Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa da zanîn ku yek ji van senaryoyan anîna gazê ya zêdetir ji Herêma Kurdistanê ye.
Senaryoyên alternatîf çi ne?
Hikûmeta Îraqê, ji bo kêmkirina girêdana enerjiyê ya bi Îranê re, li ser çareseriyên cuda hûr dibe.
Di vê çarçoveyê de, stratejiyên wekî curekirina çavkaniyên peydakirina gazê, zêdekirina hilberîna gaza xwezayî ya navxweyî û hilberîna di enerjiya nûjenbar de tên nirxandin.
Rayedarên Wezareta Elektrîkê dibêjin ku ev gav dê di misogerkirina ewlehiya peydakirina enerjiyê ya Îraqê de roleke girîng bilîzin.
Bi taybetî zêdekirina hilberîna gaza xwezayî ya navxweyî û bikaranîna çavkaniyên nû yên enerjiyê, dikare di demeke dirêj de girêdayîbûna bi Îranê kêm bike.
Li gorî Ehmed Mûsa, Îraq niha ji Herêma Kurdistanê 900 megawat elektrîk û rojane 100 milyon mmscf gaza xwezayî dikire.
Hikûmeta Îraqê bawer dike ku bi zêdekirina hilberîna gazê ya li herêmê, dê karibe gazê zêdetir ji vê çavkaniyê bi dest bixe.
Wezareta Elektrîkê ya Îraqê dibêje ku hîn agahdariyeke fermî derbarê rawestandina bi tevahî ya hawirdekirina gazê ya ji Îranê wernegirtiye.
Lê belê, tê gotin ku ji bo misogerkirina ewlehiya peydakirina enerjiyê di rewşeke muhtemel a astengiyê de, li ser vebijêrkên cuda kar tê kirin.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa, bersiv da pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Mihemed Şêx Fatîh.
Rûdaw: Birêz Ahmed, silav. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku mafê taybet ê anîna gaza xwezayî ji Îranê ber bi Îraqê ve bi dawî bûye. Hûn li benda biryareke wiha bûn?
Ehmed Mûsa: Silav ji bo hemû temaşevanên Rûdawê jî. Îro Wezareta Elektrîkê, yek ji saziyên Hikûmeta Îraqê ye û li gorî rêberiyên hikûmetê karên xwe dimeşîne. Belê, ev demek e ku Wezareta Elektrîkê, ji derveyî vê biryara Amerîkayê, li ser mijarê anîna gaza Îranê xebatan dike. Niha wezaret, li ser curbicurkirina çavkaniyên gaz û enerjiyê disekine. Îraqê bi Tirkmenistanê re peymanek ji bo anîna gaza xwezayî îmze kiriye.
Em hêvî dikin ku ev pêvajo temam bibe û bikeve qonaxa pêkanînê. Her wiha Îraq projeyên ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi petrol û gaza xwezayî didomîne. Di nav van projeyan de projeyên enerjiyê yên negirêdayî sotemeniyên fosilî jî hene. Di heman demê de, hikûmet li ser bikaranîna qadên xwezayî yên herêmî bi awayekî çêtir xebatan dimeşîne.
Rûdaw: Hûn texmîn dikin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi taybetî di vê demê de dê vê biryarê bide?
Ehmed Mûsa: Agahiyeke me ya teqez nîne. Em wekî Wezareta Elektrîkê, ji ber ku em li ser bikaranîna qadên gaza neteweyî xebateke lezgîn dikin, em li bendê ne ku muafiyetên têkildarî hawirdekirina gazê bên dirêjkirin. Em li ser projeyên girêdana bi welatên cîran re ji bo hilberîna elektrîkê dixebitin. Her wiha projeyên ku dikarin çavkaniyên enerjiya rojê û nûjenbar bi kar bînin jî hene.
Di vê çarçoveyê de aliyê Amerîkayê bi awayekî cidî çavdêriya Îraqê dike ku çavkaniyên xwe yên enerjiyê curbicur bike û gaza neteweyî bi kar bîne. Li gorî vê yekê, tê hêvîkirin ku dê muafiyet bên dirêjkirin.
Me derbarê vê mijarê de bi rêya medyayê bihîst lê heta niha ti agahdarkirineke fermî negihiştiye Wezareta Elektrîkê. Heta niha derbarê dirêjkirina muafiyetên Îraqê de ti agahdarkirineke fermî nehatiye kirin.
Ji ber vê yekê, Wezareta Elektrîkê niha li gorî fermanên Hikûmeta Îraqê dixebite. Em di heman demê de li ser senaryoyên alternatîf jî dixebitin.
Yek ji van, hawirdekirina gazê ye bi rêya termînalên gaza şilkirî ye ku li benderên Îraqê tên avakirin. Vebijarkeke din jî îthalkirina gazê ji Turkmenistanê ye. Îhtîmaleke din jî bi hevahengiya Wezareta Petrolê ya Îraqê, baldarî berê xwe bidin çavkaniyên gaza herêmî.
Rûdaw: Mîqdara gaz û karebaya ji Îranê hatî veguhastin çi qas e? Eger astengî neyên rakirin, dê rewş çawa be?
Ehmed Mûsa: Gaza Îranê zêdetirî du mehan e ku hatiye birîn, heta dibe ku bigihîje du meh û nîv. Bi taybetî gaza ku diçû herêmên Bexda û navendên Firatê hatiye rawestandin. Hîn hinek gaz ji bo herêmên başûr tê dayîn lê ev bi ti awayî pêdiviyên wan bi temamî pêk naîne. Gaza Îranê ji ber hin sedemên taybet hatiye birîn. Aliyê Îranê, bi taybetî di mehên zivistanê de gava ku bikaranîna wan a navxweyî zêde dibe, veguhastina gazê radiwesîne.
Li Îraqê santralên karebayê yên ku bi gaza xwezayî dixebitin nêzîkî 8 hezar megawat enerjiyê hildiberîn û ev hemû hilberîn girêdayî gaza ji derve tê anîn e. Eger gaza Îranê bi temamî were birîn, em hêvî dikin ku rêkeftina me ya ji bo bikaranîna gaza Tirkmenistanê were bicihkirin.
Me bi aliyê Tirkmenistanê re rêkeftin kiriye ku rojane 20 milyon metrekup gaz were anîn. Eger ev rêkeftin were bicihkirin, dikare nêzîkî nîvê wê gaza ku ji Îranê dihat û niha hatiye qutkirinin peyda bibe.
Niha kompanyayeke navbeynkar nirxandinên teknîkî dike ji bo veguhastina gazê ji Tirkmenistanê bo Îraqê. Em hêvî dikin ku ev pêvajo biqede û di demeke nêzîk de gaza Tirkmenistanê bigihîje me.
Rûdaw: Dê peymana anîna gazê ji Tirkmenistanê kengî dest pê bike? Em dê kengî gazê ji Tirkmenistanê wergirin?
Ehmed Mûsa: Me berê li gel Tirkmenistanê li ser miqdarê gazê ku dê were anîn, mekanîzma veguhastin û rêbazên wê li hev kiriye. Me rêkarên derbasbûna boriya gazê jî ji berê ve amade kirin. Vebijêrkên veguhastina vê gazê bi rêya swap (pevguhêrî) yan jî bi rêya Îranê ber bi Îraqê ve tên nirxandin.
Niha pêvajo ji aliyê pratîkî ve dest pê kiriye. Şirketa ku dê navbeynkariyê di veguhastina gazê de bike, lêkolînên teknîkî dike. Banka Bazirganiyê ya Îraqê (TBI) û dezgehên din ên pêwendîdar ên darayî, dema vê şirketê û baweriya wê dinirxînin. Tê lêkolîn ka ev şirket hatiye cezakirin an na, yan jî ka pirsgirêkên wê yên din hene yan na.
Eger ev pêvajo di nava çend rojan de biqede, dê peyman were bicihanîn û em ê dest bi wergirtina gaza Tirkmenistanê bikin.
Rûdaw: Bihayê gaz û elektrîka ku me ji Îranê hawirde çi qas bû?
Ehmed Mûsa: Niha bihayê tam nayê bîra min. Lê eger em behsa miqdarê gaza ku ji Îranê dihat hawirdekirin, Îraq hezar megawat elektrîk û di mehên havînê de 50 milyon metre sêgoşe gaz hawirde dikir.
Îraq di mehên havînê de rojane hewceyî 50 milyon metre sêgoşe gaza Îranê ye. Hawirdekirina gazê li gorî mehên salê diguhere. Di mehên zivistanê de miqdarê hawirdeyê kêmtir dibe lê di mehên havînê de digihîje asta herî bilind. Di havînê de 50 milyon metre sêgoşe gaz û hezar megawat elektrîk tê hawirdekirin.
Rûdaw: Di daxuyaniya Amerîkayê de hat gotin ku Îraq dikare ji Herêma Kurdistanê gaz û elektrîkê peyda bike. Hûn dikarin çawa sûdê ji gaza Herêma Kurdistanê û elektrîka wê wergirin?
Ehmed Mûsa: Îro, em wekî Wezareta Elektrîkê bi Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê re di nav hevkariyê de ne. Di heman demê de planeke me ya hevbeş jî heye. Ev plana hevbeş a di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, beşek ji vê peymana di navbera Wezareta Federal ya Elektrîkê û Wezareta Elektrîkê ya Herêmê de ye û beşek ji vê planê ye. Ya duyem, xetên me yên girêdanê hene û niha em bi rêya van xetên girêdanê kirîna enerjiyê dikin. Her wiha, xetên gihandina elektrîkê di navbera sîstema federal û sîstema Herêmê Kurdistanê de jî hene, yanî elektrîka Herêma Kurdistanê dikare were bikaranîn.
Her wiha, beşek ji gaza heyî jî dikare were bikaranîn. Wekî nimûne, di çarçoveya hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, îmkana sûdwergirtina ji qada gaza Kormorê heye. Di çarçoveya vê hevahengiyê de gengaz e ku sûd ji gazê were wergirtin. Bi taybetî eger em bifikirin ku qada gaza Kormorê nêzîkî qadên Cemboorê ye, ev jî derfetekê pêşkêş dike ji bo gihandina gazê bo santralên elektrîkê yên li Kerkûkê.
Rûdaw: Ji aliyê bingehê teknîkî ve Îraq û Herêma Kurdistanê çi qas ji bo veguhastina gazê amade ne?
Ehmed Mûsa: Bi fermana Serokwezîrê Îraqê, pêşniyarek ji bo kirîn û tedarîkkirina 100 milyon fîtên pîvanî yên standard (mcf) gazê ji qada gazê ya Kormorê bi hevahengî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye pêşkêşkirin.
Qada gazê ya Kormorê xwedî boriyeke ye ku qada Cemboorê ya li parêzgeha Kerkûkê dirêj dibe û van her du qadan bi hev ve girê dide. Ev borî ji aliyekî ve gazê ji qada gazê ya Kormorê digihîne Kerkûkê û ji aliyê din ve veguhastina gazê ji qada Cemboorê ber bi stasyonên elektrîkê yên li parêzgeha Kerkûkê pêk tîne.
Ji bo tedarîka gazê ji vê qada gazê, bingeheke teknîkî, mekanîzm û rêkeftin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene.
Rûdaw: Niha bajarên din ên Îraqê çi qas karebayê ji Herêma Kurdistanê werdigirin?
Ehmed Mûsa: Em niha behsa 900 megawatan dikin. Yanî, bi rêya xetên veguhastina enerjiyê yên bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî 900 megawat kareba tê dabînkirin. Wezareta Elektrîkê ya Federal bi rêya van xetan ji Herêma Kurdistanê enerjiyê dikire.
Bêguman, ev hejmar carinan diguhere. Li gorî kapasîteya hilberînê û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Elektrîkê de, dibe ku zêde yan kêm bibe.
Her wiha, di navbera herêmên bakurê hikûmeta navendî û Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê de xetên veguhastinê hene. Ji şirketên hilberîna enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê kareba tê kirîn û nêzîkî 900 megawatan tê dabînkirin lê ev hejmar li gorî deman diguhere.
Rûdaw: Ji xeynî 900 megawat, gelo hûn çaverê dikin ku hikûmeta Îraqê di demên pêş de karebayê zêdetir ji Herêma Kurdistanê bixwaze?
Ehmed Mûsa: Kapasîteya hilberîna karebayê ya niha li Herêma Kurdistanê di asteke diyarkirî de ye. Miqdarê ku bi rêyên gihandinên yên niha dikare were veguhastin jî diyar e. Lê belê, eger gaza zêdetir û kapasîteya enerjiyê zêdetir hebûya, hevkariyeke mezintir jî dê mumkin bûya.
Em ji bo hevkariyeke mezintir li gel Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê û ji bo koordînasyonê li gel şirketên taybet ên enerjiyê amade ne. Lê belê, niha kapasîteya hilberînê û miqdarê ku dikare bi rêya xetên veguhastinê were wergirtin di asteke diyarkirî de ye.
Eger gaza zêdetir û enerjiyeke zêdetir were dabînkirin, hikûmeta Îraqê dikare vê binirxîne. Lê niha kirîna me ya 900 megawatê heye û ev miqdar li gorî rewşa hilberînê dibe ku carinan zêde û carinan kêm bibe.
Rûdaw: Niha çi qasî kareba tê hawirdekirin?
Ehmed Mûsa: Îro em ji Tirkiyeyê karebayê îthal dikin. Xeta me ya veguhastina karebayê ya bi Tirkiyeyê re heye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de piştgirî daye me. Niha 300 megawat kareba ji Tirkiyeyê li sîstemê tê zêdekirin û ji herêmên bakur re tê veguhastin. Eger pêwîst be, plan heye ku ev miqdar were zêdekirin heta 600 megawatan.
Her wiha xeta me ya veguhasitinê ya bi Urdinê re jî heye û niha 54 megawat kareba ji bo parêzgeha Enbarê tê veguhastin. Eger pêwîstî çêbibe, beriya havînê em dikarin vê miqdarê zêde bikin û bigihînin 150 megawatan.
Li gel vê yekê, xeta me ya veguhastina karebayê ya bi Kuweytê re jî heye. Eger wekî ku hatiye plankirin bimeşe, ev proje dê beriya havînê were temamkirin û di qonaxa yekê de 500 megawat kareba dê ji Kuweytê were hawirdekirin.
Di dawiyê de, anîna me ya ji Herêma Kurdistanê jî berdewam dibe. Wekî ku me berê jî gotibû, em 900 megawat karebayê ji herêmê dikirin û ev pêvajo bi hevahengiya her du aliyan tê meşandin. (Rûdaw)