bi rastî dema ku rejîma rûxyayî Kurd ji welatînameyê wan bêpar kiribûn, ew bi piştgirêdana bi yasayê ji welatînameyê bêpar kiribûn. Ev mijar ne ji erkê destûrê ye. Destûr misoger dike ku hemû welatiyên Sûriyeyî welatîniya Sûriyeyê bi dest bixin û ev mijar di yasayan de tê hûrgilkirin û ew li ser serê pêşînedanan e piştre, ji ber ku em dizanin ku li wir – hejmar li cem min ez ne bawer im – bi qasî 300 hezar Kurd li herêma Cizîrê rejîma rûxiyayaî ew ji welatîniyê bêpar kiribûn. Ev kes dê mafê xwe bi dest bixin lê li gorî yasayên ku dê di pêşerojê de li ser bingeha ragihandina destûrî werin dayîn.
Rûdaw: We di yek ji daxuyaniyên xwe de gotibû ku hûn dê li ser hin ezmûnan di welatên ku rastî rewşên wekhev hatine, di nav de Îraq jî, bigerin. Hûn dê çi ji ezmûna Îraqê bigirin?
Îsmaîl El-Xelfan: Bi rastî em nikarin di vê hûrgiliyê de bi berfirehî biaxivin. Me li ser ezmûna Îraqê nerî, me li ser ezmûna Misrê jî nerî, me temaşeyî ezmûna Tûnisê kir, yanî li ser hemû welatên ku formê pergala siyasî lê guheriye bi encama şoreşan yan encama şer. Me ji wan bi qasî ku li rewşa Sûriyeyê û li curbicuriya ku li cem gelê Sûriyeyê heye guncav e girtine, lê em nikarin bibêjin ku em dê maddeyan bi temamî bi beşên wan wek ku hene bigirin, lê bê guman ezmûna destûrî ya li Îraqê sûd da me, her wisa ezmûnên Tûnis û Misrê jî sûd dane me.
Rûdaw: Ma hûn dê mînaka Herêma Kurdistana Îraqê ji aliyê destûrî ve ji bo tevgerîna bi Kurdên li Sûriyeyê bigirin?
Îsmaîl El-Xelfan: Ev mijar niha nehatiye pêşniyarkirin, ji ber ku ezmûna Herêma Kurdistanê li Îraqê dibe sedema derbaskirina dewletê ber bi nenavendiyê ve. Lê li Sûriyeyê, heta niha em di çarçoveya navendiya siyasî de ne. Dibe ku nenavendiya rêvebiriyê hebe, lê dewlet dê wek dewleteke yekgirtî bimîne û navendiya siyasî dê hebe.
Rûdaw: Yanî bijdardeya nenavendiya rêvebiriyê hatiye pêşniyarkirin?
Îsmaîl El-Xelfan: Nenavendiya rêvebiriyê hatiye pêşniyarkirin, erê, lê nenavendiya siyasî nehatiye pêşniyarkirin.
Rûdaw: Hûn dê çawa tevî mafên jinan di reşnivîsa ragihandina destûrî de bikin?
Îsmaîl El-Xelfan: Helbet ragihandina destûrî dê li ser parastina mafên jinan kar bike û dê madeyên taybet hebin ji bo vê yekê ji bo misogerkirina mafên jinan û misogerkirina wergirtina rola wan wek ku divê û misogerkirina pêgeha wan a civakî ya pêwîst di nav civaka Sûriyeyê de. Em bi girîngî li vê yekê dinêrin.
Rûdaw: Derbarê mafê perwerdeyê, mafê kar de çi?
Îsmaîl El-Xelfan: Ev hemû mafên bingehîn parastî ne. Dê beşeke taybet a maf û azadiyan hebe û dê behsa hemû van mafan were kirin.
Rûdaw: Û mafê nûnertiya siyasî û hikûmetî?
Îsmaîl El-Xelfan: Mafê nûnertiya siyasî û hikûmetî, dê axaftineke giştî li ser mijara hilbijartinan hebe, ji ber ku ev mijar di yasaya hilbijartinan de tê hûrgîlkirin ku dê piştre were derxistin, yasaeyke din a cuda ji yasaya berê. Wekî ku hûn dizanin, ragihandina destûrî bi awayekî giştî amaje bi maf û azadiyan dike û yasa bi hûrgilkirina wan radibin.
Rûdaw: Gelek spas tu ji Helebê mêvanê me bû ji Helebê, gelek spas.
Îsmaîl El-Xelfan: Gelek spas ji bo girîngîpêdana we û dana derfetê ji bo min.
Rûdaw: Tu bi xêr hatî.