Wezîrê Derve yê Fuad Hisên li ser biryara hilweşandina û çekdanîna PKKê ragihand ku wê ji bo bêçekirina PKKê di navbera Bexda, Hewlêr û Enqereyê de hevkarî bê kirin.
Hisên di civîna rojnamevanî ya Bexdayê de got, “Em bi kêfxweşî pêşwaziyê li biryara xwefesihkirin û çekdanîna PKKê dikin. Li ser vê mijarê me hevdîtin bi aliyê Tirkiyê re kirin. Wê li ser mijarê hikûmeta Iraqê, ya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hevkariyê bikin.”
Wezareta Derve ya Iraqê, doh 13ê Gulanê jî bi daxuyaniyeke nivîskî pêşwazî li biryara PKKê kiribû û wekî geşedaneke êrênî nirxandibû. (PK)