Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje, ti pêwendiya wî ya rasterast bi Heyet Tehrîr El-Şamê û Serokê Rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re nîne. Lê wî nameyek jê re şandiye û jê xwestiye ku hikûmetek sivîl ava bike û dev ji fîqha siyasî ya kevin berde.
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz ji K24ê re ragihand, guhertin li Sûriyeyê ranawestin. Guhartin bilez in û dibe ji sînorên Sûriyeyê derbas bibin.”
Ebdulezîz got jî: “Hikûmeta nû ya Sûriyeyê guh dide pêkhateyên cuda, ev yek jî nîşaneke baş e, lewma divê destûreke nû ji bo Sûriyeyê bê nivîsandin.”
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje, girîng e Kurd ji destpêkê ve hebûna xwe li Sûriyeyê îsbat bikin.
Derbarê peyama Serok Barzanî de ku tê de pêşwazî li peyama Ehmed Şera ya li ser gelê Kurd li Sûriyeyê kiribû, Ebdulezîz got: “Peyama ku kak Mesûd şandibû, destpêkek gelek baş bû û gelek kêfxweşî di nav Kurdên me yên Rojava de çêkir û wek piştgîriyekê ji wan re bû ku ti kes wan piştguh bike.”
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Kurd serxwebûna biryarên xwe biparêzin û pêwîst e Kurd giringiyê bidin wan guhartinên Sûriyeyê hatine pêş.
Herwiha aşkere kir ku ti pêwendiya wî ya rasterast bi Ehmed Şera û Heyet Tehrîr El-Şamê re nîne û got: “Em dizanin ku Ehmed Şera hemû ramanên xwe li Idlibê guhertiye û 4 sal in li Idlibê hikûmetek ava kiriye.”
Ebdulezîz got jî: “Min berê amaje bi wê yekê kiriye ku Şera dixwaze ku mînakek bedew a Islamê nîşan bide.” Herwiha da zanîn: “Ew me nas dike û li ser me axiviye.”
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li ser nameya ku ji Ehmed Şera re şandiye got: “Niha nûnerê me li Şamê ye. Min 4 xal ji Ehmed Şera re di nameyekê de ji bo avakirina dewleteke sivîl nivîsandin, ku ji bo avakirina dewleteke sivîl, divê dev ji fîqha siyasî ya kevin berde.”
K24