Ala ŞALÎ
Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Esîr Xirêrî got ku di demeke nêzîk de komîteyek dê bê avakirin da ku rêbaz û peymanên bi Herêma Kurdistanê re werin yekxistin.
Esîr Xirêrî amaje jî dike: “Li hin deveran li bazirgan û kerta taybet a Herêma Kurdistanê neheqî tê kirin û jîngeheke pêşbirkiya rasteqîn tune, berevajiyê vê jî ji bo kerta taybet û bazirganên parêzgehên din rast e.”
Esîr Xirêrî her wiha got, “Qewareya dan û standina bazirganiyê ya di navbera Îraq û Fransayê de 2 milyar û 200 milyon dolar e ku 1 milyar û 800 milyon dolarê wê bi rêya hinartina petrolê ve ji Îraqê ber bi Fransayê ve ye.”
Li Parîsa paytexta Fransayê Foruma Bazirganiyê ya Fransa û Îraqê tê lidarxistin.
Şandeyeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî beşdarî forumê bûye.
Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Esîr Xirêrî li forumê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Ev korbend çend girîng e ji bo bazirganî û aboriya Fransa û Îraqê, her wiha jî veberhênana Fransayê li Îraqê?
Esîr Xirêrî: Spas ji bo we û ji bo keaala we ya baş ku her tim pêşeng e. Ev bûyera girîng e di rêya Dezgeha Bazirganiyê ya Fransayê de ji bo bicihkirina dîtina bernameya Hikûmeta Îraqê li gel Herêma Kurdistanê ji bo bipêşxistina têkiliyên aboriyê yên di navbera wan de û li gel welatên din jî, bi taybetî welatên girîng wekî Fransayê. Dema ku têkiliyên siyasî yên baş di navbera Îraq û Fransayê de hene, hêviya me ye ku têkiliyên aborî û guherîna bazirganî bi qasî asta têkiliyên siyasî bin. Amadebûna me di vê forumêa de bi amadebûna xwedîkaran û şêwirmendê serokwezîr û nûnerê veberhênana Herêma Kurdistanê, gavekî cidî ye ji bo rakişandina kompanyayan û gihandina wê peyama ku Îraq ewle û aram e û bûye cihê balkêş ji bo veberhêneran û avadankirinê. Ji ber vê yekê daxwazeke rastîn heye da ku Fransa bi hêz vegere bazara Îraqê.
Rûdaw: Fransa li Îraqê li çi projeyan dinêre?
Esîr Xirêrî: Di rastiyê de veberhênan niha li Îraqê derfeteke guncav e. Dema ku em dibêjin guncav e, mebesta me ew e ku ne tenê yek derfet e û ne jî sînordar e, lê belê di hemû waran de heye, îca di warê pîşesaziya derman û cilûberg de be yan jî avakirina bingeha jêrîn yan veberhênan di kerta pîşesaziya petrokîmya û yekeyên niştecîbûnê de.
Ew peyama ku em dixwazin bigehînin di çarçoveya bernameya hikûmetê de ew e ku ew derfetên li Îraqê hene ji bo hemû waran in bi çandiniyê ve jî. Di çarçoveya wê bernameyê de Îraq hewceyî kompanya û pereyên zêde ye, bi taybetî ku bibajarkirina wan kompanyayan garantî ye û dibe pîşesaziyeke rastîn ku penabirina bikarhênerê Îraqî ji bo serkeftina wan projeyan ji bo xwe garantî dibe.
Rûdaw: Gotûbêja we li gel Herêma Kurdistanê li ser sîstema ASICê gihiştiye ku derê?
Esîr Xirêrî: Lijneyek di demên nêzîk de tê avakirin, rêkar û rêkeftin tên yekxistin. Hinek dîtinên cuda hene, lê em bi arasteyî yekxistin û lihevkirina temam diçin di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi awayekî ku pirsgirêk nemîne.
Rûdawq: Çima hûn dixwazin wê sîstemê li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê deynin?
Esîr Xirêrî: Ew ji bo Îraqê misoger dike ku dahat û şêwaz û arasteyên bizane, ev jî ji bilî ku rê li ber bazirganên nerêkxistî digire û rê li ber qaçaxkirinê digire. Her wiha garantiya mafê bazirganên li Herêma Kurdistanê û deverên din ên Îraqê dike. Bazirgan û kerta taybet a Herêma Kurdistanê li hinek cihan fikaran li wan tê kirin û jîngehek pêşbirkiya rastîn nîne, berevajiya wê jî her rast e ji bo kerta taybet û bazirganên parêzgehên din. Em hewl didin di rêya yekxistina rêkaran û yekxistina derfetan û hêsankariyê de, jîngeheke pêşbirkiyê û derfetên rastîn biafirînin ji bo xwedîkarên tevahiya Îraqê.
Rûdaw: Qebareyê bazirganiya niha ya Îraq û Fransayê çend e?
Esîr Xirêrî: Qebareya guherîna bazirganiyê ya navbera me û Fransayê 2 milyar û 200 milyon dolar derbas nake. Piraniya yek milyar û 800 milyon dolar di rêya hinartina nefta Îraqê de ye ji bo Fransayê, Yê din ku dimîne hawirdeya Îraqê ye ji Fransayê ku 400 milyon dolar derbas nake. Kel û pelên Fransî girîng in, gotina “li Fransayê hatiye çêkirin” girîng e û eger di bazara Îraqê de hebe, nîşaneyek girîng e, îca li Herêma Kurdistanê be yan li navendê. Ji bo vê yekê civînên me li gel kompanyayên Fransî ji bo teşwîqkirina kerta taybet a Fransî ye ji bo çûna nav pîşesazî, hevbeşî, vegerandina kelûpelên Fransî û pêşbirkiyan ji bo bazara Îraqê. (Rûdaw)