Serîhildana Şêx Seîd roja 13.02.2017an destpê bibû.
Serîhildana Şêx Seîd li dijî zilmê, nîşan û sembola rûmet û azadîya miletê Kurd bû.
Ew hişmendî û hestên Şêx Seîd û hevalên wî berê xwe dan Dêrsimê , ji wê derê çû Mehabadê û nuha jî li Hewlêrê li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê bûye ala serfirazîyê û li ba dibe. Ala azadîyê ya di destê Şêx Seîd û hevalên wî de, îro li her çar perçeyên Kurdistanê tê hildan.
Di 92emîn salvegera destpêka serîhildanê de em Serokê Rêxistina Azadîyê Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg û Şêx Seîd û hemû rêveber û beşdarên serîhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.
13.02.2017
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê