Îro li Hollanda bajarê Arnhem Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin!

Li Hollanda bajarê Arnhem, wek her sal, roja 17ê Kanûnê, Roja Ala Kurdistanê bi girseyî hat pîroz kirin.

Roja Ala Kurdistanê, ji alî pênc komeleyên Kurdên ku ji alî her çar perçeyên Kurdistanê hatine avakirin (“Komela Dostayetê Kurd û Holendî KNVS”, “Komela KOC-KAK”, “Rêkixrawî çepk bo geÅŸepêdanî mroyîCHAPK”, “Komela Hêvî” û “Komela Azadi”) li meydanek vekirî hat pîrozkirin.

Bi daxuyanîyên li ser navê van komeleyan, girîngî û dîroka Ala Kurdistan hat bi lêvkirin.

Piştî dxuyanî, axaftin û helbestên li ser Ala Kurdistanê, cara yekê bû ku li Hollanda jinek Kurd Alayek sîh metre ya yek perçe ku amade kiribû, li vê meydanê me bi hev re vekir û li ber wê govend girt!

Bi awaz û sitranên netewî, bi govend û dîla, bi kêf û şahî, me pîrozkirina Roja Ala Rengîn-Ala Kurdistan bi dawî anî!

Peyama Komeleyên Kurd li Holendayê bi boneya Roja Ala Kurdistanê:

Kurdên welatparêz!

Îro Roja Ala Kurdistanê ye.

Ala Kurdistanê, nasname û rûmeta Neteweya me ye.

Ala Kurdistanê, sembola şoreşên rizgarîxwaz ên li pey hev pêkhatin. Sembola tekoşîna gelê me ya ji bo rizgarbûna ji bindestiya zordar û dagirkeran.

Dîrok û têkoşîna miletê me şahidê nasname û ala me ye.

Ala Kurdistanê ya pîroz, yekem car di 17ê Kanûnê, di sala 1945an, di ragihandina Komara Kurdistanê ya bi serpereştiya pêşewa nemir (Qazî Mihemed) û hevalên wî, bi fermî li meydana Mehabadê hat bilindkirin. Ala Rengîn, bû sembola Komara Kurdistanê û gelê Kurd.

Ala Kurdistanê, sembola netewî ya Kurdistanê ye û gelê Kurd, ji bo parastin û bilindkirina ala xwe, bi deh hezaran şehîd û qurbanî dane.

Qurbanî û qehremaniya hêzên Pêşmerge, ji bo parastina ala Kurdistan û rizgarkirina xaka Kurdistan ji destên dagirker û dijminên gelê me, ne niha û ne jî di paşerojê de nayê ji bîr kirin.

Erkê me yê dîrokî û netewî ye ku ji bo Kurdistaneke aram û serbixwe, em Ala û xaka Kurdistanê biparêzin.

Em bejna xwe li ber giyanê hemû şehîdên gelê xwe ditewînin.

Bijî ala Kurdistanê!

Bijî pêşveçûna Kurdistanê!

Komîteya Rêveber a Roja Ala Kurdistanê

1-Komela Dostayetê Kurd û Holendî KNVS

2- Komela KOC-KAK

3-Rêkixrawî çepk bo geşepêdanî mroyîCHAPK

4-Komela Hêvî

5-Komela Azadi

17 Kanûn 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *