ÎRO HÊZA HERÎ MEZIN HEVRÊZÎ Û TIFAQA LI SER ESASÊ HIŞMENDÎYA NETEWEYÎ YE!

Cano AMEDÎ

Ji sed salî zêdetir e ku sîstema dagirkerîyê hebûna xwe li ser stratejîya red û înkarê didomîne. Komara tirs û xwînê hebûn û desthilatdarîya xwe bi sîyaseta komkujî û jenosîdan daye meşandin û ew hewldan, ew sîyaset îro jî berdewam e!

Ev dewleta ku hebûna xwe li ser tunebûna milletên din ava kirîye, di heman pêvajoyên tengasîyê de, benîştê xapandinê belav kirîye, rojevên derewîn afirandîye. Bi gotinên “biratîyê” û “ummetê” rojev tayîn kirîye; xwestîye milletê Kurd bi sîyaseta entegrasyonê bixapîne.

Em dibînin ku ev siyaset, îro jî di rojevê de ye. Li ser navê dewleta mêtîngehkar alîyên siyasî lîstoka “polêsên qenc û xerab” dilîzin. Ji alîyekî ve qala pêvajoya “çareserî”yê dikin, lê li alîyê din jî gefan dixwin. Karekterê dewletê li ser civatê têra xwe xwedî bandor û bihêz e. Hemû beşên civatê sibêroja xwe spartine “hêvî” û duayên weke “Xwedê zewalê ne de dewletê”, ev hişmendî bi serê xwe xeterî û kûrahîya nexweşîya civakî nîşan dide.

Dîrokê daye îspatkirin ku her tişt, herkes xwedî temenekî ye; împaratorî, dewlet, hêz, serok û pêxember jî bi dem û temenekî ve sînorkirî ne. Jiyanek bêsînor û bêdawî tune ye. Herkes, her tişt xwedî çîrokekê ye. Xemlandin û balkişandina ser naveroka çîrokê girêdayî aktorên çîrokê ye.

Dinya di pêvajoya berbanga guhertinên girîng de ye. Dewlet û civatên ku vê pêvajoyê dibînin, amadekarîyên xwe li gorî wê berbangê amade dikin. Lê hinek civat jî di xewnan de “bi şukur û selawatan”, paşeroja nebîyên xwe radestî celadên xwe dikin. Qeyran û kaosên gelemperî li seranserê dinê bi şêweyekî tesîra xwe nîşan dide. Herkes li gorî hêz û qeweta xwe, li gorî zanyarî û rêxistinbûna xwe baca jiyana xwe dide. Em di jiyana xwe ya rojane de dibînin ku sîstema aborîyê, ya ewlekarîyê, ya fînans û pêwendîyan li gorî pêşketina têknolojîyê di nav guhertinên mezin de ye. Sîstema tenduristiyê di bin bandora guhertinên teknolojîyê de raste rast li ser jiyana me ya rojane tesîrê dike. Qeyran û alozîyên civakî, aborî û ewlekarîyê, bi şêweyeke negatîf bandora xwe li ser jiyana me dike. Bûyer û rûdanên ku îro li herêma me diqewimin, ne bûyerên ji rêzê û herêmî ne. Divê em baş bizanibin ku ev pêlên ba û bahozên dijwar wê rê li ber guhertinên mezin vekin û tesîrê li jiyana me jî bikin. Ji ber wê yekê divê em xwedî hişmendî û zanyarîyeke netewî bin ku di berbanga wan guhertinan de, em bikaribin di paşeroja welat, netewe û jiyana xwe de xwedî biryar û xwedî hêz bin.

Dinya ne dinya sed sal berê ye, ne ya deh sal berê ye. Hişmendî û hêvîyên îroyin jî ne xewn û xeyalên doyîn e. Her pêşketin û guhertinên civakî bi xwe re hişmendîyeke nû derdixe holê. Her dewlet li gorî berjewendîyên desthilatdarîya xwe tevdigere, nexşerêya dahatûya xwe plan dike. Her millet, her civat dixwaze ji vê pêvajoyê sûdê bigire. Em baş dizanin ku hûqûqa şirîkatî an cîrantîyê, li gorî hêz û berjewendîyên gelemperî, li gorî hişmendîya neteweyî tê tayîn kirin. Erdnîgarîya Kurdistanê di nav hêzên dagirker de hatîye dabeşkirin, li her beşên Kurdistanê hiqûqa dijmînatîyê desthilatdar e û li hemberî gelê Kurd xwedî şirîkatîya dijberîyê ne. Li hemberî vê rastîyê pêwîst e hemû beşên civatê, hemû alîyên kurdî bi berpirsîyarî û hişmendîya neteweyî tevbigerin, bi siyasetek neteweyî rê li ber çareserîyêke rasteqîn vekin. Ev erkên neteweyî ye û pêwîst e ku rojek zûtirîn bicîh bê.

Di vê pêvajoya îroyin de, gava em pirsên xwe ji civata Kurd bikin, ez bawerim di warê bersîvan de wê rewşeke din derkeve holê. Lewra, lawazîya hişmendîya neteweyî, bandora sîyaseta îdeolojîk û berjewendîyên hîzbî, grûbî û bêrexistinbûyina hêzên neteweyî wêneyeke gelek xirab radixe ber çavan. Ev wêne dibe sedem ku hestê bêhêvîtî û derûnîya têkçûnê di nav civata Kurd de zîl bide. Mixabin rastîya civata Kurd li holê ye. Sedemên vê rastîyê gelek in; ji dorpêçkirina pir alî û îtîfaqên navnetewî bigirin, heta problemên navxweyî rê li ber sîyaseteke netewî digre, di fetisîne. Hewldanên hene jî ji ber ku têr nakin an jî nikarin wê dorpêçkirinê perçe bikin, ev jî dide xuyakirin ku ji peydekirina rêgehek nû dûr in.

Em dikarin di gerînoka çil salên dawîyê de li sedem û sebebên wan alozî û qeyranên sîyasî bigerin, niqaş bikin, binîrxînin û şîrove bikin… Lê belê rastîya civata me, derûnî û sosyolojîya civata sîyasî ne amadeye ku bi derbasbûyîna xwe re rûbirû bibe. Ev jî rê li ber pêwendî û diyalogên medenî digire û bendavên sarbûnê ava dike. Demsalên ji hev dûrketinê, nexweşîyên gilî û gazindeyan geş dike û di navbera alîyan de dîwarên bêbawerîyê bilind dike. Herkes li gorî rewşa xwe û li gorî berjewendîyên xwe, xwe mafdar dibîne. Ji ber wê yekê jî tu kes naxwaze li yê din gohdar bike. Mixabin, ev bêdengî, bê helwestî û sîyaseta sê meymûna, bingeha ji hev sarbûnê û dûrketinê xweştir dike!
Rewşa îro ku em bi hevre dijîn gelekî xeterî û tahlûkeyên mezin nîşanî me dide. Çewa sed sal berê bapîren me ji ber bê îttîfaqîyê derî li ber têkçûn û bêhêvîtîyê vekirin, divê em rê nedin ku cardin kêmasî û şaşîyên dîrokî dubare bibin. Şerd û mercên îroyin, derfetên pêwendî û diyalogan, rê û rêbazên têkoşîneke hevbeş, bingeha hişmendîya neteweyî û organizasyona rêxistinbûyîna hezên neteweyî li gorî şerdên sed sal berê hêsantir û amadetir e.

Ji ber wê yekê tu luksa kesî tuneye xwe paşve bikişine û rê li ber nîzama dijî gelê Kurd veke. Herkes li gorî şerd, qewet û hişmendîya xwe, li gorî derfet û zanîa xwe, divê mil bide xurtkirina xeta neteweyî. Pêwîstîya me bi aqlê kurdî, bi hişmendîya neteweyî û bi têkoşîneke hevbeş heye. Ji bo wê jî, diyalogên ku ji armancên stratejîk re xizmetê bike; zimanekî çêkir û kurdperwer, rexneyên ronak û hevdû temam bikin ji me re pêwîst e!

Divê gotin û kiryarên me di pratîkê de hevdû temam bikin. Divê em siyaset û enerjîya xwe li hemberî hev seferber nekin. Berevacî, li ser me hemûyan ferz e ku em bi hevre enerjî û sîyaseta xwe li dijî desthilatdarîya dagirkeran û sîstema mêtîngehkarîyê seferber bikin. Bi hînbûnên îdeolojîk yên sed sal berê, bi şîrove û nîrxandinên teng, bi ezberên pêncî sal berê, bawer bikin em dê nagihîjin tu derê. Divê em hemû baş zanibin ku li ser dijberîya taxên hev, pêşketin ne mumkun e û em nikarin bi vê şêweyê xwe bi rêxistin bikin.

Divê kar û xebatên me, hewldan û diyalogên me, li ser hîmên hişmendîya neteweyî û bi armancên stratejîk ve girêdayî be. Divê nexşerê û plansazîyên me yên hevbeş ji bo bidestxistina mafên me yên ji milletbûnê tên bixwe be. Bi kurt û kurmanci, divê pêvajo û tecrubeyên Qoçgirî, Şêx Seîd, Dêrsim, Agirî, Gelîyê Zîlan û polîtîkayên heta îro hatine meşandin, ji bo me hemûyan bibe lembeya peravên deryayê. Divê tecrube û dîroka têkoşîna hemû beşên Kurdistanê ji bo me bibe lembaya yekrêzîya hestên niştimanperwerî û aqlê Kurdî.
28.11.2024.
Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *