Cano AMEDÎ
Îro li Bakûrê Kurdistanê ji bo navnîşanek netewî, pêwîstîya gelê Kurdistanê bi rê û rêbazên têkoşînek netewî, bi îtîfaq û xebatên hevbeş, bi hewldan û şirîkatîyek mayende heye. Ev şirîkatî û navnîşanek Kurdistanî berîya her tiştî divê li ser rêgez û prensîbên giştî tevbigere; bi hişmendîyek Kurdistanî, berjewendîyên netewî û hedefên stratejîk ji xwe re bike armanc. Divê xwedî nexşerêyek statuxwaz û stratejik be.
Pêwîstîya me bi aqilekî hevpar û asoyek nû heye. Ev aqilê dînamik û guhertinxwaz, divê li ser bingeha vîzyoneke nû tevbigere. Plansazî û hişmendîya endezyarîya hêzbûnê, di nav kar û xebatên pratîkê de şekil digire û carcaran derî li ber derfetên nû vedike. Ji ber wê yekê divê di navbera gotin û kirinê de, aheng, bîrûbawerî, girêdanek hûqûqî hebe! Ev jî stûna têkoşîna hevbeş e..
Em hemû baş dizanin ku îro li welatê me xeta entergasîyonê bi hêz û qewet e; di nav civatê de desthilatdar e; lê mixabin xeta netewî bi awayê girseyî qels e, lawaz e û di qada sîyasetê de ne aktorekî esasî ye! Ev rewşa hanê, bi serê xwe problemeke mezin û civakî ye. Pêwîstîya me bi rêgehek nû, bi metod û xwendineke nû heye. Ev jî lêgerîn û hewldanên alternatif yên bi demê re lihevhatî dixwaze. Pêwîstîya me bi kar û xebatên pratîkî heye.
Hemû pêkhateyên civatê, rewşenbîr, kesayet, derdorên civakî, partî û rêxistinên Kurdistanî dikarin li ser prensîb û stratejîyeke netewî, bi hevre manîfestoyeke dîrokî radestî gelê xwe bikin. Bername û programên hene, kêm zêde nêzîkî hev in. Ev nabe asteng ji bo karên hevbeş, ji bo xebat û tifaqên netewî…
Lewra problemên îroyin yên sereke di warê pratîkê de derdikeve hemberê me. Emê çewa tevbigerin? Armanc û bernameyên me li gorî tecrube û zanyarîyên hevbeş wê çiqas bibe bersîva pêvajoyê? Divê em li ser van xalan rawestin, serê xwe biêşînin û bi dost û hevalbendên xwe re bi hişmendîyeke netewî tevbigerin.
Pêdivîya me bi hêzbûnê heye! Ji bo derizandin û hilweşandina têkilîyên navbera desthilatdar û bindestan pêdivî bi rêxistinbûna civatê heye! Pêwîstî û hêvîyên civatê, dêrûnî û sosyolojîya civatê çî ye û di kîjan astê de ye? Gelo civat ji rewşa têdaye razîye an li bersîvên maqûl û li çareserîyê digere? Divê li ser sosyolojîya civatê em baş rawestin û encamên lêkolînên ku li ser civatê û refleksên nifşên nû hatine kirin baş bixwînin.
Temsilkirina hemû beşên civata Kurdistanê, di pratîkê de wê çewa harmonîyek netewî pêkbînin? Ji bo çareserîyek mayînde pêdivîya komxebatek giştî bi çi alav û rêgeha heye.? Em baş dizanin ku bi pîvanên îdeolojîk, bi berçavkên pêvajoya salên “şerê sar”, sîyaseta tîfaqan nikare bibe bersîva têkoşîna netewî. Divê li gorî pêwîstîyên têkoşîna netewî yên guncaw em bikaribin rojeva xwe tayin bikin. Îro pêwîstîya me bi sîyaseteke nû, bi zimanekî nû, bi metod û hewldanên nû heye. Divê em baş têbigihijin ku bi refleksên teng yên îdeolojîk û rêxistinî problemên me çareser nabin, bîlakîs girantir dibin.
Ji bo em hevdû fahm bikin, têbigihijin, divê em dîroka xwe ya dûr û nêzîk baş bizanibin. Ji destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem û vir de li welatê me gelek bûyer, berxwedan û demsalên jenosayd û komkujîyan bi şêweyek sistematik hatine meşandin. Sîyaseta pişavtinê û guhertina demografîyê îro jî bi plansazîyeke hûr û kûr didome. Ji ber vê yekê, pêwîstîya me bi aqilekî stratejîk û kurdî heye, bi hevkarî û yekîtîyek netewî heye. Em bi hevra dikarin xeta netewî bi hêz bikin û weke navnîşaneke netewî radestî dîrokê bikin. Em bi hevra dikarin çirûskên berbanga azadîyê geş bikin. Em dikarin weke neteweperwer û welatperwerên Kurdistanê erka xwe ya netewî bicîh bînin. 09.12.2023/Amed